1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Encamnameya Însiyatîfa Ciwanên Şoreşger
Encamnameya Însiyatîfa Ciwanên Şoreşger,encamnameya,însiyatîfa,ciwanên,şoreşger

Encamnameya Însiyatîfa Ciwanên Şoreşger

A+ A-


Însiyatîfa Ciwanên Şoreşger, encamên çalakiyên di demên cuda de li Stenbol û Edeneyê pêk anîn, eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya Însiyatîfê, encamên çalakiyan bi vî rengî ne:


  • Li Eyupê bi giştî 27 wesayît û kepçeyek hatin şewitandin.
  • Li Yenîdogan a Stenbolê 2 otobusên şaredariyê hatin şewitandin.
  • Li Kartalê 6 wesayît hatin şewitandin.
  • Li taxa 1 Mayisê otobuseke şaredariyê hat şewitandin.
  • Bi pêşengiya tîma Şehîd Botan Şoreş li Fatîhê çalakiyeke korsan hat lidarxistin. Di dema çalakiyê de 15 marketên faşîst û 3 wesayît hatin şewitandin.
  • Li Fatîhê 3 wesayît hatin şewitandin.


5 wesayît li Dûmlûpinar a Edeneyê hatin şewitandin.

  • Li Eyupê 4 qutiryên gaza xwezayî hatin şewitandin û rê li ber panîkê vekirin.
  • Di 7'ê Hezîranê de li ser rêya E-5 a li Gazîosmanpaşayê bombeya deng hat avêtin û pakêteke bi guman hat danîn. Rê 3 saetan li trafîkê hat girtin.
  • Bombeyeke deng avêtin otoparkeke Bagcilarê, ku narkotîk lê dihat firotin. Yek ji van firoşkarên narkotîkê hat cezakirin.
  • Li Umraniyeyê me teqemeniyeke bi destan hat amadekirin avêtin nava otobuseke şaredariyê.
  • Di 8'ê Hezîranê de tîma Şehîd Nûda li Çekmekoyê li dijî weqfa Ensar çalakiyeke sabotajê pêk anî. Di çalakiyê de xisar li gelek xanî û wesayîtên li derdorê bû. Avahiya weqfa Ensar jî lê welê hat, nema dikare bê bikaranîn.
  • Li Îzmîrê, Însiyatîfa Ciwan a Jinan a Şoreşger du bombeyên deng avêt cihên navendî û rê li ber panîkê vekir.


EDENE

  • Li taxa Barbarosê Lîseya Anatoliyê hat şewitandin.
  • Li taxa Barbarosê, hêzên me avêtin ser qehwexaneyeke narkotîk lê dihat firotin û bikaranîn.
  • Li Barbarosê 5 rojan çalakiyên korsanî hatin lidarxistin. Zerar li wesayîteke zirxî ya akrep hat kirin.
  • 2 bombeyên deng avêtin Balafirgeha li Şakîrpaşayê.
  • Hêzên me bombeya deng avêtin qereqola Daglioglû. Di encama destwerdana li narkotîkê de kîloyek esrar hat şewitandin.
  • Li Şakîrpaşa 7 rojan çalakî hatin lidarxistin. Bi bombeyeke deng a xurt, derb li wesayîteke akrep hat xistin û endamên POH ên di wesayîtê de birîndar bûn. Kamerayeke mobese ya li herêmê hat şikandin. Bombeya deng avêtin marketeke BÎM.
  • Li Kuçukdîkîlî çalakî hat lidarxistin. Bi bombeya deng derb li wesayîta akrepê hat xistin."


Di daxuyaniya Însiyatîfê de hat ragihandin, ciwan ê çalakiyên xwe zêdetir bikin.