1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Elmanya û DYA’yê ji nû ve dest bi hevkariyê kirin
Elmanya û DYA’yê ji nû ve dest bi hevkariyê kirin,elmanya,û,dya,yê,ji,nû,ve,dest,bi,hevkariyê,kirin

Elmanya û DYA’yê ji nû ve dest bi hevkariyê kirin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN / ROJNEWS

Piştî ku derket holê Ajansa Ewlekariya Neteweyî ya Amerîka (NSA) di ser Elmanyayê re bi hevkariya Servîsa Agahîwergirtinê ya Elman (BND) xebatên guhdarîkirin û şopandinê meşandiye, nîqaşên cidî destpê kiribûn. Derketibû holê ku NSA li bargeha BND a li Bad Aîblîngê, gelek şîrketên mezin û rêveberên welat û hikûmetên Ewropayê şopandiye.

Vê skandalê Serokwezîra Elmanya Angel Merkel tengav kiribû û di nava hikûmeta koalîsyonê de rê li ber nîqaşan vekiribû. Ji ber zêdebûna nerazîbûnan BND'ê hevkariya xwe ya bi NSA re sekinandibû.

Tê gotin ku ji nû ve destpêkirina hevkariya şopandin û guhdarîkirinê ya li ser înternetê, ji ber gefa DAIŞ'ê ya mehên dawî pêk hatiye. Di 13'ê Mijdarê de piştî komkujiya DAIŞ'ê li Parîsê kir, li welatên Ewropayê tedbîrên ewlekariyê hatibûn zêdekirin û herî dawî di şeva serdalê ya li bajarê Elmanya Munchenê de stasyonên trenê hatibûn valakirin.