1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. "Em ê bê deng nemînin"
"Em ê bê deng nemînin",em,ê,bê,deng,nemînin

"Em ê bê deng nemînin"

A+ A-

AMED - Înîsiyatîfa Gelê Kurdistanê nerazîbûneke tund nîşanî astengkirina hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û êrişên du rojên li ser herêmên gerîlayan tên meşandin da û diyar kir ku ew ê li hemberî vê yekê bê deng nemînin.

Înîsiyatîfa Gelê Kurdistanê di daxuyaniya dayî de helwesta hikûmeta AKP’ê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên li ser herêmên di bin çavdêriya gerîlayan de şermezar kir û got “Ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin.”

Înîsiyatîfa Gelê Kurdistanê di daxuyaniya xwe de got; "Em ê li her qadên ku lê ne, li hemberî van êrişên li hemberî Rêber Apo û gerîlayên Kurdistanê, çalakiyên protestoyî li dar bixin û li ber xwe bidin. Em vê êrişê weke êrişek li dijî azadiya gelê Kurdistanê dibînin. Wê berxwedan jî li ser vî bingehî pêk wer. Em ê li her qadên jiyanê li dijî vê êrişa namerd rabin."

Înîsiyatîfê bang li gelê Kurd kir ku li hemberê van êrişên “binkol”, “berfireh” û “namerd” hestyar bin û bi hemû cure çalakiyên protestoyî û berxwedanê bersivê bidin.


Bêjeyên Miftehî