1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Em hestiyê zarokên xwe dixwazin"
"Em hestiyê zarokên xwe dixwazin",em,hestiyê,zarokên,xwe,dixwazin

"Em hestiyê zarokên xwe dixwazin"

A+ A-

Çalakiya Dayikên Şemiyê ku her hefte bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin pêk tê, îro jî berdewam kir. Dayikan di çalakiyê de bang li rayedarên dewletê kir û got "Em hestiyên zarokên xwe dixwazin."

Dayikên Aştiyê yên Cizîre di çarçoveya çalakiyên hefteyi yên şemiyê de îro dîsa lêgerîna edaletê berdewam kirin. Dayikan ji bo winda bên dîtin û kujer ben darikandin, dîsa li ber Lîseya Cizîre kom bûn û çalakiya xwe di hefteya 39'an de ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin berdewam kirin. Dayikên şemiyê vê hefteyê dîsa li ber Lîseya Cizîrê kom bûn û xwestin winda bên dîtin. Endam û xizmên windayan, endamên MEYA-DER'ê û gelek kesên din amade bûn. Dayikên ku dîsa wêneyên windayan rakirin li ber diwarê Lîseya Cizîrê rêz bûn. Dayikan vê hefteyê çîroka Hasan Esenboga yê di salên 1990'an de hate revandin û windakirin pirsîn. Xwişka Esenboga Hatice Ozdemir, axivî û diyar kir ku Hasan ji aliyê Cemal Temîzoz û hevalên wî ve li malê hate binçavkirin û birin. Ozdemîr, da zanîn ku piştî birayê wê kuştin li navçeya Hezexê li nava zeviyekê avêtin. Ozdemîn, da zanîn ku berpirsiyarê kuştina Erdogan Cemal Temîzoz û hevalên wî ne û wiha axivî: "Em Serokwezîr Errdogan şermezar dikin. Em titekî neheq ji wan naxwazin. Em tenê hestiyên zarokên xwe dixwazin. Erdogan çima zarokên xwe naşîne şer. Çima zarokên xizanan dişine operasyonan û şer."

Dayikan piştî rûniştina 5 deqîqeyan dawi li çalakiya xwe anîn. DÎHA (mae)