1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. `Em ji samîmiyeta we bawer nakin`
`Em ji samîmiyeta we bawer nakin`,em,ji,samîmiyeta,we,bawer,nakin

`Em ji samîmiyeta we bawer nakin`

Dayikên Şemiyê: Em ji samîmiyeta we bawer nakin

A+ A-

Çalakiya Dayikên şemiyê ya ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 363'an de berdewam kir. Dayikên Şemiyê di vê hefteyê de bal kişand ser komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê û diyar kirin ku ew êdî bi samîmiyeta hikûmeta AKP'ê ya windayan bibînin û kujeran darizînin bawer nakin. Dayikan anîn ziman ku feraseta AKP û MHP'ê yek e û hemû pêşniyarên BDP'ê red dike.

Dayikên Şemiye ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, di hefteya 363'an de dîsa li ber Lîseya Galatasarayê kom bûn û pankarta "Faîl diyar in, winda li kune" vekirin û ji bo edaletê qerîyan. Dayikan dîsa wêneyên xizên xwe yên winda rakirin û qurnefil danîn ser wêneyan. Vê hefteyê endamê Kongreya Demokatîk a Gelan (HDK) Zeynep Tanbay û parazavana mafên mirovan Prz. Eren Keskin piştgiri da çalakiyê.

'Em qurnefilan dînin ser gorên wan'

Vê hefteyê hevsera Nîhat Aydogan Halîme Aydogan ku çîroka hevserê xwe yê di 31'ê mijdara 1994'an de hate binçavkirin û windakirin xwend. Halîme Aydogan bi kurdî axivî û wiha got: "Em êdî naxwazin qurnefil û çîçekan dînin ser wêneyan. Em dixwazin qurnefilan dînin ser gorên wan. Em ji kesî natirsin. Hûn jî ji kesî netirsin. Hemû rojnamegerên ku tên me dişopînin netirsin û dengê me belav bikin. Em dixwazin êdî dewlet hestiyên xizmên me bidin me."

Pişt re birayê Kenan Bîlgîn Îrfan Bîlgîn ê di 12'ê îlona 1994'an de hate binçavkirin û windakirin axivî. Bilgin, helwesta hikûmeta AKP'ê rexne kir û anî ziman ku ew bawer nakin ku komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê windayan bibîne û hesap bipirse.

Birayê Hasan Ocak Huseyîn Ocak jî axivî û da zanîn ku birayê wî di sala 1995'an de ji ailyê polîsan ve hate kuştin û hêj hesap nehatiye pirsîn. Ocak, ji bo bîranîna kesên di komkujiya 12'ê Adarê de li Gaziyê hatin qetilkirin bibin bang li her kesî kir û xwest her kes tev li bîranînê bibin.

Pişt re Dayikên Şemiyê çîroka Ahmet Şahîn ê di 18'ê Adara 1993'an de hate binçavkirin û qetilkirin xwendin. Ji Dayikên Aştiyê Ezgî Uçkardeşler çîroka Şahîn xwend û anî ziman ku Ahmet Şahîn di 18'ê Adarê de ji mala xwe derket û piştî hate binçavkirin êdî venegeriya malê û hate windakirin. Uçkardeşler, da zanîn ku Şahîn li ber çavê welatiyan ji aliyê cendirmeyan ve hate binçavkirin û pişt re hate windakirin.

'Min kuşt û avêt çopê'

Uçkardeşler, diyarkir ku ew Fermandarê Cendirmeya Lîceyê Nevzat Arik yê ku dema Şahîn hate windakirin dê peywîrdar bû berpisyar digrin û got ew dixwazin Arik bê darizandin. Uçkardeşler, destnîşan kir ku dema Arik peywîrdar bû li navçeya Lîceyê Hazroyê gelek kes hatine windakirin û wiha axivî: "Dema bavê Kamîl Gundogan yê hatiye windakirin ji bo piskirinê çû qereqolê Arik jê re dibejê 'Belê min lawê tê kuşt û avêt çopê' piştî Arik emeklî bû namzetê MHP'ê ."

'Ew nikarin samîmî bibin'

Uçkardeşler, anî ziman ku windakirina mirovan ya sîstematîk, encama mekanîzmaya rêxistinî û berfirêhê û wiha berdewam kir: "Bê cezakirina dema mirov dihatin windakirin îro jî berdewam dike. Bê çalakbûna dewletê ya bi tekîldarî windakirinan, li gorî hiquqa navnetewî dibe berdewam kirina çalakiyên windakirinê. Hikumetên faîllên Ahmet Şahîn yê ku ev 19 salê hatiye windakirin nabînê û darez nakin, berpirsiyarê windakirina wî ne. Kesên ku israra vî sucî dikin, di milê demokrasî mafê mirovan dê ne samîmî ne."

Çalakiya dayîkan, bi bangawaziya tevlîbûna doza Sîvasê û bîranîna Qetliyama Gaziyê dawî bû.

(dt/mae)