1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. ´Em dest ji têkoşîna xwe bernadin´
´Em dest ji têkoşîna xwe bernadin´,em,dest,ji,têkoşîna,xwe,bernadin

´Em dest ji têkoşîna xwe bernadin´

Aslan: Em teqez dest ji têkoşîna xwe bernadin

A+ A-

Emîne Aslan û Abdullah Aslan ên ku ji Mêrdînê li Îzmîrê dijîn di navbera 5 mehan de hatin girtin. Emîne û Abdullah Aslan ên hevjînên hev li pey xwe 4 zarokên biçûk hiştin. Hevserên hev Aslan dema derketin derve dîtin ku hem deruniya wan hem jî ya zarokên wan xira bûye. Malbata Aslan, diyar kir ku êdî tu tişt ji bo wan weke berê nîn e û tiştên jiyîn teqez ji bîrnakin.

Abdullah Aslan ê ku 23 mehan li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Îzmîrê girtî ma û çend roj berê serbest hate berdan tiştên li girtîgehê jiyîn û bi serê malbata wî hatin vegotin. Aslan, diyar kir ku li Îzmîrê ji ber ku çû Konê Çareseriya Demokratîk di 29'ê nîsana 2011'an de ji aliyê polîsan ve di serdagirtina malê de hat binçavkirin û pişt re hate girtin. Aslan, anî ziman ku pişt ew hate girtin 5 meh şunda hevsera wî Emîne Aslan jî hate girtin û şandin Girtîgeha Jinan a Şakranê. Aslan, da zanîn ku li ser vê yekê 4 zarokên wan bi tenê man û vê yekê ew gelek xemgîn kir. Aslan, bilêv kir ku piştî gelek meh şunda derketin dadgehê û bi riya parêzer hînbûn ku dê kurê wî bê emeliyatkirin û vê yekê ew bêtir xemgîn kir. Aslan, destnîşan kir ku ew di salona dadgehê de di şoqê de bû. Aslan, anî ziman ku tû sûçê wî tune bû tenê ji ber ku kurd bû hate girtin û 23 mehan di girtîgehê de hate girtin û pişt re hate tahliyekirin. Aslan, da zanîn ku di nava van mehan de endamên malbatê travmayekî mezin derbas kirin.

'Li Tîpa F her meh cezayê dîsîplînê da'

Aslan, diyar kir ku li girtîgeha Tîpa F ligel şertên nebaş rêveberiya girtîgehê ji ber wan daxwaza mafên xwe yên demokratîk kirin her meh cezayên dîsîplînê dan. Aslan, bilêv kir ku bi cezayên disîplînê ji qadên sporê hatin menkirin, radyo, televîzyonên wan hatin destserkirin û kiryariya qantîkê hate qedexekirin. Aslan, destnîşan kir ku piştî çalakiya gireva birçîbûnê û şermezarkirina 15'ê Sibatê roja Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê rêveberiya girtîgehê bi ramana tolhildanê nêzî girtiyan bû û pêkanînên dijwar pêk anîn.

'Di nava xwarinan de melzemeyên pansumanê derdiketin'

Aslan, diyar kir ku di nava xwarinan de ben, bant, destik ên di pansumanan de tên bikaranîn û kêzik derdiketin û ji ber vê yekê bi nexweşiya mede ket. Aslan, anî ziman ku ji ber girtiyan nedikarî van xwarinan bixin ji kantînê kiryarî dikirin. Aslan, da zanîn ku alav û tiştên li kantînê bihayê wan gelek giranbûn û ji ber vê yekê pirsgirêk dijîn. Aslan, diyar kir ku gelek caran ji Wezarata Dadê re derbarên şertên nebaş ên girtîgehê de name û daxwazname şandin lê tu bersiv negirtin û ligel vê yekê ji ber wan ji Wezareta Dadê re daxwazname nivîsandin rêveberiya girtîgehê cezayê dîsîplînê li wan birî. Aslan, anî ziman ku di binçavan de û dadgehê de xwest ku bi zimanê zikmakî îfadeyan bide û lê zimanê wan di qeydan de weke "zimanê nayê zanîn" hate derbaskirin û wiha got: "Navê hemû zîndewaran heye lê zimanê bi mîlyonan kurd hêj di qeydan de weke zimanê nayê zanîn tê derbaskirin."

'Bila tîpên F bên rakirin'

Aslan, da zanîn ku pêkanînên girtîgehên tîpên F li dijî mirovahiyê ne û wiha axivî: "Heke Tirkiye dewletekî hiqûqê be divê demildest girtîgehên tîpa F bên girtin. Ji ber pêkanînên dijî mirovahiyê divê dewlet ji hemû kesî lêborînê bixwaze." Aslan, bilêv kir ku ligel hemû neheqî û êşên jiyîn dest ji têkoşîna xwe bernade.

‘Malbata min perçe perçe bû'

Emîne Aslan jî diyar kir ku nêzî salekê di girtîgehê de ma û dema ket girtîgehê 4 zarokên wê yên diçûn dibistanê bi tenê man. Aslan, anî ziman ku piştî hevserê wê hate girtin ew jî hate girtin û malbata wê perçebûn û pirsgirêkên zarokên wê yên tendurîstiyê hêj giran bûn. Aslan, da zanîn ku kurê wê Nuri ameliyatekî giran derbas kir û pişt re bihîstin. Aslan, bilêv kir ku zarokên wan ji ber pisgirêkên jiyîn nexweş ketin û dersên xwe de kêmas man. Aslan, destnîşan kir ku piştî hevserê xwe we jî hate girtin û ji ber vê yekê deruniya kurê wê Diyar ê 10 salî xirab bû.

‘Tiştên polîsan kirin ez teqez ji bîrnakim'

Aslan, diyar kir ku zexên polîsan ên psîkolojîk ên di dema serdagirtinê de li hemberî zarokên wê pêk anîn tu caran ji bîrnake. Aslan, da zanîn ku piştî salekê di girtîgehê de ma bi "hepsa malê" tahliye bû. Aslan, anî ziman ku weke kurdek û dayîke teqez dest ji têkoşîna xwe bernade.

(bd/mae)