1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. ‘Em amade ne bi Tirkiyê rûnên û nîqaş bikin’
‘Em amade ne bi Tirkiyê rûnên û nîqaş bikin’,em,amade,ne,bi,tirkiyê,rûnên,û,nîqaş,bikin

‘Em amade ne bi Tirkiyê rûnên û nîqaş bikin’

A+ A-

EMARA XERÎB

EFRÎN – Serokê Desteya Têkiliyên Derve yê kantona Efrînê Silêman Cefer diyar kir ku Tirkiyê siyaseteke qirêj beranberî Rojava de dimeşîne û got ku siyasetên Tirkiyê tu faydê xwe nîne. Cefer da zanîn ku ew amade ne bi Tirkiyê re bicivin û hemû mijaran li ser masê nîqaş bikin.

Serokê Desteya Karê Derve yê Kantona Efrînê Silêman Cefer derbarê helwesta Tirkiyê û nêzîkariyên wan ên derbarê Rojava de û kiryarên wan ên li ser sînorê di navbera ji ANHA’yê re axivî. Cefer diyar kir ku di demên dawî de û piştî ku hêzên YPG’ê derbeyên giran li çeteyan dane hikûmeta AKP’ê wekî mara serê wê hatiye jêkirin lê hatiye û ev tişt got: ˮTirkiyê û hikûmeta AKP’ê wekî marê serjêkirî lê hatiye, bi hemû hêza xwe êrîşî gelê kurd dike. Têvî ku plaên wan ên qirêj têk çûn, Tirkiyê li ser sînor piştigiriya çeteyan dike û li ser sînor êrîşî wealtiyan dike. Êrîşên Tirkiyê piştî serkeftinên gelê kurd li hemû parçeyên Kurdistanê bi destxistine û hilbijartinên parlemantoyê zêde bûne.ˮ

Cefer di berdewama axaftina xwe de da xuyakirin ku Tirkiyê hêzên xwe yên leşkerî li ser sînor zêde dike û wiha dom kir: ˮLi ser sînor leşkerên zêde dike û kuştin, işkenceyê li dijî welatiyên me pêk tîne. Hemû kiriyarên li dijî mafê mirovan pêk tînin.ˮ

‘AKP’ê nakokiyên navxweyî jiyan dike’

Cefer destnîşan kir ku di nava partiya Erdogan de nakokiyên navxweyî hene û wiha dom kir: ˮErdogan li ser saxiyên çapemeniyê dibêje ku Tirkiyê dê di warê leşkerî de derbasî Rojava bibe û dê herêmeke tanpon ava bike. Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Ddawidoglo îdayên Erdogan ên destwerdana leşkerî red kir û dibêje tişta tê kirin tenê ji bo parsitna sînorê Tirkiyê ye. Ev siyaseta qirêj û bi navkok a tirkiyê bi armanca bala raya giştî bikşînin ser xwe û bi vê yekê rê ji çeteyên DAIŞ’ê re vebikin, da ku derbasî Rojava bibin.ˮ

‘Em parçebûnê naxwazin’

Cefer destnîşan kir ku Rêvberiya Xwerseriya Demorkatîk parçebûna Sûriyê naxwazin û wiha dom kir: ˮEm wekî Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk li dijî parçebûna Sûriyê ne. Me tu carî doza parçebûna Sûriyê ne kiriye. Em êrîşî tu kesî nakin, tenê em bersiva êrîşên têne ser me didin, yanî armanca me ya sereke em parastina gelê xwe bikin. Tirkiyê bi hinceta parçebûnê piştgiriya xwe ya bi çeteyan re dixwaze wekî rewa nîşan bide.ˮ

‘Pêwîste Tirkiyê siyasetên xwe bighere’

Cefer, ji Tirkiê xwest ku siyasetên xwe yên cîrantiyê bi Rojava re bighere û ev tişt anî ziman: ˮSiyasetên Tirkiyê xizmeta berjewendiyên wê nake, em bang li rayedarên Tirkiyê dikin ku sînroên xwe bi Roajva veke. Me gele caran hewl da ku em têkiliyên cîrantiyê yên baş bi Tirkiyê re sax bike, lê mixabin bê encam derbas dibûn. Em wekî Desteya Derve ya Kantona Efrînê carde jî amade ne hevdîtinan bikin. Em amadene bi Tirkiyê li ser masê bên gel hev û hemû pirsgirêkan nîqaş bikin. Armanca me ya sereke avakirina Sûriyeke pireng a demokratîke.ˮ

(dc)

ANHA