1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. ´Em dê ji bo serkeftina pêvajoyê têbikoşin´
´Em dê ji bo serkeftina pêvajoyê têbikoşin´,em,dê,ji,bo,serkeftina,pêvajoyê,têbikoşin

´Em dê ji bo serkeftina pêvajoyê têbikoşin´

Yekîtiya Star: Em dê ji bo serkeftina pêvajoyê têbikoşin

A+ A-

Qamişlo Yekîtiya Star bi daxuyaniyekê diyar kir ku, pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newrozê de daye destpêkirin ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, her wiha ji bo yekîtî û azadiya gelan pêngavek dîrokî ye û destnîşan kir ku, ewê ji bo serkeftina pêvajoyê têbikoşin.

Rêxistina jinê ya Rojavayê Kurdistanê Yekîtiya Star di derbarê peyama ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza Amedê de dabû, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, pêngava Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi riyên siyasî û demokratîk, her wiha ji bo yekîtî û azadiya gelên Rojhilata Navîn jî projeyek gelekî nirx e.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, Yekîtiya Star jî vê pêngavê gelekî binirx dibîne û ji bo serkeftina pêngavê wê bi hemû hêza xwe têbikoşe. Di berdewamadaxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Ger ku ev pêvajo biserket wê pêngaveke dîrokî be ji bo hemû gelê Kurd. Em wekî rêxistina jinan çi bikeve ser milê me emê pêk bînin û hewldanên me nasekinin. Em di wê baweriyê de ne ku dê ev pêvajo pirsgirêka Kurd çareser bike û di nava gelên herêmê de aştiyê pêk bîne.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku, pêwîste hemû netew û rêxistinên siyasî yên din jî helwesta xwe ya erênî nîşan bidin.