1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Erdogan: Di qesra hezar odeyî de Sûltanê bi tenê
Erdogan: Di qesra hezar odeyî de Sûltanê bi tenê,erdogan,di,qesra,hezar,odeyî,de,sûltanê,bi,tenê

Erdogan: Di qesra hezar odeyî de Sûltanê bi tenê

A+ A-

BERLÎN 09.12.2014 07:05:00 Zanistê siyasî yê ji Misrê Hamîd Abdul Samed îmze avêt analîzeke ku li Tirkiyeyê jî pir kêm tê dîtin û di nivîsa xwe ya bi ser navê ‘Sultanê tenê yê di Qesra hezar odeyî de’ paşeroj û pêşeroja Erdogan nirxand. Samed ku di heman demê de xwediyê gotara ser navê ‘Faşîzma îslamî- analîzek’ ye, bal dikişîne ser rolên qehremeniya ku Erdogan ku li dijî Rojava û Muslimanan dilîze.

Samed got ku Erdogan ciwanên Tirk yên Ewropayê bi nefreta-rojava jehrî dike û got ku li Rojava ji bilî çend kesên bi koka xwe Tirk û kesên demokrasiya îslamî ya nerm diparêzin alîgir nemane. Samed da zanîn ku Erdogan dibêje ‘Muslimanan Amerîka dîtiye’ û ‘Jin û mêr ne wekheve’ û got ew li dijî vê matmayî mane û wiha berdewam kir: “Erdogan ne Kaddafiyê tirke. Li pişt van hemû teoriyên hiş hesab hene. Îdiayên bi vî rengî yên Erdogan li Rojava bi qerfî tên pêşwazî kirin. Li gorî Erdogan cihê jinê ‘mutbexe’ lê vê di malbata xwe de pêk nayene. Her du keçên xwe şand Amerîkayê bo xwendinê, yek jî di nava AKP’ê de karekî girîng dike.”

FÎLÎSTIN NE XEMA WÎ YE

Nivîskar da zanîn ku Erdogan bi gotinên xwe yên dij Israîlê hewl dide ku Muslimanan qezenc bike û got: “Di esasê de Fîlîstin Erdogan qet eleqeder nake. Ger wisa bûna 600 mîlyon eruoyê kudida Qesra Mamut dê bidana înşakirina Gazzeyê.

YE TU CAR NEXWEST

Samet wiha berdewam kir: “Erdogan êdî guh nade bertekên rojava. Bi rastî tu car endamtiya YE’yê nexwest. Tu carî nexwest ku bi awayekî fermî bibe parçeyê Rojava. Berovajê vê dixwazwaze împaratoriyek panîslamîst bi rêve bibe. Forma modern ya xalîfetiya îslamî xeyal dikir. Qanûnên YE’yê tenê ji bo ku generalên Kemalîst ji hêzêde bixîne bikaranîn. Erdogan di salên 90’î de têkçûna xoceyê xwe Necmettîn Erbakan bi çavê xwe dît.

Li şûna ku saziya piştguh bike, tercîha ku bikeve saziyan kir. Rûpuşiya referoma demokrat hildigire, di pêşa kapîtalîzma turboyê de hespê dibezîne û ne tenê li Rojava, li gelek welatên Ereb jî wek mînak dihat dîtin. ‘Îslama nerme’ û ‘modela tirk’ bi vî awayî bû efsane.

Piştî serokwezîr hat hilbijartin şûnde ket saziyên sereke yên welat û bi vêre çewisandina leşkerî bi ser xist û helwesta wî ya otorîter,emperyalîst û dij-rojava zêdetir diyar bû.

JI MODELTIYA BO EREBAN DERBASÎ LÎDERÊ NAYÊ HEZKIRIN BÛ

Erdogan di Bihara Ereban ya 2011’an de wekê ku ‘muktedîrê her tiştî ye’ xwe nîşan da û bi axaftinên xwe yên der barê lîderê Misirê Husnu Mubarek de ji aliyê girseyên Ereb ve îtîbar qezenc kir.

Erdogan bi piştgiriya xwe ya bo Misir,Lîbyar, Suriye û welatiyên din ji siyasetmedarekî wêdetir wek ‘Mîlîtanekî’ bû. Piştre hat dîtin ku hesabên wî jî pê nagirin. Partiyên ku li Misir, Libya, Tunusê piştgirî didayê di hilbijartinan de wenda kir û li Sûriyeyê jî rejîma Esad hêj li ser piyane. Bi derketina DAIŞ’ê re îtîbara îslamiyan zirarek mezin dîtiye, çeteyan xeyala Erdogan ya dixwest ‘xelîfetiya îslamî ji nûve ava bike’ jî ji holê rakirine.”

Samed da zanîn ku Erdogan êdî di nava Muslimanan de îtîbara xwe wenda kiriye û got: “Hemû civakên Ereb beyî birayên Musliman hemû ji dûr ketin. Bi hinek ciwanên Tirk re dixwaze teza îslamî bihêle. Erdogan hê jî aliyên ku li Elmanyayê wî diparêzin, di zorê de dihêle. Li gorî vê kesên piştgiriyê didin Erdogan jî, piştî gotinên Erdoan baweriya wan pê dike.

BI PUTÎN RE BIRAYÊ RÛH E

Birayê xwe yê rûh Sultanê otorîger yê Rûsyayê Putîn li qesra xwe ya nû dike mîvan. Du mirovên nexweş yên ku xwe wek qehreman nîşanê gelê xwe didin. Her du jî dixwzin ku împaratoriyên berê ji nûve ava bikin. Her ku jî ji ber vê yekê welatên xwe feda dikin.

Tişta herî baş ya ku bê serê Erdogan eve ku ya divê YE bi awayekî fermî jê re bêje na, an jî divê ji NATO’yê bê avêtin. Bi vî awayî dê Erdogan li hemû cîhana îslamî wek qehreman bihata pîrozkirin.

BÛ DÎLÎ NÊRÎNA ÎSLAMA CÎHANÊ

Erdogan çiqas hikûmetê bike bila bike, hêj ji niha de bûye dîrok. Wî şansê xwe wenda kir. Bi têkiliyên xw eyên Rojava-Rojhilat dikarîbû gelek tişt ji cih bida lîstin. Lê ew bû mahkumê nêrîna îslamî ya cîhanê.