`Em hêvîdar in konferans di nîsanê de pêk bê`
Demîrtaş: Hêvîdar in ku konferansa neteweyî di nîsanê de pêk bê
Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ku AKP dixwaze karsazan ji BDP’ê dûr bixîne û got; “Armanca wan ne qutkirina çavkaniyên aborî yên PKK’ê ne, yên BDP’ê ne.” Demîrtaş bal kişand ser hewldanên ji bo “Konferansa Neteweyî” û got; “Mixabin hemû rêxistinên Kurdan di vê mijarê de hewldanên pêwîst nekirine. Ger heta niha Konferansa Neteweyî pêk nehatibe, ev xeletiyek pir mezin e.” Demîratş diyar kir ku dê hevdîtinên wan ên di qada navneteweyî de berdewam bikin û ew ê xwe bigihînin DYA, Rûsya û Çînê jî.
Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku ji bo hin hevdîtinên dîplomatîk li Londona paytexta Îngilîstanê ye bersiv da pirsên rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka ya ku li Ewropayê weşanê dike. Demîrtaş der barê hevdîtinên xwe yên li Londonê, Konferansa Neteweyî ya Kurdan û mijarên din de daxuyaniyên girîng da.
AKP KOMÎSYONA HEQÎQETAN RED KIR
Demîrtaş der barê hestiyên ku ji li Amedê derketin de axivî û diyar kir ku sedema aşkerebûna bûyerên salên 1990’an helwesta hikûmetê ye û destnîşan kir ku wana ji bo ronîkirina van bûyeran daxwaza sazkirina Komîsyona Lêkolîna Heqîqetan kir, lê ev ye ji bi dengên AKP’ê hate redkirin. Demîrtaş got; “Ev ne karek wisa ye ku bi BDP’ê an jî partiyeke din çareser bibe. A girîng ew e ku ev bûyerane aşkere bibin. lê AKP’ê meseleyê ber bi aliyeke din ve dibe. Rêbaza herî rast ew e ku Meclîs yek ser mudaxeleyê meseleyê bike.”
DIXWAZIN KARSAZÊN KURD JI BDP’Ê DÛR BIXIN
Demîrtaş got; “Salên 1990’an lîsteyeke operasyona bê dengkirinê hebû, lîsteya Çîllerê. Piştî axaftina Çîllerê yên der barê vê yekê de înfaz dest pê kiribûn” û bal kişand ku niha jî rewşek dişibe wê demê heye û got; “Ne tenê karsaz di hedefê de ne, ji profesoran bigire heta parêzer, şaredar û her kes di hedefê de ne. Di vê çarçoveyê de li hemberî karsazan hin hewldan hene. Armanca wan a esas ne raswesatndina çavkaniyên PKK’ê ye, armanca wan rawestandina serweta Kurdan, tirsandina karsazên Kurdan e. Dixazin bi vê yekê karsazên Kurd ji BDP’ê dûr bixin. Di bin navê KCK’ê de li her derê Kurdan tengezar dikin. AKP dixwaze hemû civakê bitirsîne.
ERDOGAN DIZANE KÊ FERMANA KOMKUJIYÊ DAYE
Demîrtaş, beriya niha pirsa “Te fermana Komkujiya Roboskiyê da an na?” ji Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan pirsîbû û Erdogan jî bi heqaret û dijûnan bersiv dabû vê pirsê. Demîrtaş der barê bersiva Erdogan de got; “Serokwezîr Erdogan baş dizane berpirsê komkujiyê kî ye. Erdogan dizane kê fermana Komkujiyê daye. Ji ber wê jî pirsa ku me pirsiye pir hêsan e. Te fermana komkujiyê daye an na, ger ne te dabe, lê kê daye? Divê vê yekê aşkere bike, ji ber ku li holê sucek mezin heye. Em behsa sucek wisa dikin ku ew suc dikare Serokwezîr û kesên ku vê komkujiyê kirine heta dawiya temenê wan di girtîgehan de bihêle. Li holê komkujiyeke mezin heye. 34 ciwanên Kurd hatine kuştin. Ger ev yek heta Serokwezîr biçe, dê ew jî ber Dîwana Bilind were darizandin û dibe heta dawiya temenê xwe di girtîgehê de bimîne û dibe ev yek were rojê. Ji ber wê jî ew bi xwe pir tengezar bûye. Me roja destpêkê jî got, em dest ji pey vê komkujiyê bernadin.”
DOZ LI NECDET OZEL VEKIR
Demîrtaş der barê doza ku li Serfermandarê Tirk Necdet Ozel vekiriye û got; “Ji berk u min ji wî re got “onbaşi” doz l imin vekiriye. Ji ber ku wî jî peywira xwe bi xirabî bi kar aniye, me jî doz li wî vekir. Em ê îca dada darazê ya di vê mijarê de bibînin. Em ê bi hev re bibînin ka Serfermandareke ku bi aşkereyî suc kiriye, an ez ê ku min gotiye “onbaşî” dê bêne darizandin. Em ê bi hev re bibşînin. Ez li pişt vê dozê me.”
GELO KONFERANS DI NÎSANÊ DE PÊK TÊ?
Demîrtaş der barê xebatên wan ên ji bo Konferansa Neteweyî ya Kurdan de jî got; “Di rastiyê de ev çend sal in em ji bo vê yekê hewl didin. Lê mixabin rêxistinên din ên Kurdan bi qasî tê xwestin hewl nadin. Ji ber ku heta niha konferansa Kurdan pêk nehatiye, ev yek xeletiyeke pir mezin e. Niha çarenûsa Kurdan tê diyarkirin, hêzên navneteweyî projeyên xwe yên li ser Kurdan dixin meriyetê, ger Kurd di vê demê de yekitiya xwe çênekin, dê ev firsenda dîrokî ji dest wan biçe. Berpirsê vê yekê jî dê rêxisitnên Kurd ku piştgirî nedin vê konferansê bin. Em tişta ku dikeve ser milê me pêk tînin. Me gelek caran hevdîtin pêk anî. Me bi xwe bi Serok Barzanî û Serokomar Talabanî re hevdîtin pêk anî. Heta niha negotine “bila pêk neyê”. Lê heta niha ji bo pêkhatina konferansê jî tu pêngavên berçav nehatine avêtin. Niha jî şandeyek me li Başûr e. Em hêvî dikin ku dê konferans di meha nîsanê de pêk were.”
EM Ê XWE BIGIHÎNIN ÇÎN Û RÛSYAYÊ JÎ
Demîrtaş bal kişand ser hewldanên dîplomatîk ên BDP’ê yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û got; “Dê hevdîtinên me berdewam bikin. Di rojên pêş de, Hevseroka me Gultan Kişanak dê biçe Almanyayê. Em ê piştre biçin Fransa û DYA’yê. Em dixwazin xwe bigihînin Rûsya û Çînê û hemû derverên cîhanê û van hewldanên xwe yên dîplomatîk bidomînin. Têkiliyên me yên derve dê berdewam bikin.”
SPASIYA KURDÊN LI ÎNGILÎSTANÊ KIR
Hevserokê BDP’ê der barê serdanên xwe yên li Îngilîstanê de jî got; “Hevdîtinên me yên li Îngilîstanê pir bi feyde bûn. Min berê di axaftinan de jî behs kiribû. Ger Kurd niha di vê rewşê de bin, berpirsyartiyek mezin a vê yekê di stûyê Îngilîstanê de ye. Me bal kişand ku divê êdî rêzê ji mafên gelê Kurd re bigirin. Em çûn cem gelê xwe yê li vir. Pir bi coş û dilgerm bûn. Mirovên me yên li vir rojeva li welêt baş dişopînin û ji vir piştgiriyeke pir xurt didin me. Rûyê qirêj ê AKP’ê li her derê cîhanê aşkere bûye. Dîtina vê yekê pir baş e. Ez careke din malavahiya hemû gelê me yê li Îngilîstanê dikim.”
ANF NEWS AGENCY
