1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Em dê neçine meclîsê!.."
"Em dê neçine meclîsê!..",em,dê,neçine,meclîsê

"Em dê neçine meclîsê!.."

A+ A-

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Fîlîz Koçalî û parlementerên Eniya Ked, Demokrasiyê û Azadiyê yên Mêrdînê Ahmet Turk, Sêrtê Gultan Kişanak, Êlihê Ayla Akat Ata, bi boneya binçavkirina endam û rêveberên BDP'ê şermezar bikin hatin Êlihê. Parlementerê Mêrdînê Ahmet Turk, diyar kir ku ger hilbijartiyên wan serbest neyên berdan dê neçim meclîsê.

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Fîlîz Koçalî û parlementerên Eniya Ked, Demokrasiyê û Azadiyê yên Mêrdînê Ahmet Turk, Sêrtê Gultan Kişanak, Êlihê Ayla Akat Ata û nivîskar Nûray Mert, bi boneya binçavkirina endam û rêveberên BDP'ê şermezar bikin û her wiha serkeftina Êlihê ya hilbijartinê pîroz bikin hatin Êlihê. Piştî parlementer hatin Êlihê Rêxistina BDP'ê bi beşdariya parlementeran li ber avahiya BDP'ê ya Êlihê daxuyanî da çapemeniyê. Li gel endam û rêveberên BDP'ê û parlementeran bi hezaran kes beşdarî daxuyaniyê bûn.

Koçalî: Gelê me bi fedekariya xwe listik pûç kirin

Beriya ku Koçalî biaxive girsê bê navber dirûşmeyên "Bijî serok Apo", "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Êlih bi we serferaz e" berz kirin. Pişt re Hevseroka Giştî ya BDP'ê Fîlîz Koçalî, axivî û diyar kir ku ji bo partiya îxtîdarê rê li pêşiya serkeftina eniyê ya hilbijartinê bike dîsa ketiye nava lîstik û fen û fûdan. Koçalî, anî ziman ku gelê Êlihê bi fedekariya xwe lîstik vala û pûç derxistine.

Koçalî, anî ziman ku gelê kurd û gelê Êlihê di hilbijartinê de serkeftinek mezin bi dest xistiye û gelê Êlihê pîroz kir. Koçalî axaftina Serokwezîr Erdogan a "Helaliyê" jî rexne kir û anî ziman ku li aliyekî helaliya xwe dixwaze li aliyê din jî dîsa pêla binçavkirin û girtinê dide destpêkirin. Koçalî, pirta 'çima ev 8 hevalên wan hatin girtin?' ji Erdogan pirsî û Erdogan rexne kir.

Turk: Em dê bibin dengê têkoşîna gelê kurd

Hevserokê KCD'ê û parlementerê Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê yê Mêrdînê Ahmet Turk jî girtin û binçavkirin şermezar kir û anî ziman ku ger heta hevalên wan neyên berdan dê neçin meclîsê. Turk, da zanîn ku gelê kurd li hemberî zulmê serî netewandiye û di hilbijartinê de serkeftinek mezin bi dest xistiye. Turk, anî ziman ku ew ji bo azadiya gelê kurd diçin meclîsêû wiha got: "Em dê ji bo daxwazên gelê xwe yê azadiyê yên demokratîkbûna makeqanûnê, perwerdehiya zimanê zikmakî, rawestandina operasoynan, serbestberdana girtiyan û naskirina nasnameyê biçin meclisê. Em dê bibin dengê têkoşîna gelê kurd. Gelê Êlihê serkeftinek mezin bi destk xist. Ev hilibjartin a referanduma azadiyê bû. Gelê kurd dengê xwe da têkoşîna azadiyê. Lê polîs û dewlet her tim hewl dide ku vê serkeftinê tar û mar bike. "

Turk, da zanîn ku gelê kurd gelek zor û zahmetî ditiye û li gel hemû zor û zahmetiyan dîsa jî koletî qebûl nekiriye û dê qebûl neke jî û wiha got: "Ger ku hilbijartiyên me neçin meclîsê em jî naçin meclîsê."

Heşet pişt re ji bo spasiyên xwe bike çû Sêrtê. DÎHA (mae)


Bêjeyên Miftehî