Encama kampanya alîkariya rojava
Encama kampanya alîkariya rojava ya Şehrezor aşkere bû
Komiteya alikariya Rojavayê Kurdistanê ya herêma Şehrezor bi civînekê encamên xebata xwe ya komkirina alîkariyê aşkera kir. Berdevkê Komîteya Alîkariya Rojava Çinor Pênciwînî diyar kir ku ew li Başûrê Kurdistanê bi yek helwest alîkariya ji bo Rojavayê Kurdistanê kom dikin û ji vê şûnde jî wê ji bo alîkariya Rojava xebatên xwe bidomînin.
Komîteya alîkariya Rojavayê Kurdistanê ya herêma Şehrezor, li bajarokê Pênciwîn bi daxwiyaniyekî encama xebatên xwe yê alîkariyê aşkera kir. Di civîna ragehandinî de berdevkê komîteya aalîkariyê Çinûr Pênciwînî axivî û diyar kir ku wan li herêmê 10 ton ard, 2 ton birinc, 80 kîlo rûn, 200 lître rûnê rohn, 200 kîlo Şekir û bi qasê yanzdeh milyon û sîh û pênc hezar Dînar alîkarî kom kirine. Pênciwînî diyar kir ku li her deverê herêma Kurdistanê helmetek alîkariyê hatiye destpêkirin û gel jî eleqeyek baş nişan daye. Pênciwînî diyarkir ku ew ê van alîkariyan bigehînin komîteya navendî ya Silêmaniyê û ji wir re jî alîkariya hatiye komkirin bigehînin Rojavayê Kurdistanê.
(rt/mae)
