1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Encamnameya Konferansa Ziman
Encamnameya Konferansa Ziman,encamnameya,konferansa,ziman

Encamnameya Konferansa Ziman

A+ A-

Konferansa Ziman a Neteweyî di rojên 2, 3 û 4’a Adara 2012’an de li Amedê bi beşdariya 300 zimanzan, perwerdekar, siyasetmeder û nûnerên saziyên sivîl ên ji her aliyê Kurdistan û cîhanê pêk hat.

Di konferansê de li ser mijarên wekî Rista Zimên di Yekîtiya Neteweyî de, Alfabe û Zaravayên Kurdî, Pergala Perwerdehiyê û Akademiyên Zimên gotar hatin pêşkêşkirin. Di encama nîqaş û nirxandina de delegasyona Konferansê biryar da ku van daxwaz û pêşniyazan pêşkêşî raya giştî, Kongreya Neteweyî û aliyên pêwendîdar bike.

Kongreya Civaka Demokratîk, di encamnameya konferansê de ev xal aşeker kirin:

1) Hebûna zaravayên kurdî zengînî ye, parastin û geşepêdana wan jî peywireke neteweyî ye.

2) Di van rojên hanê de ku Konferansa Neteweyî ya Kurdî di rojevê de ye, divê ku kurd jî xwedî bername û siyasteke neteweyî ya zimanî be.

3) Ev Konferans standardiya navxweyî ya her zaravayî pêwîst dibîne, lê belê di dema berhevkirina zargotinê de divê ku her tişt li gorî devoka xwe bê tomarkirin.

4) Ji bo ji hev têgihîştina kurdan û pêkhatina hişmendiyeke neteweyî hewcedarî bi yek alfabeyê heye. Heta gihîştina vê qonaxê, ji ber guncanbûna rewşa li Başûr, divê ku her du alfabe j î li wir di perwerde û her warî de bên bikaranîn.

5) Ev konferans perwerdehiya bi zimanê kurdî mafekî sirûştî yê neteweyî dibîne û lew re ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdehiya bi kurdî daxwaz dike. Ev yek jî bi statuyayeke siyasî ve pêkan e.

6) Konferansa me ji bo avakirina civakeke demokratîk û plûrealîst pergaleke perwerdeyê ya ku bextewarî û pêşvebirina mirovan esas dibîne, pêşniyaz dike.

7) Ji bo pêkanîna bernameyeke zimanî ya neteweyî pêdivî bi avakirina tevgereke zimanî ya Kurdistanî heye, da ku bikaribe kar û pêwistîyên zimanê kurdî bi cih bîne. Ji bo avakirina tevgerê desteyeke ku ji 31 kesan pêk tê, hate hilbijartin.

8) Konferansa me bang li kurdan dike ku di her qada jiyanê de zimanê kurdî bi kar bînin û pê bijîn.

9) Konferans li xebat û têkoşîna gelê me yê Başûrê Rojava ya di warê ziman û perwerdeyê de silav dike û piştgiriya xwe diyar dike.

10) Em piştgiriya xwe ji bo daxwaza girtiyên kurd ên siyasî ya di warê parastina Zimanê kurdî de radêgihênîn.

11) Em polîtikaya AKP’ê û helwesta rayedarên wê ya der barê ziman û çanda kurdî de şermezar dikin û em vê siyasetê jî berdewamiya siyaseta asîmilasyon û înkarê dibînin. Bi heman şêweyî em siyaseta rejîmên din ên li ser kurdan jî bi tu awayi napejirînin.

12) Konferansa me operasyonên leşkerî û siyasî yên li ser kurdan tên meşandin şermezar dike, ji bo çareseriyê diyalog û muzakereyê pêşniyar dike.

13-) Ji bo pêşvebirina zimanê kurdî zarok pir giring in. lewra jî di polîtaka û bernameya ziman, a neteweyî de divê zarok cihekî taybet bigrin.

(mae)


Bêjeyên Miftehî