1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Em ê tolê hildin"
"Em ê tolê hildin",em,ê,tolê,hildin

"Em ê tolê hildin"

A+ A-

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê nasnameya 3 gêrîlayên roja 20’ê Avrêlê li navçeya Bazarcixa Gurgumê jiyana xwe ji dest dabûn aşkere kir. HPG’ê got; “Em ê tola hevalên xwe hildin” û banga xwedîlêderketina cenazeyan li rayagiştî û gelê Kurd kir.

HPG’ê daxwiyaniya xwe ya ji beriya niha ku gotibû “Ger êrişê me nekin, em ê heta 15’ê pûşperê di pozîsyona xwe parastinê de bin” bi bîr xist û ragihand ku “Em ê tola hevalên xwe hildin.”

Agahiyên nasnameyên gêrîlayên HPG’ê wiha ne:

*Kenan Topdemir (Cemal Pasûr) sala 1988 li Amedê ji dayîk bûye, 17’ê Tîrmeha 2005 tevlî refên gêrîlayan bûye.

*Munîr Kîlîm (Mazlûm Goyî) sala 1982 li navçeya Qilaban a Şirnexê ji dayî bûye, 5’ê Adara 1999 ji Mexmûrê tevil bûye.

*Alî Ekber Soncul (Sebrî Toros) 18’ê Îlona 1976 li Gurgumê ji dayîk bû, sala 1997 ji Elmanya tevil bû.

HPG’ê ragihand ku gêrîlayek dîl ketiye dest. HPG’ê ragihand ku “Em ê tola hevalên xwe li erdê nehêlin” û banga xwedîlêderketinê li gel û rayagiştî kir.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî