1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Em ne girêdayî Desteya Bilind in"
"Em ne girêdayî Desteya Bilind in",em,ne,girêdayî,desteya,bilind,in

"Em ne girêdayî Desteya Bilind in"

YPG: Em ne girêdayî Desteya Bilind in

A+ A-

Qamişlo - Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) got ku Desteya Bilind a Kurd sozên ku dane pêk neanîne ragihand ku ji niha û pêve dê li gorî biryarên Desteya Bilind a Kurd (DBK) tevnegerin. YPG’ê da zanîn ku li gorî encamên hevdîtinên di navbera her du aliyan de diviyabû DBK, YPG’ê weke hêza sereke ya parastina Rojavayê Kurdistanê bibîne û rexne li DBK’ê kir.

Fermandariya YPG’ê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku ew ê li gorî biryarên DBK’ê tevnegerin û diyar kir ku ji ber ku DBK’ê sozên dane bi cih neanîne, loma ew jî biryareke wiha didin.

DBK’Ê PIŞTGIRÎ DABÛ HELWESTA YPG’Ê

YPG’ê got; “Piştî civîna li Hewlêrê di navbera Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û Encûmena Niştimanî ya Kurd hate lidarxistin û di encamê de Desteya Bilind a Kurd hate sazkirin. Di wê demê de YPG'ê diyar kir ku biryarên ku dervevî berjewendiyên partiyan û yên ne di xizmeta gelê Kurd dee em ê nas nekin, lê biriyarên ku bikevin çarçoveya xizmeta gelê Kurd û netewa Kurd em ê pê ve girêdayî bin. Her wiha beriya çend rojan DBK di daxuyaniyeke xwe de diyar kir ku em piştgiryê didin helwesta YPG'ê ku dibêjin em ê bi biyarên DBK ve girêdayî bin”

DIVIYABÛ YPG WEKE HÊZA FERMÎ BIHATA RAGIHANDIN

YPG’ê da zanîn ku li ser daxwaza herdu meclîsan beriya demekê YPG'ê bi Desteya Bilind a Kurd re civiya û got; “Di vê civînê de hin mijarên girînng hatin nîqaşkirin. Yek ji wan mijaran peywendiyên YPG'ê bi Desteya Bilind a Kurd re dê çawa be. Her wiha dê çawa ev biryar di pratîkê de pêk werin. Dîsa di wê civînê de Desteya Bilind a Kurd biryara da ku dê DBK di daxuyaniyeke xwe de, destnîşan bike ku YPG'ê hêza sereke û fermî ya parastina nirx û deskeftiyên gelê Kurd e li Rojavayê Kurdistanê ye".

JI BO DESTEYA BILIND REXNE

Daxuyaniya YPG’ê wiha didome; “Her çendî demeke di ser vê civînan her du aliyan re derbas bûye, lê hîna Desteya Bilind a Kurd tu daxuyanî nedane û sozê xwe bi cih neanîne. Ev yek destnîşan dike ku Desteya Bilind a Kurd ne amede ye ku Yekîneyên parastina Gel(YPG) qebûl bike. Her çendî hewldanên YPG'ê çêbûn ku ew dê girêdayî biryarên Desteya bilind a Kurd be û weke nûnerê fermî yê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê qebul bike jî, lê hate diyarkirin ku Desteya Bilind a Kurd di biryar û pêngavên xwe de ne cidî ye.

Em weke YPG'ê biryar didin ku ji vir û pê de em ê tu peywendiyên xwe bi biryarên Desteya Bilind a Kurd re nîşan nedin. Em ne girêdayî encamên û biryarên ku di civîna dawî ya Desteya Bilind a Kurd ku di navbera 07-08 Îlonê de li Hewlêrê pêk hatiye nîşan didin û em ê li gor bername û planzasiya xwe xebatên xwe yên parastinê berdewam bikin. Tişta ji bo parastina gelê Kurd bikeve ser milê me, em ê pêk bînin. YPG'ê ne berpirsyarê berûvajîkirina biryaran e, heyanî ku Desteya Bilnd a Kurd biryarên xwe di berçavan re derbas neke û bi awayekî ciddî nêzî biryaran nebe, em ê peyewendiyên xwe rabigirin û em ê tu berpirsyartiya biriyarên ku hatine giritin negrin ser milê xwe. Em weke YPG'ê ne girêdayî tu ne girêdayî tu partiyan in. Em Yekîneyên paratsinê ne, tenê têgîna me ya bingehî parastina Gelê Kurd, kî têgîna wî ya siyasî çi be bila bibe, wê me girênede".

YPG

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku Rojavayê Kurdistanê û bajarên mezin ên Sûriye paytext Şam û Helebê Kurdan diparêzin, gelek caran bang li ciwanên Kurd kirine ku neçin leşkeriya rejîma Sûriyeyê. Li ser vê bangê keç û xortên Kurd tevlî nava refên YPG’ê dibin û gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê diparêzin. YGP’ê di 19’ê Tîrmehê de ango di dema rizgarkirina bajarê Kobanîyê de bi awayeke fermî avabûna xwe ragihandibû. Her wiha, YPG li hemberî êrîşên rejîma Esad ên li hemberî Kurdan çalakiyên bersivdanê pêk tîne.

ANF NEWS AGENCY