´Em piştevaniya pêvajoyê dikin´
Nêçîrvan Barzanî: Em piştevaniya pêvajoya aşitiyê ya li Tirkiyeyê dikin
ANF-HEWLÊR 02.05.2013 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku got ‘Hatina çekdarên PKK’ê bo Herêma Kurdistanê tiştek ne kêm e” diyar kir ji bo pêkhatina aşitiyê di navbera Kurdan û Tirkiyeyê de tişta bikeve ser milê wan ew amade ne bikin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ku bi şandeyek ji Başûrê Kurdistanê çûbû Bexdayê, bi morkirina lihevkirinek li Serokwezîrê Iraqê Nûrî el Malikî dawî li boykota parlementer û wezîrên Kurd a bo Parlementoya Iraqê anî.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barazanî di daxuyaniya ku dayî de ragihand ku bi civînek ya ku hemû nûnerên partiyên Kurd tevlîbûyî de biryara boykotkirina vîna Bexdayê hatiye paşvekişandin, êdî dê parlementer û wezîrên Kurd tevlî rûniştinên parlemento û kabîneyan bibin.
Piştî ku îdareya Başûrê Kurdistanê û hikumeta Bexdayê de li ser parvekirina dahata petrolê ya di firotinan de tê bidest xistin li hev nekir û peymana hatî kirin îdareya Malikî qebûl nekir, di hevdîtinên li ser bûtçeyê lihev nekirin li ser vê yekê wezîr û parlementerên Kurd dest bi boykotê kiribûn.
Nêçîrvan Barzanî, di daxuyaniya çapemeniyê de bal kişand ser pêvajoya aşitiyê ya li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê û got: “Hikûmeta herêma Kurdistanê, bêyi ku destê xwe bixe nav karûbarên Tirkiyeyê, piştevaniya pêvajoya aşitiyê li Tirkiyeyê dike û hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo dîtina çareseriyekê bo pirsa kurd ku di berjewendiya gelê kurd û gelê tirk de be, alîkariya hikûmeta Tirkiyeyê dike. Em dixwazin ku, têkeliyên Îraqê bi hemû dewletên cîran re, bi taybetî bi Tirkiyeyê re, baş bin. Hatina çekdarên PKKê bo herêma Kurdistanê tiştek ne kêm e. Em her tim piştevaniya pêvajoya aşitiyê li Tirkiyeyê dikin.”
