"Em têgehên teror û terorîst nasnakin"
Aydogan: Em têgehên teror û terorîst nasnakin
Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, gotinên Serokwezîr Erdogan ên "Ti terorê re têkoşîn bi aliyê wan ê siyasî re muzakere" renexe kir û wiha got: "Em li vir ji wî re dibêjin, em têgehên teror û terorîst nasnakin. Kesên ji bo têkoşîna azadiyê bimeşin û tevlî PKK'ê bûn navê wan gerliyê PKK'ê û şervanê azadiyê ne."
Ji bo Endama HPG'ê Asuman Mecel (Viyan Dîrok) a li Bedlîs û Sêrtê jiyana xwe ji dest da li gundê Mîreliya yê navçeya Farqînê mewlîd hate dayîn. Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, nûnerên DÎAY-DER û MEYA-DER'ê, rêveberên BDP'ê û saziyan jî di nav de zêdehî 3 hezar kes tevlî mewlîdê bûn. Rêveberê MEYA DER'ê Medenî Aktar, di mewlîdê de axivî û sersaxî li malbat û gelê kurd a û wiha got: "Êşa me gelek mezin e. Bi rojanin em li çoltaran cenazeyan kom dikin. Lê sozeke me heye. Berxwedan jiyan e."
Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan jî diyar kir ku ew bejna xwe li ber kesên jiyana xwe ji dest dan ditewîn e û wiha got: "Têkoşîna kurd a 30 salin berdewam dike ji têkoşînên cîhanê cuda dike gerîlayên jin in. Ji ber vê yekê ye têknaçe. Teqez jî têknaçe û bila hemû kesê vê yekê wisa bizanin." Aydogan, gotinên Serokwezîr Erdogan ên "Ti terorê re têkoşîn bi aliyê wan ê siyasî re muzakere" bi bîrxistin û wiha pê de çû: "Em li vir ji wî re dibêjin em têgehên teror û terorîst nasnakin. Heke li teror û terorîst bigere li vir lênagere. Li ser axa Kurdistanê lênagere. Bila li welatiyên din lêbigere. Tenê em tiştekî dizanin li vî welatî rêxistina têkoşîna azadiyê ya kurdan dimeşîne heye û navê wê jî PKK ye. Kesên di nav PKK'ê de têkoşînê dikin jî navê wan gerîlayên PKK û şervanên azadiyê ne. Rêberê vê têkoşînê jî Birêz Abdullah Ocalan e. Hete ev yek wisa neyê qebûlkirin behsa çareseriyê nayê kirin. Bila li bendê nebûn ku em ji wan re bêjin terorîst. Zarokên vî gelî ji bo nasname, azadî û zimanê xwe yê zikmakî têkoşîna bi rûmet didin û şehîd kevin."
Bavê Asuman Mucel Sofî Medenî Mucel jî axaftineke kin kir û wiha got: "Dibêjin Berxwedan Jiyane. Raste e zarokên kurdan ên temenê wan 17-18 salî jiyana xwe ji dest dan. Berxwedan Jiyane. Ji bo ji gelê kurd re jiyaneke bi rûmet bînin û koletî qebûl nekirin."
Li ser navê DÎAY-DER'ê Mela Zahît Çîftkuran jî axaftinek kin kir. Piştî axaftinan xwarina mewlîdê hate dayîn. Piştî xwarinê girse ber bi goristanê ve meşiya û gora Asuman Mucel ziyaret kir. Di meşê de slogana "Şehîd Namirin" hate berzkirin.
(bd)
