1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Erdogan amadehiya şerekî dike
Erdogan amadehiya şerekî dike,erdogan,amadehiya,şerekî,dike

Erdogan amadehiya şerekî dike

A+ A-

BEXDA - Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di dema serdana xwe ya li Bexdayê de îdîa kir ku PKK astengiya herî mezin a li pêşiya pêşketina têkiliyan e û got; “Tekoşîna hevpar pêwîst e.” Wê Erdogan cara yekem biçe Hewlêrê jî.

Serokwezîrê Tirk Recep Erdogan di dema serdana xwe de ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Nûrî el Malikî re hat pêşwazîkirin.

Erdogan di Meclîsa Netewî ya Iraqê de axivî got; “Em hertim piştgirî serxwebûn, yektiya siyasî û xaka Iraqê” û wiha diyar kir ku ew ewlehî û aramiya wê wek ya gelê Tirk dibînin.

WÊ BIÇE HEWLÊRÊ

Erdogan derbarê serdana xwe de agahî da û got; “Ez ê sibe biçim bajarê pîroz Necefê serdana Ayetullah Sîstanî bikim. Piştre jî ez ê biçim bi birayên me yên Kurd û karsazên Tirk re li Hewlêrê hevdîtin pêk bînim.”

PKK ASTENG E

Erdogan bal kişand ser mijara serdana xwe ya bingehîn PKK’ê û diyar kir ku PKK astengiya herî mezin e li pêşiya têkiliyên herdu welatan. Hûn jî baş dizanin ku astengiya herî mezina li pêşiya kûrkirin û pêşxistina têkiliyên di navbera herdu welatan de rêxistina terorê ya li Bakûrê Iraqê bi cih bûye” û Erdogan daxwaza tekoşîna hevpar a li dijî PKK’ê ji Bexdayê kir.


Bêjeyên Miftehî