1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. 'Em dest bidin hev em ê karibin bi ser bikevin'
'Em dest bidin hev em ê karibin bi ser bikevin',em,dest,bidin,hev,em,ê,karibin,bi,ser,bikevin

'Em dest bidin hev em ê karibin bi ser bikevin'

A+ A-

RIHA (DÎHA) - Newroz Omer ku dema li Kobanê bû aktîvîsta Mala Jinê bû, li wargeha ji konan bi pirsgirêkên jinan re eleqedar dibe. Omer a li meclîsa jinan a li wargehê dixebite dibêje "11 salan min zilm li xwe kiriye. Ji niha û pê ve ez ê serê netewînim. Jiyan dema azad be xweş e. Eger em dest bidin hev, em ê karibin bi ser bikevin."

Newroz Omer a piştî tundiya 11 salan a ji hevserê xwe dît, li Mala Jinan a li Kobanê bi pirsgirêk û perwerdeya jinan re eleqedar bû, li dû koçberiyê cihê xwe di meclîsa jinê ya li wargeha ji konan de girt û xebatên xwe yên li Kobanê dimeşand, dewam dike. Omer a di 14 salî de bi pismamê xwe re hat zewicandin, piştî 11 salan li şîdeta hevserê xwe rast hat perwerde dît û diyar kir ku wê fêm kiriye, kesî zilm li wê nekiriye, wê bi xwe zilm li xwe kiriye.

Omer destnîşan kir ku piştî jin bû xwedî vînekê, dikare her tiştî bike û eger jin dest bidin hev û bibin yek wê her tiştî bi ser bixînin.

'Ez ê êdî serî netewînim'

Omer piştî doza 8 mehan dewam kir ji hevserê xwe cihê bû û da xuyakirin ku ew her çend di jiyanê de zehmetiyan dikşîne jî ew êdî azadiya jinê nas dike. Omer diyar kir ku ji ber cihê bûye civak bi çavekî baş li wê nanihêre û wiha got: "Carna ji ber zextan serê xwe dixim ber xwe, lê hingî ji xwe re dibêjim, 'Serê te wê bilind be, te tiştekî şaş nekir' û kî çi dibêje bila bibêje ez ê êdî serî netewînim."

'Jiyana azad xweş e'

Omer da xuyakirin ku ew dixwaze dengê xwe bigihêjîne tevahiya jinan û anî ziman ku azadiya jinê barekî giran e lê eger jin bixwaze dikare vî barî bi hêsanî rake. Omer destnîşan kir ku ti tişt mîna azadiya jinê xweş nîne û wiha axivî: "Ji jinan re dibêjim; bes e ev koledarî, bese e em tên binpêkirin, jiyan dema azad be xweş e. Divê her kes azadiyê nas bike." Omer bang li tevahiya jina kir ku ji bo azadiyê têbikoş in.

'Em ê bi xebata hevpar bi ser bikevin'

Omer diyar kir ku dema jin bibe xwedî vîn dikare her tiştî bike û wiha pêde çû: "Bes e ji zilma civak li ser jinê ferz dike, bes e êdî ji jinên li gorî peyvan tiştekî nakin. Em dikarin bikin, eger em dest bidin hev em ê karibin bi ser bikevin. Bila êdî serî jinan bilind be. Rêbertî got, 'jin jiyan azadî'. Ev ji bo me bes e, rê nîşanî me dide."

(wk)