1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Enqere, Tehran û Bexda di êrîşê de li hev kirin"
"Enqere, Tehran û Bexda di êrîşê de li hev kirin",enqere,tehran,û,bexda,di,êrîşê,de,li,hev,kirin

"Enqere, Tehran û Bexda di êrîşê de li hev kirin"

A+ A-

GULÎSTAN AKSOY/ SADIK TOPALOGLU

Parlamenterê Kurd Mahmud Osman li hemberî êrîşên arteşa Îranê yên li dijî Herêma Fedaral a Kurdistanê nerazîbûn nîşan da û got ku armanca êrîşan ew e ku kurdan bi hev bidin qirkirin. Osman wiha got: "Di êrîşan de Îran, Tirkiye û Iraqê li hev lirin. Çareseriya pirsgirêkê li Şam, Enqere û tehranê ye. Bi topebarankirina sînoran ev pirsgirêk nayê çareserkirin."

Li hemberî êrîşên artêşa Îranê yên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê nerazîbûn didomin. Parlamenterê Kurd Mahmud Osman li dijî êrîşan nerazîbûn nûşan da. Osman êrîşên Îranê ji DÎHA'yê re nirxand û wiha got: "Îran, Sûriye û Tirkiye mafên kurdan ê netewbûnê nas nakin û înkar dikin. Kurd kengî mafên xwe bixwazin ev hêz li hev dikin û bi şîdetê êrîş dikin. Carna Iraq jî alîkariyê dide van dewletan û ev alîkarî bi piranî bi aweyeke veşartî tê kirin."

Osman anî ziman ku di hemû êrîşan de hikûmeta Iraqê bêdeng maye û wiha berdawam kir: "Bêdengî êrekirina va êrîşan e. Ev jî nîşan dide ku Îran, Tirkiye û Iraq li ser hin mijaran li hev kirine. Ev operasyonên leşkerî yên ku têne kirin hemû vala ne. Ji ber ku çareseriya pirgsirêkê li Şam, Enqere û Tehranê ye. Ji bilî vê bi tu rê û rêbazan ev pirsgirêk dê neyê çareserikirin. Bi topebarankirina sînoran ev pirsgirêk nayê çareserkirin."

'Gelê kurd dê qebûl neke'

Osman destnîşan kir ku beriya her tiştî divê ev welat mafên kurdan nas bikin û pirsgirêkan bi riyên diyalogê çareser bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Na heke bibêjin PKK, PJAK terorîs e û em li dijî wan şer dikinh wê demê gelê kurd vê yekê tu caran qebûl nake. Bila ev bê zanîn. Ji ber ku terorîst dewletên Tirkiye û Îranê ye. Niha ev herdu welat ji Tehran û Enqereyê tên û li Kurdistanê kurdan bi bombebarê dixwazin bikujin. DEma ku kurd li hemberî van êrîşan xwe biparêzin wê demê jî dibêjin ew terorîst in. Li kû deverê cîhanê hatiye dîtin ku geleke ku xwe biparêze weke terorîst bê dîtin. Siyaseta van terorîzma dewletê ye."

Osman da zanîn ku armanca êrîşan ew e ku başûrê Kurdistanê li dijî Bakur û Rojhilat bidin şerkirin û wiha axivî: "Ango polîtîkaya kurdan bi destên kurdan bidin qirkirin e. Bi vî rengî dixwazin li ser başûrê Kurdistanê pêkutiyê bikin, PKK û PJAK'ê rêxistinên terorîst bidin îlankirin û li dijî wan şer bidin destpêkirin. Dema ku birêz Barzanî li hemberî vê yekê derket dewleta Îranê bi fermî ew tiş got; 'Barzanî li herêma xwe cih dide terorîstan û piştgiriyê dide wan.' Wetaya vê çi ye? Ev kurdan terorîst îlankirin e. Îran ji bo kesê ku kurdan wekî Serokê Herêmê hilbijartiye re wiha dibêje. Demên borî di navbera kurdan de şerên bi vî rengî pir qewimî û kurdan tiştek jî qezenc nekirin. niha kurdek jî naxweze vegere wê paşeroja tarî. Li başûrê Kurdistanê kurdek jî li dijî PKK û PJAK'ê şer nake."

'Amerîka şirîkê vê operasyonê ye'

Osman diyar kir ku dewletê Îran û Tirkiyeyê beriya her tiştî ji bêdengiya Iraq, Amerîka û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê hêzê digire û wiha domand: "Bêguman Amerîka alîkariyê dide van. Amerîka di vê mijarê de li cem Tirkiyeyê cih digire. Dema ku Tirkiye dibêje ev terorîst in Amerîka jî erê dike. Di heman demê de Amerîka îstîxbarata ku kom dike dide Tirkiyeyê, Tirkiye jî dide Îranê. di navbera van dewletan de tifaqekeke wisa heye. Ango Amerîka jî şirîkê vî şerî ye. Qaşo Amerîka ji parastina sînorên Iraqê ya bi hewayî û bejayî berpirsyar e. Lê Îran û Tirkiye her roj sînorên me bombebaran dike lê Amerîka bêdeng dimîne."

'Divê kurd yekîtiya xwe ava bikin'

Osman got ku helwesta Îranê pir tund e û domdar e û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Li gorî min ev rewş li ser tasfiyekirina Tirkiyeyê pêş dikeve. Tirkiyeyê ji Îranê re gotiye 'hûn jî hineke weke min nêzîk bibin.' Tirkiye jî ji bo ku li dijî başûrê Kurdistanê operasyonê bike hincetan digere û dê bike jî. Divê ji her demê zêdetir kurd niha yekîtiya xwe pêk bînin û alîkariyê bidin hev. Heke bi hevre tevbigerin, ew nikarin li dijî kurdan tiştekî bikin." Mahmud Osman: Enqere, Tehran û Bexdayê di êrîşê de li hev kirin 10:32 22.07.2011 1 / 2 GULÎSTAN AKSOY/ SADIK TOPALOGLU

HEWLÊR (DÎHA) - Parlamenterê Kurd Mahmud Osman li hemberî êrîşên arteşa Îranê yên li dijî Herêma Fedaral a Kurdistanê nerazîbûn nîşan da û got ku armanca êrîşan ew e ku kurdan bi hev bidin qirkirin. Osman wiha got: "Di êrîşan de Îran, Tirkiye û Iraqê li hev lirin. Çareseriya pirsgirêkê li Şam, Enqere û tehranê ye. Bi topebarankirina sînoran ev pirsgirêk nayê çareserkirin."

Osman got ku helwesta Îranê pir tund e û domdar e û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Li gorî min ev rewş li ser tasfiyekirina Tirkiyeyê pêş dikeve. Tirkiyeyê ji Îranê re gotiye 'hûn jî hineke weke min nêzîk bibin.' Tirkiye jî ji bo ku li dijî başûrê Kurdistanê operasyonê bike hincetan digere û dê bike jî. Divê ji her demê zêdetir kurd niha yekîtiya xwe pêk bînin û alîkariyê bidin hev. Heke bi hevre tevbigerin, ew nikarin li dijî kurdan tiştekî bikin." DÎHA (sa) (sa) (sa)