Endama Konseya HPG û YJA-Starê Şehîd Ket
Endama Konseya Leşkerî ya HPG û YJA Starê Surreya Aslan (Rojîn Gewda) û gerîlyaê bi navê Halîl Aktar (Rîraz Eylo) ku di pevçûna 4’ê cotmehê li navçeya Geverê qewimî de birîndar bûn, şehîd bûn.
HPG’ê aşkere kir ku Endama Konseya Leşkerî ya HPG û YJA Starê Surreya Aslan (Rojîn Gewda) û gerîlyaê bi navê Halîl Aktar (Rîraz Eylo) ku di pevçûna 4’ê cotmehê li navçeya Geverê qewimî de birîndar bûn, li hemberî hemû mudaxeleyan nehatin rizgarkirin û jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr xist ku wana beriya niha der barê pevçûnên dijwar ên ku 4’ê cotmehê li Geliyê Doskî yê navçeya Geverê qewimîn de agahî abûn.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku her çendî hemû mudaxele hatin kirin Endama Konseya Leşkerî ya HPG û YJA Starê Surreya Aslan (Rojîn Gewda) û gerîlyaê bi navê Halîl Aktar (Rîraz Eylo) ku di pevçûna 4’ê cotmehê li navçeya Geverê qewimî de birîndar bûn, li hemberî hemû mudaxeleyan nehatin rizgarkirin û jiyana xwe ji dest dan.
Nasnameya her du gerîlayên HPG’ê wiha ne:
-Surreya Aslan, bi nasnavê Rojîn Gewda, li Wanê ji dayik bûye
-Halîk Aktar, bi nasnavê Fîraz Eylo, li Mûşê ji dayik bûye.
ANF NEWS AGENCY
