1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. 'Em di 1'ê Adarê de li Sîlopiyê ne'
'Em di 1'ê Adarê de li Sîlopiyê ne',em,di,1,ê,adarê,de,li,sîlopiyê,ne

'Em di 1'ê Adarê de li Sîlopiyê ne'

Starta bernameya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê îsal dê li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê bê dayîn

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) - Endamên KJA'yê li navçeya Sîlopiyê ku dê starta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê bê dayîn banga "Em di 1'ê Adarê de li bendê ne ku hemû jin li cihê ku Sêvê, Pakîze û Fatma hatine qetilkirin bin" kirin. Jinan diyar kirin ku qetilkirina 3 jinan li dijî xebatên jinan darbeyek e û ev tişt anî ziman: "Ev yek dê bi me paşve gav nede avêtin û ji bo ku peyama em ê peşdetir biçin bidin li Sîlopiyê ne."

Starta bernameya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê îsal dê li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê bê dayîn. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît û parlamerterên HDP'ê yên jin beşdarî mîtîngê bibin. Beriya bernameyê endamên Kongreya Jinên Azad (KJA) li Sîlopiyê tax bi tay digerin û xebatê didin meşandin.Endamên KJA'yê têkîldarî mîtînga ku dê di 1'ê Adarê saet 10.00'an de li ber avahiya HDP'ê ya Sîlopiyê bê lidarxistin axivîn.

'Em ê ji sekna xwe ya berxwedêr tawîz nedin'

Endama KJA'yê Fîkriye Aytîn diyar kir ku wan îsal 8'ê Adarê diyarî 3 jinên kurd ên ku li Sîpoliyê hatine qetilkirin kirine û wiha axivî: "Bi taybetî em xebatên xwe li taxên ku xwerêveberî hatiye îlankirin dimeşînin. Em îsal wekî şahî pîroz nakin. Bernameyên me dê bi bîranîna hevalên me be. Ligel ku li Sîlopiyê qedexe rabûye jî rewşa awarte heye. Li ser gel dixwazin pêkûtiya psîkolojîk pêk bînin. Lê ligel vê yekê jî jin ji sekna xwe ya berxwedên tawîzê nadin. Em hemû jinên Sîlopiyê vedixwînin bernameyê."

'Em ê têkoşîna xwe roj bi roj xurtir bikin'

Aytîn bal kişand li ser dîroka 8'ê Adarê jî û nirxandina "Wê demê jî jinan li dijî zilmê li ber xwe dan. Li dijî qatlîam û îşkenceyê li ber xwe dan. Bedela vê yekê giran be jî jin bi ser ketin. Jin bêhtir rêxistin bûn. Jin bi awayeke rêxistinkirî li dijî qatlîam û zilmê têkoşîna xwe didomînin. Hê jî li ser me ferasetekî dîktator heye, ferasetekî qatlîamker heye dîsa ferasetekî tecawizkar heye. Jin dê tu caran vê yekê qebûl nekin. Me bikujin jî, qetil jî bikin em ê tu caran dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em ê têkoşîna xwe bêhtir xurt bikin" kir.

'Em ê ji sekna xwe tawîz nedin'

Endama KJA'yê Leyla Guven jî destnîşan kir ku bi qetilkirina 3 jinên siyasetmedar ve hate xwestin ku darbe li têkoşîna azadiya jinê bixin û wiha berdewam kir: "Ev rewş di esasê xwe de li dijî xebatên jinan darbeyek bû. Lê ev yek dê bi me paşvegav nede avêtin. Berovayî vê yekê ji bo ku em peyama ku em ê pêşdetir biçin bidin li Sîlopiyê ne. Li Sîlopiyê dema qedexeya derketina kolanan de berxwedanek hate nîşandan. Berxwedan bi pêşengiya jinan pêşket. Sîlopî ji paşerojê heta niha xwedî li têkoşîna xwe derketiye, bi ruhê serhildanê tevgeriyaya." Guven bilêv kir ku ew bêhtir jî li taxên ku hêzên dewletê bi êrîşan ve zirarê mezin dane xebatên xwe didomînin û ev tiş anî ziman: "Malên jinan bi ser wan de hatiye xirakirin, lê ji moral û motîvasyona xwe tişten winda nekirine. Jin ji me re gotina 'Em ê tu caran ji sekna xwe ya birûmet tawîzê nedin, em bi têkoşîna xwe re bihevre ne' bi kar tînin. Me ev yek bi awayeke zelal dît."

'Em ê piştî Sêvê, Pakîze û Fatmayan bêhtir xurt bibin'

Guven destnîşan kir ku li taxên ku xebatê didin meşandin bi pêkûtiyên polîsan re rû bi rû dimînin û wiha got: "Em ketin kîjan taxê ew jî ketin. Li Sîlopiyê dorpêç berdewam dike. Lê ligel vê dorpêçê jî mirov diherikin partiyê. Em ê ji bo 8'ê Adarê ji vir peyamê bidin. Em ê bibêjin ku têkoşîna jinan bedrewam e û tu caran paşve gav neavêjin. Me gote ji Sakîneyan heta Sêvêyan. Li Parîsê 3 jinên kurd ên siyasetmedar hatin qetilkirin. Pİştî qetilkirina wan me meşa xwe berdewam kir. Em ê piştî Sêvê, Pakîze û Fatmayanê bêhtir xurt bibin."

'Em li benda hemû jinên Sîlopiyê ne'

Endama KJA'yê Şukran Aşkin jî diyar kir ku ev deh roj in li Sîlopiyê xebatê dimeşînin û nirxandina "Em li taxan xebatên xwe didomînin. Hemû taxan zirar dîtine. Lê ligel vê yekê jî berxwedêr in. Em li benda hemû jinên Sîlopiyê ne û dixwazin tevli mîtînga me bibin."

(sa)