1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. 'Enfal'ê Xelata Jûriyê Wergirt
'Enfal'ê Xelata Jûriyê Wergirt,enfal,ê,xelata,jûriyê,wergirt

'Enfal'ê Xelata Jûriyê Wergirt

A+ A-

Filma derhênerê Kurd Mano Xelil “Dîmenên jiyan û mirinê-Enfal” di festîvala Filman a Dubai ya li Emîrata Erebi de, xelata Jûriyê ya Taybet wergirt. Festîvsal di navbera 14 û 20' ê nîsanê de li dar ket. Derhênerê Kurd Mano Xelîl şeva 20'ê nîsanê li Dubaî'yê xelat ji destê Berpirsê Çand û Hunerê yê Bajarê Dubaî'yê Muhamad Almur wergirt.

Film “Dîmenên jiyan û mirinê-Enfal” ne tenê ji ber ku çîrokên trajediya kurdan bi rengekî rastî tîne ziman, lê ji ber ku li ser îdîolojiya Partiya Baas a erebî, metod û pratîkên wê di komkujiya kurdan de, ku bi rengekî fermî hatibu danîn jî tîne ber çavan, hêjayî xelatê hate dîtin. Di vê fîlmê de gelek dokument û belgenamên rejîma Baas a Saddam jî têne nîşandn ku kuştin û tunekirina gelê kurd bi rengekî fermî-îdîolojî hatibu danîn.

http://www.gulffilmfest.com/index.php/ar/movie_details/al-anfal-fragments-of-life-and-death/10160/2011