Ensturmana herî kevin ya muzîkê: Def
MEHMET CURAN
AMED (DÎHA) - Def an jî erbane, di dîroka Kurdistan û Mezopotamyayê de cîhekî pîroz digire. Def, bi armancên cuda cuda hatiye bikaranîn û li aliyê din wekî bingeha mûzîka gelê kurd tê zanîn. Mamosteya defê ya Navenda Çand û Hûnerê ya Dîcle-Firatê Menîce Kuday, diyar kir ku def di xwe de hêstên gelek xurt veşartiye û divê mirov bi evîndarî nêzîkê defê bibe.
Erbaneyê an jî def, di cîhanê de wekî ensturmanekî herî kevn û dîrokî yê mûzîkê tê zanîn. Ji aliyê gelek netewan ve hatiye bikaranîn. Li Bakurê Kurdistanê jî li herêma Serhed û Botanê, jê re dibêjin def. Li herêmên Xerzan û Amedê jî jê re dibêjin erbane. Li Asyaya navîn, Ewropa, Amerîka, Afrîka û Rojhilata dûr def di kombûn û ayînan de cîhekî taybet girtiye. Def, di nav civakê de bi armancên cûrê cûre hatiye bikaranîn. Di şîn û govendan de, di şer û şahiyan de, di meş û çalakiyan de, ev enturman hatiye bikaranîn. Def, demekî dirêj di bin bandora olê de maye. Her çiqasî dîroka wê ne tenê dîrokekê olî be jî, heta 30-40 sale berê jî weke ensturmanekî olî dihate nasîn. Herî zêde tê zanîn ku def ensturmanekî bingehîn a mûzîka kurdî ye û mirov nikare defê ji çanda kurdan cuda binirxîne.
'Def bi serê xwe çandekî mezin e'
Xebatkara Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle-Firatê Menîce Kuday, wateya defê ya ji bo kurdan nirxand û diyar kir ku def ji bo gelê kurd ensturmanekî pîroz e. Kuday wiha dirêjî da axaftina xwe: "Erbane ensturmanekî wisaye ku di xwe de hêstên gelek xûrt veşartiye. Defê heta niha xwe di nav dîrokê de parastiye û îro em dikarin bêjin ku şahîdê dîrokê ye. Gelek netewan jî ev ensturman bikaraniye. Lê herî zêde li ser axa Mezopotamyayê hatiye bikaranîn. Heke mirov behsa defê bike, nikare ensturmanên mûzîkê din ji defê qût bikin. Def bi serê xwe çandekî mezin e. An jî mirov nikare defê ji muzika kurdî cuda binirxîne. Muzîka kurdî bi defê xwe temam dike."
'Def amûrekî evîndariyê ye'
Kuday, anî ziman ku îro herî zêde zarok xwedî li defê derdikevin û da zanîn ku ji bilî vê xwedî derketinek mezin tûne. Kuday, wiha domand: "Ev amûra pîroz û razdar li ser hêstên û ramanên mirov gelek bandor dike. Amûrekî kesekî wek hobî bikar bîne nîne. Divê gor pîroziya wê mirov nêzîk bibe. Bandora defê li ser ruha mirov gelek zêde ye. Dîsa dengê defê dengekî xwezayiyê. Zarok gava defê digirin destê xwe, def dibe wek perçekî ji wan û bi erbaneyê re dibin yek. Hêstên erbaneyê digirin ser xwe. Ev xwedî derketina zarokan jî mirov kêfxweş dike. Erbane enturmanekî evîndariyê ye. Divê mirov ji defê re bi evîndarî nêzîk bibe."
Kuday pêwistiya parastina defê anî ziman û li tevî ciwanan banga parastina ensturmana erbaneyê ya pîroz kir.
'Derwêş gund bi gund digeriyan'
Xebatkarê Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle-Firatê Nûrullah Tatar jî bi defê ve girêdayî li ser jiyan û dîroka derwêşiyê nirxandin kir. Tatar, diyar kir ku ji biçûkatiya xwe û vir de di nav jiyana derwêşî de ye û wiha got: "Bapîr û mezinên derwêşan ji Bexdayê hatine. Derwêş piyekî wî diçe heta Şêx Evdilqadîr Geylanî. Em wek derwêşan jî gava diçûn aliyê Mûş, Wan û Agiriyê li kur çemekî û mergekî hebûya me xwedanî dikir. Ew dem, derwêş gund an jî mal nedixwestin. Tenê erbaneya wan hebû. Gel jî wê demê gelek qedr û qiymet didan wan. Erbane amûrekî gelek kevn û girîng e. Gava derwêş li ser xaniyan li erbaneyê dixistin welatî li dora wan kom dibûn her kes tiştekî didan wan. Bi wan erzakan jî debara xwe dikirin. Qasê hefteyekî li gundekî diman û piştre diçûn gundekî din. Derwêş wiha gund bi gund digeriyan."
(ea/lg)
