1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. 'Em jin di nava şer de winda dibin'
'Em jin di nava şer de winda dibin',em,jin,di,nava,şer,de,winda,dibin

'Em jin di nava şer de winda dibin'

A+ A-

NAGİHAN AKARSEL

Rêveberên jin ên partiyên siyasî yên di eniya sosyalîst de têkoşînê didin, diyar kirin ku di vê serdemê de aştî ji her demê bêtir lazim e û wiha gotin: "Ev pêvajo tenê dikare bi têkoşîna jinan bi pêş bikeve. Seroka EMEP'ê ya Enqereyê Îlke Işik Sagdiç, diyar kirin ku jin ne tenê ji ber dayik in aştîparêz in, her wiha bi nasnameya xwe ya jinê jî aştîparêz in

Sîstema serdest ya zilam, dengeyan xwe ya hez bi şerê li dijî gelan diyar dike. Herî mezin civaka jinê dibe maxdurê vî şerî. Jin di şer de rasta îşkence, pêkutî, tecawiz û gelek êrîşan tên û mirovên, hevserê û zarokên xwe winda dikin. Jinên sosyalîst ên siyasetê dikin li ser geşedanên dawî ji DÎHA'yê re axivîn. Endama Meclîsa Partiya Sosyalîs û Demokrasî (SDP) Burcugul Çubuk, diyar kir ku operasyona dersînor şerê germ aniyê rojevê û wiha got: "Ev demeke direje pevajo bi agirbesta yek alî pêş diket. Di operasyona dersînor de welatiyên sivîlan jiyana xwe dest didin û jinên rojhilat ji rojava zêdetir bedel didin. Ji ber ku di nava şer de herî zêde jin dikevin bin bandorê û dimirin. Rastî tecawizê tên. Dibin ganîmeta şer. Lê li herêma me em şer ew qas ji nêz ve hîs nakin. Peywirêk dikeve ser jinên Tirkiyeyê. Divê em bejin edî bes e. Divê operasyon bên sekinandin û agirbesta dualî pêk bê. Divê jinên Tirkiyê ji aşitiyê gavekê baveje. Tenê jin ji şer berjewandî nagir e."

Seroka Partiya EMEP ya Enqerê Îlke İşik Sagdiç jî, destnîşankir ku îktîdara siyasî dest bi şer kiriyê û ji xeynî şerê bi tank û topê jî şerê dernûnî jî dike. Sagdiç, diyar kir ku şer ji bo jinan du cara dibe îşkencê û got bi sedan cara şer ji bo jinan çiyê hatiyê testkirin û wiha axivî: "Jinên kurd di nav şer de ne êşek mezin dijîn. Jinên rojava şer hîs nakin. Jinên rojava dibin 35 salî, lê hejî nizani ku li herêmê şer heye ya na. Li dijî dengên şer dengê wan kemê û got ew ê bi cesaretek mezin xwîne bidin sekinandin û aştiyê ava bikin."

'Em peywîrdarin ku em drama şer ji hemû kesan re bejin'

Seroka Partiya Bindest ya Sosyalîs (ESP) a Enqerê Fadîme Çelebî de, da zanîn ku di şerên vê sadsalê pêk hatin de jin rasta îşkenceyên giran û tecawizê hatine û wiha axivî: "Bi taybet jinên li Kurdistanê tesîra şer gelek li ser wan heye. Lê tekoşîna xwe jî bilind kirin. Tekoşîna jinên kurd ya li dijî şer ji bo jinên Tirkiyeyê jî mînakî girîng e. Divê em ji bo welatiyên sivîl ên li Herêma Federal a Kurdistanê hatin qetilkrin bêdeng nemînin. Armanca me ew e ku em dayikên leşker û yên gerîlla li hev kom bikin. Divê tekoşînek mezin û azad ya jinên Tirkiyeyê derxin holê û bi tekoşîna jinên kurd vê bikin yêk. Hemû kes drama şer dijîn. Em peywîrdarin ku em drama şer ji hemû kesan re bejin." DÎHA (dt/mae)