1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Elçî: Wê roj bê Serok Apo di nava me de be
Elçî: Wê roj bê Serok Apo di nava me de be,elçî,wê,roj,bê,serok,apo,di,nava,me,de,be

Elçî: Wê roj bê Serok Apo di nava me de be

"Roj wê bê Serok Apo jî ku bi salan e hûn hasreta wî dikşînin û ji bo wî xwe dişewitînin, dê azad bibe û di nav me de be"

A+ A-

ANF / 29 Gulan 2011 AMED - Namzetê serbixwe yê Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê yê Amedê Şerafettîn Elîçî, diyar kir ku ji bo yekîtiya neteweya Kurd gavên gelek gîrîng hatin avêtin û wiha got: "Roj wê bê em wê ne cenazeyên gêrîla, wan bi zindî pêşwazî bikin. Dê hevalên me yên girtîgehan di nav me de bin. Serok Apo jî ku bi salane hûn hasreta wî dikşînin û ji bo wî xwe dişewitînin, dê azad bibe û di nav me de be"

Ji bo Namzetê serbixwe yê Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê yê Amedê Şerafettîn Elçî yê wê li herêmên navçeya Çinar û navçeya navendî ya Yenîşehîrê yên Amedê wê dengan bigire û di pusûleya dengan de di rêza 7'emîn de cih digire li Semta Ofîsê ya girêdayî Yenîşehîrê şahî hate lidarxistin. Di şahiya li Kolanan Hûnerê pêk hate de, li gel Elçî, rêveberên BDP'ê û KADEP tevlî bûn. Bi sedan kes tevlî şahiyê bûn û Koma Nujiyan ya di bin banê Navenda Çand û Hûnerê ya Dîcle û Firatê de xebatên xwe dikin der ketin ser dikê. Girseyê bi stranên komê govende girtin û demên xweş derbas kirin.

DI ŞAHIYÊ DE HEVALÊN MALÇOK BI SLOGANÊN XWE PIŞTGIRÎ DANÊ

Hevalên Mustafa Malçok yê ku di 15'ê Sibatê de bi armanca anîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Tirkiyeyê bedena xwe da ber agir jî tevlî şahiyê bûn. Hevalên Malçok siloganên "Rêheval Mustafa nemire" û "Fîskaya îsyane ji gêrîla re silave" berz kirin. Her wiha di şahiyê de li ser dikê pankrata "Dayîk davejin nifir, zarok kevir, Erdogan neye vir" hate daliqandin.

'MEŞA ME YA AZADIYÊ WÊ BI DOME'

Di şahiyê de Şerafettîn Elçî axaftinek kir û anî ziman ku, gelê Kurd di dîrokê de tu caran li hemberî zilmê serî nedaniye û kesên îro jî zilmê ji wan re rewa dibînin bi rûmet berxwe didin. Elçî, da zanîn ku bi salane ji bo yekîtiya netewiya Kurd gav nehatin avêtin lê di demên dawî de ji bo yekîtiya neteweya Kurd gavên girîn hatin avêtin. Elçî, bal kişand ser gera wan rojên borî li Herêma Başûrê Kurdistanê û wiha got: "Em ji Başûrê Kurdistanê ji Bakûrê Kurdistanê re silav anîn. Gava ji bo azadiya Kurd hate avêtin dê hêj pêşde bibin. Meşa me ya azadiyê dê berdevam bike. Heke Kurd êdî mir, sirgûn, îşkeceyan nexwazin divê em yekîtiya xwe bi hêz bikin." Axaftina Elçî bi silogana "Şehîd namirin" hate birin û li ser vê yekê Elçî got, "Erê şehîd namirin, ew di dilê me da ne" Elçî, destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê ya bi îşkence û binçavkirina bersiva daxwazên gelê Kurd yên mafdar dan wê di 12'ê Hezîranê de sîleyekê wisa bixwe tu çaran jî bîr na.

Elçî, bilêv kir ku blok di sindoqê de bi hêz der bikeve dê di heman demê de nûnertiya gelê Kurd jî bi hêz be û wiha axivî: "Roj wê bê em cenazeyên gêrîla na wê wan bi zindî pêşwazî bikin. Wê hevalên me yên girtîgehan de di nav me de bin. Serok Apo jî ku bi salane hun hasreta wî dikşînin û ji bo wî xwe dişewitînin, dê di nav me de be" Girseyê bi hev re bi slogana "Bijî Serok Apo" bersiva gotinên Elçî da. Piştî axaftinê girseyê fişekên hewayî teqandin.

Pişt re Hozan Comert derket ser dikê û girse bi stranên xwe coş xist.

ANF NEWS AGENCY