'Em li cem çapemeniya azad in'
EDENE (DÎHA) - Kedkarên çapemeniyê yên li Çukurovayê li dijî pêkûtiyên li hemberî çapemeniya azad ne razîbûn nîşan dan û li dijî AKP'ê banga têkoşîna hevpar kir. Edîtora Mersîn Presê Denîz Çaglar got ku hemû çapemeniya derveyî hewzê hedefa AKP'ê ne.
Li navçeya Erdîşê ya Wanê roja borî nûçegihanê DÎHA'yê Îdrîs Yilmaz û nûçegihana JINHA'yê Vîldan Atmaca dema nûçe dişopandin hatin girtin. Rojnamegerên Çukurovayê li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşandan û diyar kirin ku pêkûtî û êrîşên li dijî xebatkarên çapemeniya azad didome.
Serokê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê Şaxa Edeneyê Salîm Buyukkaya diyar kir ku AKP piştî ku bû îxtidar êrîşên xwe zêde kir. Buyukkaya bilêv kir ku herî zêde jî çapemeniya muxalaîf rastî êrîşan tên û nirxandina "Li dijî van pêkûtî, êrîş û tehdîdan divê hem civak hem jî hempîşeyên me têbikoşin."
Nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Volkal Pekal jî got ku îxtidar çapemeniyê dixwaze bi pêkûtiyan biçewisîne û wiha axivî: "Evrense, DÎHA, Ozgur Gundem, Bîrgun û Cumhuriyet di bin pêkûtiyê de ye. Ev rojname rojeva gel redgihînin. Girtina 2 rojnamegeran nayê qebûlkirin. hinceta heri populer a girtinan heqereta li dijî serokomar e. Ev pêkanîn li Farqîn û Cizîrê qedexeya derketina derve, kuştinên sivîlan derveyî şerê qirêj nîne. Em li cem nûçegihanên DÎHA û JINHA'yê yên hatin girtin in."
'Doz ji ber sedemên siyasî tên vekirin'
Xwediyê Rojnameya Mêrsîn Timesê Mevlut Bozkur jî got ku her dem li dijî çapemeniya azad êrîş çêdibin û xebatkarên çapemeniyê yên ku geşedanên li Kurdistanê bi awayeke rast ji gel re radigihînin rastî pêkûtiyan tên. Bozkur bal kişand li ser dozên ku xebatkarên çapemeniya azad tên vekirin û anî ziman ku piranî dozên ku tên vekirin ji ber sedemên siyasî tên vekirin.
'Divê rastî bên vegotin'
Edîtorê Rojnameya Îmeceyê Ahmet Yîgît jî got ku şerê li Kurdistanê bi riya çapemeniya azad ve bi aweyeke rast tê ragihandin û AKP nikare bi girtinan vê asteng bike pêwîst be ew ê bi aweyeke dildarî bi xebatkarên çapemeniya azad re bixebitin.
Edîkora Mêrsîn Presê Denîz Çaglar jî derbirî ku yên ku derveyî nêrîna îxtidarê nûçeyan çêdikin dibin hedefa îxtidarê û nirxandina "hemû welatî bi telefonên destên xwe ve divê piştgiriyê bidin çapemeniya azad a ku tê xwestin bê bêdengkirin" kir.
(sa)
