1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. ´Em piştgiriyê didin manifestoya Ocalan´
´Em piştgiriyê didin manifestoya Ocalan´,em,piştgiriyê,didin,manifestoya,ocalan

´Em piştgiriyê didin manifestoya Ocalan´

Rêxistinên jinan ên Hewlerê: Em piştgiriyê didin manifestoya çareseriyê ya Ocalan

A+ A-

HEWLÊR (DÎHA) - Nûnerên jin yên partî û rêxistinên Herêma Federal a Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê ku ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin anîn ziman. Jinan piştgiriya xwe wiha anîn ziman: “Ocalan ji bo aştiyek mayînde têdikoşe û ev derfete daye destê herdû aliyan lewra peyamên birêz Ocalan pêwîste ji aliyê herdû aliyan ve bi baldarî were şopandin û li ser wî bingehî tevger bikin.”

Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ya li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê ya bi rêya guftigo û hevdîtinan ji bo aştiyek mayînde li Tirkiyê, ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin. Hemû aliyên li dijî şer derdikevin û dilê wana ji bo aştiyê lê dide piştgiriya xwe ji bo vê pêvajoyê diyar dikin. Jinên pêşeng yên Herêma Federal a Kurdistanê jî li ser vî bingehî ji ajansa me re nêrîn û ramanên xwe yên jibo pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê anîn ziman. Jinan diyar kirin kû yek kes heye vê pêvajoyê bigehîne serkeftinê, ew jî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalane. Jinan diyar kirin ku li beramber paşve kêşana gerîlla ji nava Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê pêwîste artêşa Tirk jî leşkerên xwe ji herêmên Bamernê, Amêdiyê, Kanîmasê û Şêladizê yên dikevin nav sinorên Başûrê Kurdistanê derbixe.

Jinan bang li hemû alî û hêzên Kurd û Herêma Kurdistanê kir kû piştgiriya xwe di asta herî bilind de bidin pêvajoya aştiyê ya Bakûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin. Jinên siyasetmedar û berpirsên rêkxistinên jinan yên Başûrê Kurdistanê nêrînên xwe wiha anîn ziman:

Bila Tirkiye jî leşkerên xwe ji Başûrê Kurdistanê paşve bikêşîne

Rêvebera Peymangeha Pirsgirêkên Civakî ya Yeketiya Jinên Kurdistanê kû girêdayî Partiya Demokrata Kurdistan (PDK)ê Mahabad Qeredaxî, da zanîn kû destpêkirina vê pêvajoyê dawî anîna rêjandina xwînêye û wiha got: “Destpêkirina pêvajoya aştiyê ji aliyê birêz Ocalan ve bû sedem kû bi hemûyan re hêviya aştiyek mayînde bide rûnişkandin. Hemû kes û hemû aliyan baş dizanî kû tenê riyek ya çareseriya pirsgirêka Kurd heye ew jî muxatab girtina birêz Ocalane. Lewra destpêkirina vê pêvajoyê ji aliyê birêz Ocalan ve û di heman demê de ji aliyê dewletê ve Ocalan muxatab dîtin hêviyên mezin jibo çareseriya pirsgirêkê dide afirandin.” Qeredaxî da zanîn kû, di vê pêvajoyê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd erk û berpirsyartiyek mezin dikeve ser gelê Kurd yê her çar parçên Kurdistanê bitaybet gel, partiyên siyasî, rêkxistinên civakî yên Başûrê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û li gorî vê pêwîste erkê xwe baş pêkbînin û xebata xwe bêxin di xizmeta aştiya Bakûrê Kurdistanê de. Qeredaxî gotinên xwe yên kû bi hêviyên aştîyê dagirtine wiha berdewam kir; “Bakûrê Kurdistanê di hemû aliyan de bihêztirin parça Kurdistana mezine. Lewma azadbûn yan jî bûyîna xwedî statoya ya Bakûrê Kurdistanê di heman demê de wê ji parçên din yên Kurdistanê re jî bibe hêz û piştgiriyek mezin. Ji ber wê li ser vî bingehî pêwîste gel û hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê tevbigerin. Qeredaxî têkildarî paşvekêşan Hêzên Parastina Gel (HPG) ji nav sinorên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê jî wiha got: “Wek birêz Ocalan dayî diyar kirin pêwîste li ser bingehek zagonî were danîn û ji aliyê Meclîsa Tirkiyê ve bi awayek fermî bangaweziya başvekêşanê were kirin. Herwiha divê Tirkiye jî leşkerên xwe yên di sala 1997’ê heta niha li çend deverên cuda yên Başûrê Kurdistanê bicihkirine paşve bikêşîne Tirkiyê.”

Divê Başûrê Kurdistanê piştgiriya xwe bide pêvajoya aştiyê ya li Bakûrê Kurdistanê

Berpirsa Yeketiya Jinên Kurdistanê ya bajarê Hewlêrê kû girêdayî Yeketiya Nîştîmanê Kurdistan (YNK) Sozan Feqe jî anî ziman ku pêwîste gelê Kurd û gelên Tirkiyê vê firsenda dîrokî ji destê xwe bernedin û sekna wana şayanê aştiyek mayînde be. Sozan wiha axivî: “Pêvajoya kû li Tirkiyê ji aliyê birêz Serok Ocalan ve hatiye destpêkirin xwedî girîngiyek bê hempaye. Pêwîste ji niha û pêde wek Ocalan gotî dawî li qonaxa şer bê û têkoşîn bi riyên aştiyane û guftigo were kirin. Di vê hemû Kurd bitaybet Kurdên Başûrê Kurdistanê û Hikumeta Herêmê piştgitiya xwe jibo çareseriya pirsgirêka Kurd ya Bakûrê Kurdistanê û Hevdîtinên bi Îmralî re tên kirin werin nîşakirin. Bakûrê Kurdistan hem di aliyê coxrafî, hem di aliyê şênî hem jî di aliyê siyasî xwe ji hersê parçên din yên Kurdistanê jî meztir û xwedi rolek zêdetire. Ji ber vê pêwîste daxuyanî, çalakî û sekna gelê Başûr û Herêma Kurdistanê xizmetê ji çareseriya pirsgirêka Kurd ya Bakûrê Kurdistanê re bike.” Têkildarî pêvajoya aştiyê, rola jina Kurd di pêvajoya aştiyê de û paşvekêşan gerîllayan ji Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê jî Soza wiha got: “Pêwîste jinên Kurd rola xwe ya heta niha jibo aştiyê leyîstî ji niha û pêde hîn baştir bileyzin. Ji ber kû di pêvajoya 30 salan ya şerde yên herî êş kêşandî dayik û jinin. Pêvajoya kû li Tirkiyê hatiye destpêkirin her çendî pêngav bên avêtin jî lê ne gihiştiye wê radeyê kû PKK dest ji çekan berde. Pêvajoya çek berdanê pêngava herî dawi ya çareseriya pirsgirikê Kurde. Ev jî samimiyeta dewletê û pêngav avêtina wê ve girêdayiye. Eger pirsgirêka Kurd li Bakûrê Kurdistanê çareser bibe, bandorek erênî li ser hersê parçeyên din yên Kurdistanê dike. Bi kurtî çareseriya pirsgirêka Kurd a Bakûrê Kurdistan azadbûna her çarparçên Kurdistanê ye. Ger yek ji pêngavên pêvajoya aştiyê vekêşana gerillayan ji Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê be wê demê divê leşkerên Tirkiyê jî Başûrê Kurdistanê derkbikevin.”

Hevdîtina Nûnerên KCK’ê bi birêz Ocalan re bilezkirin û serkeftina vê pêvajoyê ye

Sekretera Encûmena Tevgera Goran ya Hewlêrê Êvar Îbrahîm bilêv kir kû pêvajoya aştiyê ya kû ji aliyê Abdullah Ocalan ve hate destpêkirin gelek girînge û wiha got: "Em hemû pê keyfxweşîn û ji bo me cihê şanaziyê ye Pêwîste ne bi rêya çek birêyên aştiyane ev pirsgirêke were çareser kirin. Yekbûn û yekdengbûna Kurdan dikare vê pêvajoya aştiyê bileztir pêşbixe. Lewra divê Kurd erkê xwe yê di vê pêvajoyê de baş bizanin û di cihê xwe û demê xwede pêkbînin. Ev wê bibe bihêzbûna gelê Kurd û azadbûna her çar parçên Kurdistanê. Em wek Tevgera Goran vê pêvajoyê bi keyfxweşî pêşwazî dikîn û piştgiriya xwe dîdin nîşakirin herwiha hêviya serkeftinê ji tekoşîna Kurdan a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dixwazin. Çi bikeve ser milên me bi riyên aştiyane em jî wê tişta ji destê me were emê bikîn. Pêwîste Tirkiye jî li hember paşve kêşana gerilla ji Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê leşkerên xwe ji başûrê Kurdistanê vekêşe.” Êvar balkêşand ser peyama Serokê Konseya Koma Civakên Kurdistan (KCK) Mûrad Karayilan û wiha bilêv kir: “Birêz Karayilan jî daxwaz kiriye kû şandek ya KCK’ê jî biçe Îmralî hevdîtin bi Rêber Apo re pêkbîne. Eger ev yek ji aliyê Tirkiyê ve were pejirandin pêngavek pir girînge û wê bibe yek ji pêngavên herî bi bandor jibo pêvajoya aştiyê.Gihiştina asta pêvajoya aştiyê ya têkoşîna azadixwaz a gelê Bakûrê Kurdistan û bihêzbûna dîplomasiya Kurdan gelek girînge. Ji bo aramiya Rojhilata Navîn pêkwere divê pirsgirêka Kurd çareser bibe. Ji bo kû Tirkiye pêngavên erênî û lezgîn bavêje divê hêzên siyasî û civakî û tevayî gelê Kurd û gelên aştixwaz li ser bingehê guftigo û aştiyê zextê li ser Tirkiye bidin meşandin.”

(wd-mkb/mae)