1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Em navên bi kurdî bi fiîlî bi kar tînin'
'Em navên bi kurdî bi fiîlî bi kar tînin',em,navên,bi,kurdî,bi,fiîlî,bi,kar,tînin

'Em navên bi kurdî bi fiîlî bi kar tînin'

A+ A-

10:03 15.11.2013 1 / 6 AMED (DÎHA) - Şaredariyên Amedê li hemberê sererastkirina bikaranîna tîpên Q,X û W ên di nava "Paketa demokratîkbûnê" ya ji aliyê Serokwezîr Erdogan ve hate aşkerekirin, amadekariya ji bo îadekirina tabelayên navên berê yên parq û gundan serlêdan dikin, diyar kirin ku vê biryarî ji hêla wan ve wek e fiîlî bikar tanîn.

Bi aşkerekirina "paketa demokratîkbûnê" ya di 30'ê îlonê de ji hêla Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan ve hatibû aşkere kirin re dê navên gund, sazî, parq, cih û waran bên îade kirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şaredariya Sûrê û Şaredariya Yenîşehîrê, diyar kirin ku ji bo navên parq û gundên berêde bikaranî bûn bên îadekirin dê serî li walîtiyê bidin. Wekîla Şaredara Bajarê Mezin a Amedê Hafîze Îpek, diyar kir ku berê de navên gund û parqên hatibûn qedexekirin ji hêla hikumeta AKP'ê ve hatibû rakirin û vê yekî wek e nêzîkahiyek netewperestî bi nav kir. Îpek, da zanîn ku ew wek e şaredarî dê navên ku di navê de tîpên Q,W,X heye di her qadî de bi kar bînin. Îpek, wiha got: "Em biryarên ku meclîsa şaredariyê girtiye pêk tînin û heta dawî jî bi kar bînin. Em van navan dinivsînin û ji walîtî re dişîn in. Walîtî an erê an jî na, erê dike an jî nake, jixwe em wek e fiîlî bi kar tînin. Yê ji me re esas meclîsa me ye. Em dê li gelek cih û waran navên kurdî bi kar bînin."

Îpek, destnîşan kir ku wan li Sumerpark a Amedê de Mala Dîlberên Mezin vekiriye û anî ziman ku dê şaredarî li Amedê navên kurdî yên parq û kûçeyan bi karanînê berdewam bike. Îpek, da zanîn ku ew dê di nava avahiya xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê navê yekîneyan bi kurdî bidin. Îpek, ev tişt gotin: "Dê xebatên me vekirî berdewam bike. Me tabelaya xwe ya kurdî niha daliqandiye. Di avahiya xizmetê ya şaredariyê de hem kurdî û hem jî tirkî navan bi kar bînin."

Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş jî, diyar kir ku wan berê navê Kûçeya Pusucu ya li Taxa Ziya Gokalp a navçeya Surê navê Naum Faîk Palak danîbû, lê ji walîtî ve bi hinceta ev nav ne hemwelatiyê Komara Tirkiyeyê ye erê nekiri bû. Demîrbaş, wiha got: "Tabelayên ku berê de me vekirina wan kiribû demek dirêj e qedexeyî hatibû ser wan. Lê me vê qedexeyiyî wek e fiîlî têk biribû. Ji ber me tîpên di alfabeya tirk de tune ye bi kar aniye bi hinceta 'muxalefetê qanûna alfabeyê kiriye' derheqê me de doz hatin vekirin. Lê em dê bi israr û iniyadê vê mafî bi kar bînin." Demîrtaş, destnîşan kir ku ji bo îadekerina navên parq û cih warên ku di "paketa demokratîkbûnê" de tê nîşandan ji bo navên ku em dê bidin ser parq û bexçeyên nû çêbikin, serî li walîtiyê bidin.

'Me navê Merwanî ku çandeke aîdê kurdan e danî'

Şaredarê Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu jî, destnîşan kir ku wan wek e şaredariyê xebatên dîroka Amed û çanda hemwelatiyan nîşan dide pêk aniye. Kurbanoglu, da zanîn ku dê ketina tax û gundên navçeya Yenîşehîrê dê tabelayên kurdî û tirkî bên çikandin. Kurbanoglu, wiha got: "Me li Amedê navê Merwanî ku çandeke aîdê kurdan e danî. Me vê navî ji qeymakamtiyê re şand. Qeymakamtiyê jî vî navî red kir. Piştî hate redkirin me tabela xwe rakir. Di wê demî de redkirina tabelayê ya ji hêla qaymekamtiyê ve hatî kirin 2 hêman derdiketin pêş. Yekemîn ji hêla rêgazên lijneya giştî derveyê sinc û adabê ye, duyemîn jî di navê Merwanî de tîpa 'W' heye, muxalefetê qanûna alfabeyan kiriye biryarek wiha hatiye girtin."

(ea/mae)