1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. El-Cadir: Rizgarkirina Cerablus erk û peywira me ye
El-Cadir: Rizgarkirina Cerablus erk û peywira me ye,el,cadir,rizgarkirina,cerablus,erk,û,peywira,me,ye

El-Cadir: Rizgarkirina Cerablus erk û peywira me ye

A+ A-

KOBANÊ – Fermandariyekî Firat-Cerablusê diyarkir ku rizgarkirina bajarê Cerablusê erkeke pêkhateyên Rojava ye.

Ji fermandarên Tabûrên Firat-Cerablusê ku di bin sîwaneya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de cih digre Ebdulsetar El-Cadri ji ANHA’yê re rewşa herêmê di aliyê leşkerî de nirxand.

Yek ji mijarên ku El-Cadir bal kişand ser tevlîbûna şervanên Kurd, Ereb û Turkmen di nava Tabûrên Firat-Cerablusê de ye. El-Cadir rizgarkirina bajarê Cerablusê wekî erk û peywira van pêkhateyan dît û bi gotina “Ji bilî van pêkhateyan mafê kesî tune ye destwerdanî vî bajarî bike” bi vê yekê bal kişand ser destwerdana Serokomarê Tirkiyeyê Receb Tayyîp Erdogan.

Fermandarê Firat-Cerablusê hevkariya hikûmeta AKP`ê ya bi çeteyên DAIŞ’ê yên li bajarê Cerablusê re eşkere kir û diyar kir ku hikûmeta AKP`ê ne tenê çek û cebilxaneyê dide çeteyan, lê belê birîndarên wan jî li nexweşxaneyên xwe derman dike û bi tevgera leşkerên xwe ya li ser sînor kiryarên çeteyan vedişêre.

Ebdulsetar El-Cadir, xetên sor ên Erdogan jî destnîşan kir û got: “Xetên sor ên Erdogan ku resim dike ji me re qet ne girîng e. Ew hewl dide ku pêşveçûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk li aliyê rojavayê Çemê Firatê sînordar û asteng bike. Bajarê Cerablusê êdî ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ye. Em di nava refên QSD’ê de şer dikin, em parçeyek ji gelê Sûriyeyê ne. Mafên hêzên derve tune ye ku destwerdanî karûbarên me yên hundirîn bikin.”

Fermandarê Tabûrên Firat-Cerablusê, xewna AKP’ê ya avakirina herêmeke tampon li Bakûrê Sûriyeyê jî bibîr xist û ev yek wekî hewldaneke dagirkeriyê ku pê armancên xwe yên siyasî bicih bîne, ne ji bo azadiyê şêniyên herêmê wekî ku îdîa dike, bi nav kir.

Şêniyên bajarê Cerablusê kêlî bi kêlî bang li hêzên QSD’ê dikin ku biçin wan ji zordariya çeteyên DAIŞ’ê xelas bikin. Çeteyan di dema dawî de şênî xistine dorpêçiyê û nahêlin ku kes li bajêr derkeve. El-Cadir jî ev yek piştrast kir û diyar kir ku ev bangewazî roj bi roj zêde dibe.

(he)

ANHA