1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Em ê bi dijwarî bersivê bidin her êrişekê!"
"Em ê bi dijwarî bersivê bidin her êrişekê!",em,ê,bi,dijwarî,bersivê,bidin,her,êrişekê

"Em ê bi dijwarî bersivê bidin her êrişekê!"

A+ A-

22 Cotmeh 2011 BEHDÎNAN - Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê derbarê êrişa hewayî ya di 10’ê cotmehê de ya li ser Xinêre-Xakûrkê, ku têde yek jê endamê Konseya KCK’ê, 2 Endamên Konseya Leşkerî ya HPG’ê û bi giştî 7 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan de daxuyaniyek da. HPG’ê got; “Divê were zanîn ku em ê ji niha û pêve li ser esasê Şerê Gel ê Şoreşgerî, bi awayeke dijwar û berfireh bersivê bidin hemû êrişên artêşa dagirker a TC (komara tirk) û desthilatiya kesk-faşîst.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê der barê 7 gerîlayên jiyana xwe ji dest dane de, daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG’ê têkildarê nasnameya gerîlayan agahiyên berfireh da û hişyariyên tund kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Di 10’ê cotmehê de êrişek hewayî ya berfireh ji aliyê hêzên dewleta dagirgerk a TC’yê ve li ser herêmên me Xakûrkê û Xinêre yê pêk hatiye. Di vê êrişa namerdane de hevalên me Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Rûstem Cûdî (Rûstem Osman), Endama Konseya Leşkerî ya HPG’ê Çîçek Botan (Guhar Çekirge), Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Elîşêr Koçgirî (Yucel Halîs) Fermandara Bolûkê Nazlican (Rindaxan Kayra, Eşref Argeş (Omer Çetînkaya), Roj Amara (Rabia Atan) û Dr. Amara Çiya (Gulîstan Çîftçî) şehîd bûne.”

HPG’ê ragihand; “Artêşa Tirk a dagirker, her awayê alîkariyê ji hêzên derve digire û ji 17’ê cotmeha 2011 ve herêmên me bi berfirehî bombebaran dike” û diyar kir ku Çalakiya Çelê jî tevgerek a tolhildanê bû.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Divê were zananîn ku çalakiya k udi 18-20’ê cotmehê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê ji aliyê gerîlayên me yên leheng ve bi giyanê tevgera şoreşgertî hat lidarxistin, pêşî ji bo tolhildana hevalên me yên di 10’ê cotmehê de li Xakûrkê-Xinêreyê şehîd bûne, hatiye lidarxistin. Divê were zanîn ku em ê ji niha û pêve li ser esasê Şerê Gel ê Şoreşgerî, bi awayeke dijwar û berfireh bersivê bidin hemû êrişên artêşa dagirker a TC (komara tirk) û desthilatiya kesk-faşîst.”

Di daxuyaniyê de der barê nasnameyê 7 gerîlayên di 10’ê cotmehê de jiyana xwe ji dest dane ev agahî hatin dayîn:

RÛSTEM CÛDÎ

Rûstem Osman (Rûstem Cudî) di nav dîroka Têkoşîna Azadiyê de cihek wî yê rêzdariyê hebû. Rûstem Cûdî, li her qadê ketiye dilê gel û gerîlayan. Bi taybetiyên xwe tu carî cihên wî nayê tijî kirin û ev mîlîtaneke PKK’yî bû û her tim bû mîlîtaneke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

ÇÎÇEK BOTAN

Guhar Çekîrge (Çîçek Botan) di sala 1975’an de li Cizira Şirnexê ji dayîk bû. Di sala 1989’an de tevli refên gerîlayan bû. Wekî mîlîtaneke jin her tim pêşeng bû. Dema qala herêma Botanê tê kirin Çîçek Botan tê fikra gerîlayan. Li Mêrdînê, Zagrosê, Zapê, Garê, Xakurkê, Qendîlê û li gelek herêmên din di nav pratîka gerîlayan de bû. Çîçek Botan endama Meclisa HPG’ê, endama Meclisa YJA STAR’ê û endama Komîteya Navenda PKK’ê de cih girt. Bi sekin û helwesta xwe ya jiyanê û her wiha bi tecrûbeyên xwe yên bi salan bû mînak.

ELÎŞÊR KOÇGIRÎ

Yucel Halîs (Elîşêr Koçgîrî) ji kevneşopiya çapemeniya azad tê û di sala 1988’an de tevli rêvên PKK’ê dibe. Di nav gelek xebatan de cih digire, xebatên wekî Akademiya Mahsûm Korkmaz a li Libnanê, xebatên çapemeniya tirk, herêma Dêrsim, Koçgîrî, Zagros, Zap, Gare û Xakurkê cih girt. Têgihiştina Elîşêr a bîrdozî, teorî û tecrûbe di nav rêxistinê de bûbû mînak. Elîşêr endamê Meclisa HPG’ê bû û heya roja şahedetê berpirsyariya xwe anî cih.

NAZLICAN ARAS

Rindaxan Kayra (Nazlican Aras) di sala 1979’an de li Hezoya Êlihê ji dayik bû û di sala 2002’an de tevli Tevgera Azadiyê bû. Nazlican li herêmên wekî Botan, Garê, Heftenîn, Zapê têkoşiyaye û her wiha di nav xebatên Akademiya Jina Azad a Şehîd Bêrîtanê de cih girt. Ji ber taybetmendiya mîlîtanbûnê bû fermandar. Wekî gerîlayeke azadiyê wezîfeya xwe ya fermandariya yekîneyê kir.

EŞREF ARGEŞ

Omer Çetînkaya (Eşref Argeş) di sala 1994’an de li Amedê ji dayîk bû û di sala 2010’an de tevlî Tevgera Azadiyê bû. Di nav malbeteke welatparêz de mezin bû. Argeş hêj gerîlayeke nû bû tevlî karwanê azadiyê bû.

AMARA ÇIYA

Hevala me Amara Çiya ku navê wê yê rastîn Gulistan Çîftîçî ye, di sala 1985 de li Êlihê ji dayîk bûye, di sala 2004 ji Edeneyê tevil bûye. Hevala me Amara li herêmên Xakûrkê, Garê, , Zap, Zagros û Akademiya Jina Azad a Şehîd Bêrîtan maye.

ROJ AMARA

Hevala me Roj Amara, ku navê wê yê rastîn Rabîa Atan e, di sala 1981 de li navçeya Hezo ya Êlihê ji dayîk bûye, di sala 1995’ê de, li Xerzanê tevlî nava refên gerîlayan bûye. Wê wêne û agahiyên berfireh ên têkildarî nasnameya vê hevalê me, di demeke kin de werin belavkirin.”

‘EM BANG LI GELÊ KURDISTANÊ DIKIN KU BIBIN YEKDIL’

HPG’ê banga; “Em pêşî bang li gelê xweyê Başûrê Rojava û hemû hemû Kurdistanê dikin ku li derdora şehîdan bibin yekdil” û wiha domand; “Çalakiyên bi giyanê şoreşgerî yên ku ji bo tolhildana hevalên me yên k udi 10’ê cotmehê de şehîd bûn, dê ji niha û pêve jî berdewam bikin.

ANF NEWS AGENCY