1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Em ji derbeyê re dibêjin Êdî Bes e!"
"Em ji derbeyê re dibêjin Êdî Bes e!",em,ji,derbeyê,re,dibêjin,êdî,bes,e

"Em ji derbeyê re dibêjin Êdî Bes e!"

Ji BDP'ê bangawazî: Em ji derbeyê re dibêjin Êdî Bes e!

A+ A-

Berpirsyara komîsyona hiqûq û mafên mirovan a BDP'ê Meral Daniş Beştaş di bin navê 'operasyonên KCK'ê de binçavkirin û girtina siyasetmedarên kurd û şaredarên BDP'î rexne kir û got; "Operasyon siyasî ne." Beştaş bang li gel jî kir û wiha axivî: "Rûpoşa hikûmeta AKP'ê êdî ketiye. Herkes li hemberî van pêkanînên ku tu têkiliya wê bi hiqûqê re tune ye divê bibêje êdî bes e."

Berpirsyara komîsyona hiqûq û mafên mirovan a BDP'ê Meral Daniş Beştaş li ser di bin navê 'operasyonên KCK'ê de girtina şaredar û rêvebirên BDP'a Wanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Beştaş diyar kir ku dem nakeve navbera pêlên operasyonan û hema hema her roj operasyon pêk tên. Beştaş got; "Rojekê xwendevanên tibê, roja paştir şaredar, piştre jin, zarok û lîse bi vî awayî dirêj dibe. Balkêş e ku hema piştî daxuyaniyên hikûmetê ev operasyon pêk tên. Ya ku tê firikîn, nîqaşkirin û pîlankirin, binçavkirin û girtin in. Rojnamevan ji ber rojnamevaniyê dikin, parêzer ji ber erka xwe ya parastinê dikin, parêzervanên mafên mirovan ji ber maf û azadiyan diparêzin, jin ji ber mafên jinan diparêzin, siyasetmedar ji ber siyasetê dikin, akademîsyen ji ber xebatên akademiyan dikin, ciwan ji ber mafên xwe diparêzin rastî operasyonan tên, wan dixin binçavan û digirin."

'Divê bertekên dijî girtinan bên dîtin'

Beştaş bal kişand li ser sedemê binçavkirinên li Wanê û anî ziman ku piştî binçavkirinan dozger tevlîbûna meşan, tevlîbûna mitîngan û tevlîbûna merasimên cenazeyan wekî sûç hatiye dîtin. Beştaş wiha axivî: "Tevî vana îfadeyên şahidên nepenî heye. Ji bo vê yekê divê 3 milyon hilbijêrên me werin girtin. Ji ber ku yê tevlî van xwepêşendanan nebûye nîn e. Divê hemû bên girtin." Beştaş bibîr xist ku li hemberî girtinan bertekeke mezin çêdike û divê ev hêrsa gel baş bibîne."

Ji bo gelê kurd bangawazî!

Beştaş tevî hemû zext û pêkûtiyan gelê kurd dev ji BDP'ê bernade û wiha dawî bi axaftina xwe anî: "Ev gel dev ji daxwaza xwe ya wekheviyê bernade. Îxtîdara ku li welatên din wekî nûnerê demokrasiyê xwe dide nîşandan li welatê xwe derbe li ser derbeyan dike. Gel vê yekê baş dibîne. Êdî rûpoşa wan ketiye. Em bang li gelê xwe xwe dikin ku ji vê derbeyê re bibêjin êdî bes e..

(ak)