1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. "Em ê têkoşîna jinan bi himbêzkirina pênûsa xwe bidomînin"
"Em ê têkoşîna jinan bi himbêzkirina pênûsa xwe bidomînin",em,ê,têkoşîna,jinan,bi,himbêzkirina,pênûsa,xwe,bidomînin

"Em ê têkoşîna jinan bi himbêzkirina pênûsa xwe bidomînin"

Edîtora ajansa nûçeyan a jinan JINHA, Mekiye Gorenc diyar kir ku ew ê bi bawerî, hêvî û kameraya xwe himbêza xwe ji rojên azad re vekin û got ku ew ti caran gav paşve navêjin

A+ A-

GELAWÊJ EWRÎN / ROJNEWS

Roja 29’ê Cotmehê ajansên JINHA û DIHA, rojnameya Azadiya Welat û gelek sazî û dezgehên ragihandinê li Bakûrê Kurdistanê hatin girtin. Der barê mijarê de Edîtora Ajansa jinan, JINHA, Mekiye Gorenc bi ajansa me re axivî. Gorenc dazanîn ku ew ê wek jin têkoşîna xwe bidomînin û ti caran gav paşde navêjin.

‘Hikûmeta AKP ji hêza jinê ditirse’

Mekiye Gorenc di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Bi dirûşmeya ‘Û em dinivîsin... Bê ku em bifikirin mêr çi dibêjin, em dinivîsin.’ Di dîroka 8’ê Adara 2012’an de wek ajansa nûçeyan a jinan, JINHA’yê ji bo bibe dengê jinên cîhanê weşana xwe destpêkir. Hikûmeta AKP’ê ku ji hêza jinê ditirese û bi polîtîkayên xwe yên dijminê jinê ketiye dîrokê, di pêvajoya Rewşa Awarte de ajansa me girt û mohr li deriyê wê da.”

‘Em ê têkoşîna jinan bi himbêzkirina pênûs û kameraya xwe pêş bixin’

Edîtora JINHA wiha pêde çû: “Em wek JINHA bi wê îdiaya ku bibin dengê tevahiya jinan ji Bakûr bigre heta Rojava ji Başûrê Kurdistanê bigre heta Rojhilat û Ewrûpa ketin ser rê. Em xwe wek deskeftiyek tevgera azadiya jinê dibînin. Li dijî operasyonên ji bo bêdengkirina rastiyan em ê wek rojnamegerên jin di rêya ku Gerbetellî, Denîz Firat û Ayfer Serçe li pey xwe hiştin de bimeşin û bidomînin. Em ê têkoşîna jinan bi himbêzkirina pênûs û kameraya xwe pêş bixin.”

‘Em ê ji sekna bi rûmet a Gurbetellî Ersoz gav paşde nedin’

Di dawiya gotina xwe de Mekiye Gorenc dazanîn ku ew ê ti caran ji gotina rastiyan paşde gav neavêjin û wiha axaftina xwe bidawî kir: “Em ê dest ji objektîfa têkoşîna azadiya jinê bernedin. Ji sekna bi rûmet a Gurbetellî Ersoz û rakirina pênûsa wê ku wek mîras ji me re bicih hiştiye, gav paşde nedin. Çawa ku di dîrokê de jî her tim wiha bûye û rastî di tariyê de nemaye. Bi heman şêwazê wê îro jî rastî neyê tarîkirin. Emê bi bawerî, hêvî û kameraya xwe himbêza xwe ji rojên azad re vekin.”