1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. 'Em dê soz û berbirsiyariya Birêz Ocalan pêk bînin'
'Em dê soz û berbirsiyariya Birêz Ocalan pêk bînin',em,dê,soz,û,berbirsiyariya,birêz,ocalan,pêk,bînin

'Em dê soz û berbirsiyariya Birêz Ocalan pêk bînin'

A+ A-

Berdevka Meclisa Jinê ya BDP'ê Pelîn Yilmaz, bang li hemû jinan kir ku sibê tev li kongreya jinan a li Enqereyê pêk bê bibin. Yilmaz, diyar kir ku jin berbirsiyarî û bang Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a "Dê sedsala 21'an bibe sedsala jinê" bidin ser milê xwe.

Berdevka Meclisa Jinê ya BDP'ê Pelîn Yilmaz, bang li tevlêbûna kongreya jinê ya di 28'ê Nîsanê de li salona Sporê ya Ahmet Taner Kişlali pêk bê kir. Sibê jin bi şîara "Jina bi rêxistin, rizgariya demokratîk û jiyana azad" dê 2'emîn Kongreya Asayî pêk bînin. Yilmaz, diyar kir ku dê di kongre dê neteweya demokratîk û yekîtiya neteweyî derkeve pêş. Yilmaz, da zanîn ku wan bi hemû beş û hevparên xwe yên jinan re civîn pêk anîne û li ser pêvajo û rewşa jinê niqaş meşandine. Yilmaz, anî ziman ku ji ber ku kongreya wan rastî pêvajoya Rizgariya Demokratîk hat ji bo wan wate û erkek cudali ser wan bar dike û wiha got: "Wekî tê zanîn di 21'ê Adare Newroza Amedê de peyama dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan hat xwendin. Birêz Ocalan di peyama xwe ya dîrokî de got 'Jinên ku dilê xwe xistine nava vê peyamê' û Birêz Oclan bi vê hevokê cihekî girîng da jiinê. Em dixwazin li hemberi vê peyamê bi tevlêbûn û berpirsiyariyek tam û xurt bersîvê bidin."

Yilmaz, da zanîn ku hewldan û xebata DOKH'ê ya hemû jinên Tirkiyeyê û Kurdistanê di bin baneyê xwe de bi rêxistin bikin û pirsgirêkên wan çareser bike heye û wiha axivî: "Xuya ye ku bi taybetî li Kurdistanê û bi tevahê li Tirkiyeyê em hêzek çalak in. Ji ber vê yekê her çend Meclisa Jinê ya BDP'ê di qada siyasî de xwedî rol û ristek be jî DOKH li Kurdistan û Tirkiyeyê tevgerek bi bandor û rêxistin e. Em nabêjin li Rojhilata Navîn û Mezopotamyaye tevgera herî baş a feminist e. Ji ber ku em rast nabînin ku wekî çanda femînen binirxînin. Em DOKH bi tevahî berpirsiyarî û rêxistinbûna jinan ji bo xwe rol û berbirsiyarek sereke dibînin.

Yilmaz, da zanîn ku bi hevîne ku sedsala 21'an bibe sedsala aştî û bêdengiya çekan a hemû Rojhilata Navîn û cîhanê. Yilmaz, bal kişand ser banga Ocalan a "Bila çek bêdeng bibin raman û siyaset biaxive û wiha dawî li banga xwe anî: "Em bang li hemû welatên Rojhilata navîn dikin ku guh bidin dengê Banga Birêz Ocalan. Rêberê PKKRê Abdullah Ocalan di peyama xwe de got "Dê sedsala 21'an bibe sedsala jinê". Em jî wekî Meclisa Jinê ya BDP'ê û hemû jinên kurd vê baweriyê di xwe de dibînin. Em bi bawerî û biryara ku dê sedsala 21'an bibe sedsala azadiya jinê em dê têkoşîna azadiya civakê bimeşînin. Em dê vê soz û berpirsiyariyê di 2'emîn Kongreya Jinê de û piştî wê pêk bînin."

(mae)