1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. ´Em jî ji Serok Apo hez dikin´
´Em jî ji Serok Apo hez dikin´,em,jî,ji,serok,apo,hez,dikin

´Em jî ji Serok Apo hez dikin´

Zarokên pênaber ên boyaxvan: Em jî ji Serok Apo hez dikin

A+ A-

BÎLAL GULDEM Zarokên pênaber ên ku ji ber şerê li Suriyê reviyan hatin Êlihê, bi boyaxkirina pêlavan di xebitin û bi keda destê xwe debara xwe û malbata xwe dikin. Zarokan, diyar kir ku ew ji ber xizaniyê di xebitin û vê xebatê debara malbata xwe dikin û wiha gotin: "Em ne azadiya Suriyê em azadiya Kurdîstanê dixwazin. Em ji Rêberê PKK Abdullah Ocalan pir hez dikin û azadiya wî dixwazin."

2 salin ji ber ku şerê li Suriyê, bi hezaran welatî bûn pênaber û ji warên xwe derketin û li gelek deverên cûda bi cih bûn. Di serî de hemû bajarên heremê û li gelek deverên Tirkiyê belav bûn. Ji van pênaberan hejamarek mezin a ji hezaran pêk tê hatin Êlihê û li vir bicih bûn. Bi taybetî ev pênaberên ku hatine ji bajarên wek Heleb û yên dinan ên ku gelê Ereb lê dimînin ji ber şer reviyane û hatine li vir bûne pênaber. Jiyana wan hemûyan di nava belengazî û xizaniyê ve derbas dibe. Ji 7 saliya heta 70 saliya hinek bi parsekiye û hinek jî bi keda xwe debara xwe dikin. Ji van pênaberan 3 zarokê ku bi malbatê xwe re hatine Êlihê ji bo debara malbata xwe bûne boyaxvanê pêlavan û jiyana debara xwe pê dikin. Zarok bi keda destê xwe pênaberî, belengazî û xizaniya xwe derdixin ber çavan. Tişta herî balkêş jî ew e ku ji ber ku zimanê zarokan erebî ne, zarok bi zimanê heremê nizanin û zehmetiyan dikişînin. Şûna ku zarok di bin navê parastina zarokan de bên parastin û bi xwînin, lê belê ev zarok ne tên parastin û ne jî dikarin bixwînin. Encax jiyana wan bi karkeriyê û bi derbaskirina debarê re rû bû rû maye.

Yek ji van zarokan Fuad Behcet ê 14 saliye û bi malbata xwe re ji bajarê Helebê hatiye vir. Yek jî Mihemed Xêro ye 12 saliye û bi malbata xwe re ji bajarê Helebe hatiye. Zarokê sêyemîn Xalid Ebu Mihemed yê 14 saliye û ji bajarê Hemayê bi malbata xwe hatiye. Zarokan, diyar kir ku ew ji ber xizaniyê pêlavan boyax dikin û debara xwe û malbata xwe pê dikin. Zarokan, anî ziman ku ji serê sibê heta êvarê di xebitin û rojê carnan 10-15-20 TL’yan qezenç dikin. Zarokan, destnîşan kir ku ji ber ku ew li vir ji xwe re pere qezenç dikin ev der ji wan re pir başe ji vir memnûnin. Zarokan, diyar kir ku li Suriye wan ji bilî birçûbûne ji xwe re tu tiştî ne dîtine û got li wir ne mal û tu tiştek din tûnebûye ku pê debara xwe bikin. Zarokan, bi lêv kir ku ew mal û axa xwe dixwazin û da zanîn ku heta şer ji welatê wan bi dawî ew ê biçin welatê xwe û dîsa jiyana xwe dewam bikin.

Zarokan, anî ziman ku Esed ji bo wan tiştên ne baş kiriye û diyar kir ku ji bo wan mirovê herî kirêr Esed e. Zarokan, destnîşan kir ku ew beriya her tiştî azadiyê dixwazin û wiha got: “Em jî azadî û destkeftiyên li Rojava slav dikin. Ew ji bo me jî buye azadî û hêvî. Em tenê ne azadiya Suriyê dixwazin. Em azadiya Kurdîstanê jî dixwazin. Niha ji bo me buye war û welatê me. Em jî wek gelê kurd ji Serokê gelê kurd Serok Apo hez dikin û azadiya wî dixwazin. Ger ku ew azad bibe dê ji bo me hemûyan bibe firsatek herî mezin.”

(mae)


Bêjeyên Miftehî