"Em ê buroya KNK'ê li Qamişlo vekirn"
MONDAY, 07 APRIL 2014 08:11 inShare QAMIŞLO – Endamê Meclîsa Rêveber a Kongra Niştimanî Kurdistanî (KNK) Rojan Hazim diyar kir ku li dijî êrîşên komên çete yên li ser Rojava pêwîstî bi rêbaza hevkariya lezgîn a di navbera hersê kantonên Rojava heye. Hazim, destnîşan kir ku dê buroya KNK'ê li Qamişlo vebikin.
Endamê Meclîsa Rêveber a KNK'ê Rojan Hazim ku di nava şandeya KNK'ê ku serdana Rojava kirine derbrê rewşa li Rojava û Kongreya Netewî ya Kurdistanê ji ANHA'yê re axivî. Hazimê destnîşan kir ku ew ê dê serdana hemû sazî û dezgehên Rojava bikin. Hazim, destnîşan kir ku ew ê di serdana xwe ku dê 2 rojan dom bike dê nûnerên pêkhateyên din ên û Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê jî bikin.
'Rojavayî herêmên xwe ava dikin'
Hazim, destnîşan kir ku li ser Rojava embargo heye û got ku tevlî wê yekê jî pêkhateyên Rojava herêmên xwe ava dikin û rê nadin hêzên ku dixwazin vîna gelê Rojava têk bibin. Hazim bang li hemû Kurdistaniyên cîhanê kir ku piştgiriyê bidin gelê Rojava û berxwedana bê hema ku ratî êrîşan tê û wiha got: ''Êrîşên li dijî Rojava li dijî hemû hebûna hemû gelê kurd e.''
Hazim destnîşan kir ku ew dixwazin ku biçin serdana herêmên Kobanê û Efrînê jî û wiha axivî: ''Ne ji ber rewşên heyî ba menê serdana herêmên Kobanê û Efînê jî kiribaya.''
''Pêwîstî bi yekîtiyê heye''
Hazim destnîşan kir Rojava rastî êrîşên dijwar tê û anî ziman ku pêwîste gelê kurd li dijî êrîşên li ser Rojava hêza xwe bikin yek û parastina destkeftiyên Rojava bikin. Hazim got ku ew ê buroya xwe li Qamişlo vekin û xebatên xwe û têkiliyên xwe yên Rojava zêde bikin. Hazim, tekez kir ku ew ê hewl bidin ku navenda xwe ya sereke ji Ewropa bînin Qamişlo û xebatên xwe li Rojava bidomînin.
Di dawiya axaftina xwe de Hazim got ku pêwîste 3 herêmên Rojava di zortirîn dem de û bi awayeke lezgîn têkiliyên xwe yên siyasî û leşkerî pêşbixin û parastina herêmên xwe bikin.
(ie)
