1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Em ê Meclîsa Kurdistanê damezrînin"
"Em ê Meclîsa Kurdistanê damezrînin",em,ê,meclîsa,kurdistanê,damezrînin

"Em ê Meclîsa Kurdistanê damezrînin"

A+ A-

Di mîtînga li Amedê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCK) Ahmet Turk got, “Ger hûn deriyê aştiyê bigirin/dabixin, gelê Kurd bêalternatîf nîn e.” Hevserokê KCD’ê ragihand ku ew ê Meclîsa Kurdistanê ava bikin. Turk got: “Em ê Meclîsa Kurdistanê bi gelê xwe re, bi hev re, damezrînin. Dema em hatin hilbijartin me soz û belên da gelê xwe. Ew (gel) li ku bin em ê li wir bin, em ê bi hev re tevbigerin.”

Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk li Amedê di mîtînga "Ji bo pirgsirêka kurd çaraseriya demokratîk a makeqanûnî" de axivî got ku ew di pêvajoyeke krîtîk de derbas dibin. Turk destnîşan kir ku gelê kurd şerê azadiyê dide û dê her ke hêza vî gelî bibîne û nas bike.

Turk bal kişand li ser batelkirina parlamenteriya Hatîp Dîcle jî û wiha got: "Em li vir soz didin. Em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin. An ew ê li cem me be an jî em ê li cem wî bin." Turk gotinên Erdogan ên "dê paşa paşa bên meclîsê" jî bi bîr anî û axaftina xwe wiha domand: "Vî gelî îşkence, kuştinên kiryar nediyar, zilm û pêkutî dît. Heke tehdîdên we pere bikira ev gel îro ne li Amedê bûn. Tehdîdên we ancax dê hêz bide me."

Turk bal kişand li ser xebatên KCD'ê jî û got ku KCD'ê dê her roj li Amedê kom bibe û di van civînan de biryarên girîng bigirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em di pêvajoyeke krîtîk de derbas dibin. Em ê li Kurdistanê biryarên girîng bigirin. Me di siyaseta de demokratîk de israr kir. Bi salan em di parlamentoyê de avêtin û kirin girtîgehan. Gelek caran partiyên me girtin û parlamenteriya me xistin. Li gel vê yekê jî me israr kir. Me heta îro helw da. Heke em pirsgirêkên gel nîqaş nekin, der barê çareserkirina pirsgirêka kurd de nîqaş nekin cihê me dê ev der be. Li Enqereye tu xêr nîn e. Lê heke em ji bo çareseriya demokratîk tiştekî bibînin wê demê dê alîkariya me dê hebe."

Turk da zanîn ku KCD bi îdiayeke mezin derketiye rê û ew ê Meclîsa Kurdistanê ava bikin û ev tişt anîn ziman: "Ji bo avakirina Meclîsa Kurdistanê berpirsayireke mezin dikeve ser milê her kesî. Em ê Meclîsa Kurdistanê bi gelê xwe re ava bikin. Dema ku em hatin hilbijartin me soz da gelê xwe. Em ê li cem wan bin û bi wan re tevbigerin. Heta mirinê em ê soza xwe bi cih bînin."

Turk diyar kir ku ew ji bo aştiyê amade ne û wiha berdewam kir: "Heke hûn riyên aştiyê bigirin, kurd dê alternatîfa xwe ava bikin. Bila her kes vê yekê bizanibe.

Turk axaftina xwe bi helbesta cîgerxwîn a "bi mineta kesekî din çûyîna bihûştê bi awayeke azad çûyîna dojehê baştir e" bi dawî kir.

ANF NEWS AGENCY