1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Em ê li dijî terora dewletê şer bikin!"
"Em ê li dijî terora dewletê şer bikin!",em,ê,li,dijî,terora,dewletê,şer,bikin

"Em ê li dijî terora dewletê şer bikin!"

"Ez li vir im. Dagirker nikarin şoreşgeran bigirin. Vê baş bizanin.”

A+ A-

KOLN - Serokê Konseya Rêveberiya KCK’ê Mûrat Karayilan bang li çapemeniya Tirk û Alîkarê Serokwezîrê Tirk kir û got; “Niha bêjim ez girtî me, va ye ez ji hemû çapemeniya derewker re dibêjim, ez li vir im. Dagirker nikarin şoreşgeran bigirin. Vê baş bizanin.” Karayilan diyar kir ku di nava 8 mehan de 45 kurdên sivîl ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin û her wiha di çar mehan de 9 zarokên Kurd bi çek û gulleyên artêşa Tirk hatine kuştin û got; “Em ê li hemberî terora dewletê şer bikin.”

Serokê Konseya Rêveberiya KCK’ê Mûrat Karayilan di peyama xwe ya bi dîmen a ji 19’emîn Mihrîcana Çanda Kurdan a Navnetewî ya li bajarê Kolna Elmanyayê tê lidarxistin de daxuyaniyên girîng da. Karayilan ligel komek gerîla ji jor de dadikevin. Dema ku dîmenên Karayilan di sînevîzyonê de hate nîşandan, bi deh hezaran kes rabûn ser lingan û li ser lingan li çepikan xistin.

Peyama Karayilan wiha ye:

Hevalên hêja, dostên bi rûmet ez bi navê tevgera me, bi navê hemû hevalan û gerîlayên Kurdistanê we silav dikim û rêzdariya xwe pêşkêş dikim. Di mihrîcan û xebata we de serkeftinê dixwazim û pîroz dikim. Em ketine pêvajoyeke nû. Pêşketinên di vê pêvajoyê de wê dahatoya gelê me zelal bike. ji ber wê ev roj pir girîng e. Ev 18 sal in ku Rêbertiya me û tevgera me ji bo çareseriyek bi riyên aşitiyane xebatê dimeşîne.

ME PROJEYA XWE YA ÇARESERIYÊ ZELAL KIR

Herî dawî Rêber Apo ji bo çareseriya demokratîk û aşitiyê protokol pêşkêş kir,her wiha di hilbijartina 12’ê pûşperê de gelê me vîna xwe ya ji bo çareseriyê danî holê. Di vê hilbiajrtinê de gelê Kurd projeya çareseriya Xweseriya Demokratîk erê kir. lê dewleta AKP’ê zimanê xwe tund kir. Vê yekê li ber çavan negirt, protokol bê bersiv hişt û li hemberî vê yekê siyaseta Kurd hemleyek siyasî bi rê xist. Di 14’ê tîrmehê de Xweseriya Demokratîk îlan kir. Me weke Serokatî, tevger û gel projeya xwe ya çareseriyê zelal kir. Projeya me Xweseriya Demokratîk e. Dewleta AKP’ê li şûna vê yekê bi erênî pêşwazî bike û ji bo pirsgirêka Kurd bi rê û rêbêzan aşitiyane çareser bibe, Serokwezîr Tayyîp Erdogan got em ê bi stratejiyên nû bi ser wan de biçin. Li hemberî gelê me û tekoşîna me bi şêwazeke fermî şer îlan kir. Bi xwe operasyon pêş xist. Di van operasyonan de hinek bûyer qewimîn û ev yek kirin hincet. Lê ev yek ne rastî beriya wê biryara xwe ya şer dabûn. Ji îradebûna Kurdan tirsan.

HEVKARIYA NAVNETEWÎ YA LI DIJÎ TEVGERA KURD

Niha hinek dibêjin PKK’ê şer îlan kir, ev ne rast e, dewleta AKP’ê dest bi şer kir. Ji ber kiryarên dewleta Tirk, Rêber Apo got ez ji navberê vedikişim. Çima? Ji ber ku biryara şer girtin, şert û mercên xebatên aşitiyê li holê nehiştin. Li Qendîlê jî dewleta Îranê xistin êrişê. Dewleta Îranê li ser Qendîlê dest bi êrişan kir. Piştre jî Tirkiyeyê bi piştgiriya DYE’yê li ser Herêmên Parastinê yên Medayê dest bi êrişên hewayî kir. Ev êriş didomin. Lê heta niha her du jî bi ser neketin. Îran li Qendîlê xetibî û dewleta Tirkiyeyê jî vala derket. Wana tu encamek negirtin.

ÊRIŞ LI SER STRATEJÎ Û DESTKEFTIYÊN KURDAN E

Xuya ye kul i hemberî gelê Kurd konseptek nû ya dagirkeriyê heye. Dewleta Tirk di zivistanê de konsepteke nû bi alîkariya hêzên navnewî daye destpêkirin. Çima vê konseptê pêş dixin. hevalên hêja dostên bi rûmet, ew naxwazin gelê Kurd bi îrade bin. Naxwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin. Dixwazin tesfiye bikim. Ya din, di Rojhilatanavîn de pêvajoya ji nû ve dîzaynkirinek nû heye. Naxwazin gelê Kurd di vê dîzaynê de cih bigirin û naxwazin gelê Kurd xwedî statû be. Dixwazin gelê Kurd û kole bihêlin. Ji ber wê jî ev êriş ne li ser PKK û PJAK’ê ye li ser stratejî û destkeftiyên Kurd û Kurdistanê ne. Ji ber wê em dibêjin divê hemû siyaseta Kurd li hemberî van êrişan dagirkeriyê yek bin. Ji her demê zêdetir pêwîstî bi yekitiya netewî heye. Ji ber jî em bang li hemû siyasetên Kurd, welatparêz û rêxistinên Kurdistanî dikin ku em li hemberî hêzên dagirker yek bin. Divê êdî gelê Kurd jî xwedî stratejiyek be.

XEFIK LI BER ÎRANÊ DANÎN

Em îro dikarin bi ser bikevin. Lê ji bo vê hinek tişt pêwîst e, riya rast pêwîst e, riya me rast e, vîn (îrade) pêwîst e, îman pêwîst e, bawerî pêwîst e evane hene, û yekitî pêwîst e. Ez dikarim bibêjim di van rojan de, di van demên girîng de yekitiyek a gelê Kurd çêbibe kesek bi me nikare. Niha pêşî Îran xistin êrişê. Di rastiyê de pirsgirêka Kurd bi ser Îranê de hilweşandin. Ev xefikek bû. Ger Îran dibêje ez ne di vê konseptê de divê êrişên xwe rawestîne.

EM TU CARAN GAV PAŞ VE NAAVÊJIN

Dewleta Tirk bi piştevaniya hêzên kapîtalîst modernînte niha dewlet û hikûmeta şer, hikûmeta AKP’ê bûye hikûmeta şer. Ji berk u niha dibêje di şerê 30 salan li Kurdistanê hatin meşandin de bê kêr bûn û bê xêr bûn, bi ser neketin, em ê bi ser bikevin.

Tayyîp Erdogan xwe pir mezin dibîne, xwe wek qralan dibîne, dixwaze rêbazên Osmaniyan bi kar bîne û her kes serê xwe li ber wî xwar bike. Lê zagonên şer jî hene. Ew weke hikûmeta şer bê zagon tevdigere. Bê ehlaq tevdiger. Qanûn û ehlaqê şer ligel wan tune ye. Heta beriya mehekê bi Rêber Apo re hevdîtiin pêk dianîn, piştî Rêber Apo helwest girt, niha jî zext li ser dimeşînin. Sîstema îşkenceyê ya Îmralî xistin dewrê, tecrîd û îzalasyonê dimeşînin. Tayyîp Erdogan dixwaze bi gef û tehdîtan, dek û dolaban encam bigire. Bi awayeke bê hiqûq û bê ehlaq zextê li ser Rêbertiya me dike û gef lê dixwe. Li Îmraliyê îşkence dimeşîne û li vir jî balafirên şer dişîne ser me. Ew di dilê xwe de dixwaze gav Rêbertî û bi me paş de bide avêtin. Bila her kes bizane, em bi tu awayî gavan paş de naavêjin. Em weke PKK, weke vîna gelê Kurd tu carî û bi tu awayî li hemberî dagirkeran gav paş de naavêjin. Bila gelê me û hemû welatparêz serfiraz û rehet bin.

Li aliyekê bi van hewldanên qirêj li ser Rêbertiyê dimeşîne, li aliyê din siyasetmedarên Kurd tehdît dike. Ew tehdît dike, polîsên wî jî dikujin. Mertalên zindî xwestin ketin navberê wan jî dan ber gulleyan. Siyasetmedarek Kurd ê hêja endamê meclîsa bajarê Wanê Yildirim Ayhan şehîd kirine, ji aliyê gelê me ve hatiye hilbijartin, heta niha tu tiştek li ser wî negotine. Heta di çapemeniya xwe de jî behs nekirin. Ev cudakarî ye.

VA YE EZ LI VIR IM

Niha bêjim ez girtî me, va ye ez ji hemû çapemeniya derewker re dibêjim, ez li vir im. Dagirker nikarin şoreşgeran bigirin. Vê baş bizanin.

DEWLETA TIKR HER TIM KOMKUJÎ KIRIYE Û ÎNKAR KIRIYE

Bulent Arinç bila baş bizane em li vir in û nayên girtin. Em fedayê gelê Kurd in, derewan mekin. Bes e ji derewên we re. Hûn tu carî bi derewan, şerê taybet û psîkolojîk nagihin tu deran. Dewleta Tirk ji bo siyaseta Kurdan, divê beriya her tiştê derewan biterikîne. Ji ber ku dagirkeriya Tirkiyeyê li ser derewan hatiye avakirin, qet tiştek rast nabêje. Hatiye li Qendîlê 7 mirovên me yên sivîl şehîd kirine, dibêjin tiştek wisa tune ye. Erê derewker! Bê bext, bê wijdan! Hûn hatin we zarokên me şehîd kirin, hûn lêborînek tenê jî naxwazin. Ha! Li Kurdistanê her tim komkujiyên wiha kirine û înkar kirine. Ev rastiya Tirkiyeyê ye.

DI 8 MEHAN DE 45 SIVÎL, DI 4 MEHAN DE 9 ZAROKÊN KURD HATIN ŞEHÎDKIRIN

Li Tirkiyeyê di 8 mehan de 45 kesên sivîlên Kurd bi fermana Serokwezîrê Tirk Tayyîp Erdogan hatin şehîdkirin. Li vir û wir bi sedemên cûda. Bi guleyên dagirkeriya Tirk 45 Kurd hatine qetilkirin. Ji vana zarok in

Di çar mehan de 9 zarokên Kurd bi guleyên polîs û leşkerên Tirk hatin kuştin. Ez navê zarokan dixwînim. Bila çapemeniya cîhanê, hemû alîgirên mafê mirovan, aliyên demokrat, bi taybet çapemeniya Ewrûpa bila baş bala xwe bide ser:

-17’ê nîsan 2011, lî Agîr/Panos, Baran Ozyolcu 13 salî

-5’ê gulan 2011, li Wan/Erdîş, Mûrat Polat 16 salî

-8’ê pûşper 2011, li Amed/Çermûg, ciwanê bi navê Umut, 16 salî

-24’ê tîrmeh 2011, Şirnex/Silopî, Dogan Tayboga 13 salî

-31’ê tîrmeh 2011, Wan/ÇaldÎran, Samî Îçtenyilmaz 12 salî

Evan e hemû bi çekên dagirkeriya Tirkiyeyê, bi terora dewleta Tirkiyeyê hatine şehîdkirin. Ev ne leşker in, ne jî gerîla ne, zarokên Kurd in. Herî dawî li Qendîlê, dî 21’ê tebaxê de zarokên me li Qendîlê hatin şehîdkirin:

-Solîn Şemal Hesen 6 mehî

-Sonay Şemal Hesen 4 salî

-Oskar Huseyîn Hesen 10 salî

-Zana Huseyîn Mustefa 11 salî

GELO TERORÎST KÎ NE?

Baş e. Ez ji Yekitiya Ewrûpaj, Emîraka, hemû kesên dibêjin em alîgirên demokrasiyê dipirsim; gelo kî teror e? Em teror in an dewleta Tirk? Kî kujerê zarokan e? Em an Tayyîp Erdogan? Li ber çavan ne.

Dewleta Tirk li Kurdistanê terorê dimeşîne, dixwaze gelê Kurd bitirsîne, bipelixîne û teslîm bigire. Erdogan siyasetmedarên Kurd tehdît dike. Piştre jî polîsên wî bi fermana wî dikujin, ji bo gelê me bitirse û teslîm bigirin. Ji siyaseta Kurd 3000 kes girtine, bê pirs û bê îfade. Bê dadgeh di zindanê de ne. Li ser jinên Kurd, ciwanên Kurd û hemû welatparêzên Kurd terora dewletê heye.

EM Ê LI HEMBERÎ TERORA DEWLETÊ ŞER BIKIN

Hevalên hêja! bila her kes bizane em ê li hemberî terora dewletê şer bikin. Em ê şerê parastinê bikin. Xweparastin mafê me yê herî pîroz e. Dagirkeriya Tirkiyeyê dixwaze bi tundiyê me tune bike, zimanê wê tune bike, ji holê rabike. Ger gelê me xwe neparêze divê çi bike? Rayagiştî! Hûn ji vê yekê re çi dibêjin? Ey dewletên Ewrûpa! Hinek werin wijdanê. Li ser gelê me zilmek heye, hovîtiyek heye.Li ser Rêbertiya me îşkence û zilm heye. Li ser zarokên îşkence û teror heye. Û em ê li hemberî vê terora dewletê li ber xwe bidin.

GELÊ KURD DI KESAYETA PKK’Ê DE HÊZ E

Dibe ku hemû dostên me, hemû gelê bizanin. Rast e li ser esasê konseptekê êrişek a dagirkeriyê li ser me heye. Lê em weke gerîlayên Kurdistan, em bi hêza xwe li ber xwe bidin. Em ê bi ser bikevin. Li pişt me tu kesek tune ye. Li pişt me çiyayên me hene, gelê me heye. Heta gelê me li pişt be em ê bi ser bikevin. Gelê Kurd di kesayeta PKK’ê de her tim hêz e, hêz. Kes nikare vê hêzê paş bixe, li bin bixe. Bila her kesek bizane. Em îro li hemû çiyayên Kurdistan dikarin tevbigerin û vê berxwedanê bimeşînin.

Lê nêzî 18 salan e em dixwazin pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên aşitiyane çareser bikin, em niha jî ji çareseriyê re amade ne. Bila Serokwezîr Tayyîp Erdogan bersivê bide Rêber Apo. Rêber Apo got bila temînat bidin em ê pirsgirêkê di hefteyekê de çareser bikin. Perspektîfa me ya çareseriyê ev e. Ger ku bi rastî dixwazin bi aşitî çareserî bikin, Rêbertî bi şêwazek zelal bang kir û bila bersiv bidin. Em pir zelal diaxivin. Ê ku şer dixwazin ew in. Lê yên derewker û bêbext jî ew in, ên dixwazin xwîn birijînin jî ew in.

Em ewqas bang dikin ew êriş dikin, gelê Kurd dilê xwe daniye holê, dayîkên Kurd li serê çiyaya ne, li kolanê ne. Gelê Kurd çi daxwazin? Azadî, ziman û mafê xwe yê xwezayî dixwaze. Çareserî zelal e: divê Rêbertî azad be û Kurdisan Xweser be.

DOZA ROJ TV

Hevalên hêja, dostên bi rûmet, gelî welatparêzan, hûn li Ewrûpa xwedî rolekî girîng in heya niha we di vê tekoşîna pîroz de rolek leyîstiye. We piştgirî daye. Ji ber wê jî dewleta Tirk li ser we pir sekinî. YE li ser we zext dike. Niha televîzyonek we heye, dixwazin bigirin. Doz lê vekirine. Û li welatek ê Skandinavyayê, li Danmarkê dixwazin dengê gelan qedexe bikin. Çima ji ber ku dixwazin komkujiyan bikin. Ger ne ji Roj Tv bûya, wê kê ev komkujiya Qendîlê aşkere bikiriba, wê kê ev komkujiyên li Kurdistanê aşkere bikiriba? Dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd bipelixîne. Yê ku rûyê wan ê reş aşkere dikin, dixwazin wan bigirin. Hemû hêzên xwe yên siyasî û dîplomasî bi kar anî û ev doz daye vekirin. Tu bingehê xwe ya ya hiqûq tune ye. Dixwazin li ser esasê siyaseta xwe ya qirêj dengê Kurdan qût bikin. Em dizanin li ser we zext heye. Li Ewrûpa jî zext we heye. Lê we heta niha bi xîret û rûmetek mezin piştgirî da tekoşîn azadiyê, ev encama xwe jî heye.

DEM DEMA XWESERIYA DEMOKRATÎK E

Dem êdî dema çareseriyê ye. Pirsgirêka Kurd ketiye rojevê de ye. Divê çareser bibe. Dem dema azadiya Rêber Apo ye. Dem dema Kurdistana xweser e. Dem demek fînal û serkeftinê ye. Tu hêz nikare me ji vê vebigerîne. Ji vê gumana nekin. Ew ji serkeftina me dikin ji ber wê êrişan dikin. Lê gelê Kurd êdî biryara xwe daye. Divê di vê dema serkeftinê de hûn zêdetir tevil bibin û piştevanî bikin. Kurd li ku dibe bila bibe, divê xwe bi rêxistin bikin. Xwe bi hêz û vîn bike. Ez di wê baweriyê de me ku wê ev mihrîcana we bibe destpêkek ji bo hemleya we ya li Ewrûpayê. Ji ber ku dem dema azadiya gelê Kurd e. Gelê Kurd êdî azadî û statû dixwazin.”

ANF NEWS AGENCY