"Em dê kujeran radestî edaletê bikin"
YPG: Em dê kujerên Candî bigirin û teslîmê edaletê bikin
Qamişlo - Fermandariya Giştî ya YPG'ê kuştina Endamê Meclîsa Niştimanî Mehmud Walî Ebu Candî şermezar kir û diyar kir ku ji bo bûyer bê ronîkirin, kiryar bêne girtin û teslîmî edaleta gel bên kirin, ew ê hemû hêza xwe bixin dewreyê. Di daxuyaniyê hate destnîşankirin ji ber ku Desteya Bilind a Kurd, YPG ku gelê kurd hembêz kiriye wekî hêza parastinê ya fermî erê nekiriye, hêzên tarî li Rojavayê Kurdistanê derdikevin û bûyera dawî jî mînaka vê ye.
Fermandariya Gişti ya YPG'ê têkildarî qetilkirina siyasetmedarê Kurd Mehmûd Walî Ebû Candî daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî şoreşa Suriye û Kurdistanê, gelê kurd bi baweriyek mezin ji bo ku bigihije azadiya xwe têkoşîn meşandiye, lê ev tevlîbûna xurt, hinek derdor aciz kirine. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev hêzên ku dixwazin cudahiyê bixin nava gelê kurd, girêdayî hêzên derve ne û her tim derew, fitneyan derdixînin û kuştinan pêk tîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev hêzên hanê, van pêkanînan ji bo şkandina îradeya gel dikin, hinek alî jî, li ser navê Îslamê, bi alîkariyahêzên derve, tevliheviyan derdixînin.
'RONÎKIRINA BÛYERÊ BERPIRSYARIYA ME YE'
Di daxuyaniyê de kuştina Endamê Meclîsa Niştimanî Mehmud Walî Ebû Candî hate şermezarkirin û wiha hat gotin: "Em wekî hêza YPG'ê van karên li derveyî exlaq û rihê kurdayetiyê şermezar dikin. Em ji bo ku bûyer bê ronîkirin, kiryar bêne girtin û teslîmî edaleta gel bên kirin, xwe berpirsyar dibînin."
JI BO DESTEYA BILIND BANG
YPG'ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ku ev bûyerên bi vî rengî, ji ber hinek valahî û helwestên xemsar pêk tên û rexne li Desteya Bilind a Kurd kirin. Di berdewama daxuyaniyê de têkildarî mijarê ev tişt hatin gotin: "Em wekî YPG'ê dibinin ku ev aliyên nediyar û bê hesab tevdigerin li herêmên kurdan, karên tarî dikin. Ev aliyên hanê hêza xwe ji helwesta bêxem a Desteya Bilind a Kurd digirin. Ger ku desteyê YPG wekî hêzek fermî nas bikiraya, ev hêzên tarî yên çekdar dernediketin holê. Ev çend carek em bang li desteyê dikin ku hebûna me bi fermî qebûl bike. Lê heta niha desteyê bersiva banga me nedaye û daxwaza me bicîh ne aniye. Ev jî bû sedem ku hêzên nebaş ên çekdar liherêmê derekvin û karên nebaş bikin."
BANG HATE DUBAREKIRIN
Di dawiya daxuyaniyê de careke din bang li Desteya Bilind a Kurd hate kirin û ev tişt hatin gotin: "Hêza me ji keç û xortan pêk tê û hemû beşên civaka kurdan wekî hêza xe dibîne. Em hêzek bêyî ku cudahiyê bike, xwe wekî hêza parastina gel dibîne. Lê ji bo ku em bi hevre parastina vê herêmê bikin û bigihîjin serkeftinê, ji bo em rê li pêşiya hêzên tarî yên dixwazin cudahiyê bixin nava miletê Kurdistanî bigirin, divê Desteya Bilind a Kurd me wekî hêzek fermî qebûl bike. Em wekî YPG'ê banga xwe ji bo desteyê dubaer dikin ku erka xwe ya dîrokî bicih bîne û hebûna me bi fermî qebûl bike. Wê demê em jî dê parastina nirx û rûmeta gelê kurd wekî erka xwe bi cîh binin."
PYD ŞERMEZAR KIR
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê êrîş hate şermezarkirin û hate gotin ku ev êrîş, ji aliyê kesên ku qenciya kurdan naxwazin ve hatiye pêkanîn. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku hêzên ev êrîş pêk anîne, dixwazin di nava gelê kurd de tevlîheviyê çêbikin û ev tişt hatin gotin: "Hinek hêz û kesayetî nahêlin ku gelê kurd di bin siya Desteya Bilind a Kurd de bibe yek. Her wiha destê xwe dirêjî îradeya me bikin."
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin divê derbarê bûyerê de lêpirsîn bê destpêkirin û bûyer bê ronîkirin û wiha hat gotin: "Em di wê baweriyê de ne ku ev lêpirsîn dê ji aliyê Desteya Bilind ve bê meşandin û encamek erênî bê girtin."
Di daxuyaniyê de, bang li hemû kurdan hate kirin ku di vê pêvajoya hesas de bihîstiyar bin û bibin yek. Di dawiya daxuyaniyê de ji malbata Ebu Cangî û hevalên wî re sersaxî û sebir hate xwestin.
ANF NEWS AGENCY
