1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ´Em pergala Îmraliyê naxwazin´
´Em pergala Îmraliyê naxwazin´,em,pergala,îmraliyê,naxwazin

´Em pergala Îmraliyê naxwazin´

Girtiyên di grevê dene: Em teqez pergala Îmraliyê naxwazin

A+ A-

HAMDULLAH KESEN Girtiyen girtîgeha Tîpa H a Dîlokê yên ji bo azadiya Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan û mafê gelê kurd ên demokratîk ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger, der barê çalakiya xwe de nerînên xwe anîn ziman. Çalakger Necmettin Ayhan, Muslum Demir û Murat Gumuş, bi nameyekê diyar kirin ku ji ber ew êdî teqez pergala Îmraliyê qebûl nakin vê çalakiyê pêk tînin. Çalakgeran, anîn ziman ku ji bo pergala Îmraliyê perçe bikin, astengiyên li pêş zimanê kurdî rakin û rêya aştî û muzakereyan ji nûve vekin vê çalakiyê pêk tînin û wiha gotin: "Em bi vê bîr û baweriyê dê heta dawî têbikoşin û tu carî tawîzan nadin û gavan bi paşve navêjin."

Çalakiya girtiyên PKK û PAJK’îyan a greva biçîbûnê ya bêdem û dorveneger a ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Oclan ku di 12’ê îlonê de hate dest pêkirin di roja 47'an de bi tevlêbûnek zêde berdewam dike, didome. Girtiyên ku di 24'ê Îlonê de li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê dest bi greve kirin û bi nameyekê armanca çalakiyê anîn ziman. Çalakger Necmettîn Ayhan, Muslum Demîr û Murat Gumuş bi rêya malbatê agahî dan û diyar kirin ku heta daxwazên wan pêk bê dê bi biryar çalakiya xwe berdewam bikin.

'Nêzîkatiya Brêz Ocalan nêzîkatiya gelê kurd e'

Çalakger Necmettîn Ayhan ku di sala 1977'an de li Gundê Kunteşê yê Dihê ya Sêrtê ji dayik bû, di sala 2003'an de li Çiyayên Amanosê tev li PKK'ê bû. Ayhan, ku piştî pevçûnekê hate girtin û niha li Dîlokê girtiye armanca çalakiya xwe wiha got: "Gelek sedemên vê çalakiyê hene. Gelê kurd heta niha bi sedan caran rastî komkujiyê hatiye. Gelek caran li dijî neheqî zilm û zordariyê serî hildaye. Her tim rastî polîtîkayên înkar û îmhayê hatiye. Nasname, nav, welat û her tiştê wî her tim hatiye înkarkirin. Brêz Abdullah Ocalan gelê kurd ji nûve bi ruh kir û zindî kir. Brêz Ocalan gelê kurd kir xwedî nasname û ruh. Hebûna gelê kurd bi Brêz Ocalan ve grêdayî ye. Nêzîkatiya Brêz Ocalan nêzîkatiya gelê kurd e. Ji bo ku em li hemberî Brêz Ocalan nebin rêhevalên kêm û lawaz em dest bi vê çalakiyê dikin. Bi aliyê hestewarî û ramanî ji bo ku em ji derûniya înkarê rizgar bibin, em pêdivî bi vê yekê dît. Ji bo ku em dawî li polîtîkayên înkara ziman, nasname, çand, siyasî, leşerî bînin, min dest bi vê çalakiye kir. Êdî dema ku gelê kurd azad bibe û li Rojhilata navîn bibe xwedî statu hatiye. Ev yek jî dê bi azadiya Brêz Ocalan pêk bê."

'Ez bawer dikim ku ev çalakî dê bibe zimanê demokrasiyê'

Murat Gumuş ku di sala 1983'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji dayik bû di sala 2008'an de li Dîlokê di xebatên YDG'ê de li Dîlokê hate girtin. Gumuş, anî ziman ku heta daxwazên wan pêk bê dê çalakiya xwe berdewam bikin û bi tu awayi mudaxaleya Tibbî qebûl nakin. Gumuş, der barê armanca çalakiya xwe de wiha got: "Li dijî Brêz Ocalan tecridek pir giran û li dijî sinc tê meşandin. Pergalê bawer kir ku dê bi tecrîdê gelê kurd belav bikin û mafê xwe yê ji statuyê ji bîr bikin. Lê gelê kurd her tim li dijî tecrîdê û ji bo Azadiya Brêz Ocalan têkoşîyan û derketin kolanan. Armanca gelê kurd Pergala Îmralî têk bibin û Brêz Ocalan azad bikin. Êdî azadiya Brêz Ocalan azadiya gelê kurd e. Di vê pêvajoya ku gelê kurd berxwedan daye destpêkirin nabe ku em bêdeng bimînin. Di vê pêvajoyê de berxwedan rolekî dîrokî û jiyani ye. Ez bawer dikim ku ev têkoşîna me dê bibe zimanê demokrasiyê. Ez kêfxweş û bi biryar im."

'Em teqez gavan bi paşve navêjin'

Muslum Demîr ê di sala 1987'an de li navçeya Pirsûsa Rihayê ji dayik bûye jî anî ziman ku yekem car dikeve grevê û wisa dirêj didome. Demîr, der barê armanca xwe de wiha got: "Ger ku em naxawzin bi pergala Îmraliyê re bijî divê em li dijî vê pergalê derkevin. Ger ku em vê pergalê qebûl nakin tivê em li dijî wê teqez tê bikoşin. Ji ber ku ez vê pergala Îmraliye red dikim û azadiya Brêz Ocalan dixwazim ez ketime nava vê çalakiye. Ez dê heta dawî çalakiya xwe berdewam bikim. Dîsa ez ziman bûbûna xwe dibînim. Ez bawar dikim ku em dê bi vê têkoşîna xwe bigêjin armanca xwe û gelê kurd dê bi ser bikevin.

(mae)


Bêjeyên Miftehî