1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Em birînên Cizîrê bipêçin!
Em birînên Cizîrê bipêçin!,em,birînên,cizîrê,bipêçin

Em birînên Cizîrê bipêçin!

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) - Ji bo pêçandina birînên ku dewletê bi êrîşên hovane mirov qetil kirin û mal şewitand, xira kir ji çar aliyan dildar tên. Hurriyet Karadenîz a ku ji bo kampanyaya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Rojava daye destpêkirin ji Muglayê hatiye Cizîrê nirxandina "Dest bidin Cizîrê. Li Cizîrê mirovahî hatiye kuştin. Em ê jî ji nûve mirovahiyê zindî bikin" kir.

Welatiyên Cizîrê ku hawl didin birînên xwe bipêçin di demên dawî de pêdivî bi piştevaniyê dibînin. Piştî ku qedexe hate rakirin, Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Rojava hate navçeyê û dest bi xebatan kir. Welatiyên ku ji gelek bajaran ji bo piştevaniyê tên bi komeleyê re piştgiriyê didin xebatan. Hurriyet Karadenîz a ku ji Muglayê ji bo piştevaniya gelê Cizîrê hatiye wiha got: "Ez beriya 3 rojan hatim Cizîrê. Ez li Cizîrê geriyam, min xirakirina ku hatiye kirin dît. Ji vir keriya hovan derbas bûye. Min wisa hîs kir. Bi rastî jî pêdiva Cizîrê bi piştevaniyê heye. Ji ber vê yekê divê hemû kes destên xwe dirêjî vê derê bikin.

'Divê em birînan bi hev re bipêçin'

Karadenîz bang li jinên rojava kir û wiha got: "Li Cizîrê mirovahî hatiye kuştin. Em ê jî jinûve mirovahiyê zindî bikin." Karadenîz ji bo tiştên ku bê kirin jî wiha got: "Hûn dikarin xwe bigihînin Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Rojava an jî bi beşdarbûna kampanyaya xwehbira vê dikarin piştgiriyê bidin welatiyên vê derê. Li cihên xwe dikarin alîkariya zaxîre kom bikin. Heke em aştiyê dixwazin, dixwazin bi hevre bijîn em divê dest bidin hev û bihevre birînên Cizîrê bipêçin."

'Dur an jî nêzîk ferq nake'

Kurşat Suskan jî piştî ku hovîtiya li Cizîrê hatiye kirin di çapemeniyê de dîtiye, ji Stenbolê derketiye û hatiye jî ev tişt anî ziman: "Piştî ku min hovîtiya li Cizîrê hatiye kirin dît min fêm kir ku tu wateya li Stenbolê mayînê tuneye. Piştre jî min komeleya Rojava nas kir û ketim têkîliyan. Bi vî rengî hatim Cizîrê."

Suskan destnîşan kir ku alîkariyên ku tên Cizîrê dikin paket û li depoyê bi cih dikin û wiha axivî: "Piştre bi wesayîtên ku tên ve em dibin taxan û mal bi mal belav dikin. Hemû kesên ku derfetên wan hene divê di nava vî piştevaniyê de cih bigirin. Em bi piştevaniyekî ve birînên li Cizîrê ji holê rakin. Dûr an jî nêzîk ferq nake. Ez bang li hemû ciwanan dikim ku piştivaniyê bidin."

'Werîn alîkariyê nedin jî biaxivin, derdê xwe parve bikin'

Marîa Engîn Agaoglu ya ku ji Mêrdînê hatiye jî diyar kir ku xwestiye tiştên li Cizîrê qewimiye bibîne hatiye û wiha berdewam kir: "Tenê gelê kurd na divê hemû gel piştgiriyê bidin gelê Cizîrê. Li vir qatlîam çebû. Ez banga piştevaniyê li hemû kesan dikim"

Dîsa xwendekara bi navê Arzu Tek a ku ew jî ji Mêrdînê hatiye wiha axivî: "Me di nava xwe de alîkarî kom kir û ji bo ku wan belav bikin hatin vê derê. Ji bo di civakî de bihistiyarî çêbibe em hatin. Beriya ku ez bêm min texmîn nedikir ku dîmemekî wisa bibînim. Li vir pêdiviya gel tenê bi erzaqan nîne bi axaftinê jî heye. Werin heke alîkariyê nedin jî biaxivin, derdên hev parve bikin."

(sa)


Bêjeyên Miftehî