1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Em hemû Tahir in bi kuştinê xelas nabin'
'Em hemû Tahir in bi kuştinê xelas nabin',em,hemû,tahir,in,bi,kuştinê,xelas,nabin

'Em hemû Tahir in bi kuştinê xelas nabin'

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li enqere, Stenbol, Amed, Sêrt, Êlih, Dêrsim, Îzmir, Edene, Antalya, Hatay, Mêrsîn, Wan û Colemêrgê bi hezaran kes derktin kolanan û qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî şermezar kirin. Bi hezaran kesan gotin "Êm hemû Tahîr in, bi kutinê xelas nabin."

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî piştî li Amedê bi guyelên ku ji eniya polîsan ve hatin avêtin hat qetilkirin, li gelek bajaran çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Li bajarên wekî Stenbol, Amed, Sêrt, Êlih, Dêrsim, Îzmir, Edene, Antalya, Hatay, Mêrsîn, Wan û Colemêrgê bi hezaran kes derktin kolanan û qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî şermezar kirin. Bi hezaran kesan gotin "Êm hemû Tahîr in, bi kutinê xelas nabin." Li bajaran, endam û rêveberên Hêzên ked û demokrasiyê, rêveberên OHD, ÇHD, wekîlên HDP'ê, MHD, DBP, HDP, Şaxên girêdayî KESK'ê, Baro, HDK KJA jî di navde bi hezaran kes li kolan û qadên bajaran kom bûn û qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî şermezar kir. Komên ku li bajaran civiyan, bi pankart, dowîz û siloganan qetilkirina Elçî şermezar kirin û bertekên xwe yên li hemberî helwesta hikûmetê anîn ziman.

(mae)