1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Em ne Barzanî û ne jî Erdogan li vir naxwazin'
'Em ne Barzanî û ne jî Erdogan li vir naxwazin',em,ne,barzanî,û,ne,jî,erdogan,li,vir,naxwazin

'Em ne Barzanî û ne jî Erdogan li vir naxwazin'

A+ A-

09:35 14.11.2013 1 / 5 NURCAN AYDIN

AMED (DÎHA) - Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mezut Barzanî li ser banga Serokwezîrê Tirkiyeyê dê di 16'ê mijdarê de bê Amedê û beşdarî merasiman bibe. Barzaniyê ku li ser vexwendina BDP'ê û KCD'ê beşdarî Newroza Amedê nebû, li ser vexwendina Serokwezîr Erdogan beşdarî kongreya AKP'ê bûbû. Barzaniyê ku deriyê xwe li ser Hevserokê PYD Salih Muslim girt bêtir û di nava refên AKP'ê cih digire, dê di 16'ê mijdarê de bê Amedê. Welatiyên amedê bertek nîşanî hatina Barzanî da û diyar kirin ku ew ne Barzanî û ne jî Erdogan li Amedê na xwazin. Welatiyan diyar kirin ku Barzanî dijî gelê kurd bi AKP'ê re tifaqê ava dike û helwesta Barzanî rexne kirin.

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di Newroza 21'ê Adarê de ji bo gelê kurd pêşengiya çareseriya demokratîk ji Rojhilata Navîn re bike û aştiyek mayinde ava bikin peyamek girîng dabû. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo kurd yekitiya xwe ava bikin û pêşengiya aştiya mayinde û modernîteya demokratîk bikin xwestibû ku kurd yekîtiya xwe ava bikin û Kongreya Neteweya Kurd pêk bînin. Bang li hemû pêşengên kurd û tirk kiribûn ku rol û rista xwe bi cih bînin. Di vê Newroza 21'ê Adara 2013'an de BDP'ê û KCD'ê bang li Mezut Barzanî kir û xwest tev li Newroza ku 3 milyon kurd beşdar bûbûn bibe. Lê Barzanî ev xwendina BDP'ê û KCD'ê red kir. Pişt re deriyê xwe li ser Kurdên Rojava girt. Ji bo kongreya Netewî pêk neyê her tim hincet nîşan da û li pêş Kongreya Neteweya Kurd bû asteng. Herî dawî destûr neda ku Hevserokê PYD'ê biçe Herêma Federal a Kurdistanê. Li aliyekî Serokê Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê Necîrvan Barzanî li Ofîsa Serokwezîrtiyê ya Dolmabahçeyê Serowezîr Erdogan û Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglu ziyaret kir. Li aliyê din jî Mezut Barzanî beştarî Kongreya AKP'ê bû. Niha jî li ser banga Serokwezîr Tayyip Erdogan di 16'ê Mijdarê de tê Amedê. Li hemberî vê hatina Barzanî hemû sazî, rêxistin, esnaf û gelê Amedê bi hêrs û bertek in.

Welatiyên Amedê bertekên xwe nîşanî hatina Mezut Barzanî dan û diyar kirin ku hatina Barzanî ne ji bo xêra kurdan e.

Welatiya bi navê Meryem Guçlu, xwest ku Barzanî neyê Amedê û wiha got: "Gelê kurd 2 caran Barzanî dawetî Newrozê kir. Lê her du caran jî Barzanî dawetiya kurdan red kir. Destûr nedan ku Hevserokê PYD'ê Salîh Muslim derbasî Herêma Federal a Kurdistanê bibin. Li ser Kurdên Rojava ambargo danîn. Tu heq û mafê Barzanî yê ku bê Amedê tune ye. Îxtîdara AKP'ê li ser kurdan polîtîkayên înkar û îmhayê dimeşîne. Niha Barzanî jî hevkariya Erdogan dike. Divê Barzanî ji xwe şerm bike û neyê Amedê. Barzanî çima û bi çi rûyî tê Amedê."

'Bila Barzanî ji xwe şerm bike'

Guçlu, da zanîn ku piştî Ocalan pêvajo da destpêkirin şer rawestiya û kuştin sekinî û wiha berdewam kir: "Dewletê got bila şer bi dawî bibe û gerîlla paşve kişiyan. Lê li şûna dewlet gavan bavêje derî li ser Rojava girt, çete şandin nava Rojava. Girtî serbest bernedan û niha dixwaze şerê nava kurdan pêş bixe. Ji ber ku Barzanî hevkariya Tayip Erdogan dike divê ji xwe şerm bike. Tu welat kurdan û nasnameya kurdên bi rûmet qebûl nake. Ji xwe em kirine çar perçe."

'Ziyareta Barzanî lîstika Erdogan e'

Welatiyê bi naê Îlyas Dogan jî anî ziman ku ziyareta Barzanî ya Amedê lîstik û fenên Tayyip Erdogan e û dixwaze dîsa gelê kurd bixapîne û wiha got: "Dixwaze bêje Barzanî jî bi min re ye. Barzanî jî dixawze bêje 'Ez jî bi were me' û tê Amedê. Ji bo ser lêkirina dîwarê şermê yê dinavbera Nisêbin û Qamişlo de tê avakirin bigirin mijarek wisa derxistin pêş. Dixwaze li dijî kurdan yekîtiyek dijber ava bikin. Ewil derî li ser ruyê Salîh Muslim girtin. Barzaniyê ku rê û derî li Salih Muslim venekir niha bi çi rûyî tê Amedê. 30 salin kurdan dixapînin. Ez wekî welatiyek kurd Barzanî li vir qebûl nakim. Cihê Barzaniyê ku tevkarê AKP'ê ye li cem kurdan tune. Cihê wî ne li cem kurdan e.

'Ger ku Barzanî dibêje ez mirov im dê li cem gelê xwe cih bigire'

Welatiya bi navê Kudret Aslan jî anî ziman ku ger Barzanî divê ez mirov im wê li cem gelê xwe cih bigire û bi gelê xwe re tev bigere. Çawa Erdogan dibêje ez misliman im û li ser navê îslamê gel dixapîne, çeteyan dişîne nava gele Rojava, Barzanî jî li cem Erdogan digire û heman ferasetê diparêzin. Çeteyan dişînin Rojava u ciwanên me dikujin. Her roj dibêjin 'Allaha Ekber' û ciwanan dikujin. Mislimantî ne wisa ye. Ez bang li hemû kurdên ku di nava AKP'ê de cih digirin dikim û dibêjim êdî xwe bi komir û maqarnayê nefiroşin û nebin dijminê qewmê xwe."

Welatiya bi navê Emzade Çelenk, Şahide Haime û Hamdi Dolge jî bertek û nerazibûnên xwe yên li hemberî hatina Barzanî ya Amedê anîn ziman û diyar kirin ku ew naxwazin ku Barzanî bê Amedê. Welatiyan anî ziman ku Barzanî tevkarî û hevkariya AKP'ê dike û bi hevre li dijî kurdan şerê qirêj û taybet dimeşînin. Welatiyan da zanin ku AKP û Barzanî li dijî yekîtiya Rojava û PKK'ê tevkariyê dikin û dixwazin li dijî PKK'ê û Rojava û têkoşîna azadiya kurd şerê taybet bimeşînin. Welatiyan da zanîn ku ji ber herî zêde BDP li Amedê bi hêz e dixwazin vê hêza BDP'ê û azadiya kurdan bişkînin. Welatiyan destnîşan kir ku AKP her tim serî li şerê taybet, rizandin û birakujiyê dide û dixwaze bira bi bira bide kuştin û perçe bike.

(mae)