1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Erdogan piştgirî da Esad!
Erdogan piştgirî da Esad!,erdogan,piştgirî,da,esad

Erdogan piştgirî da Esad!

A+ A-

ŞAM - Piştî serhildanên li welatên Ereb derasî Sûriyeyê bûn, Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li Beşar el Esad geriya û got; “Em li gel we ne”.

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ê ku ji beriya serhildanên li Lîbyayê “Xelata mafê mirovan” ji Muammer Qeddafî wergirtibû, di demek ku çalakî li Sûriyeyê belav dibin de telefonî Esad kir. li gor ajansa nûçeyan a Sanayê Erdogan di hevdîtina bi telefonê de bal kişand ser têkiliyên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de û pesnê biryarên reformê yên rêveberiya Sûriyeyê da.

Her wiha Erdogan ragihand ku welatê wî li “li gel Sûriyeyê ye”.

DEMA ERDOGAN HEVDÎTIN PÊK DIANÎ MIROV DIHATIN KUŞTIN

Hêjayê gotinê ye ku dema Erdogan bi Esad re hevdîtin pêk dianî, xwepêşadanên li gelemperiya welat berdewam dikir û di xwepêşandanên li Dera, Şam, Reqqa û bajarên din de bi dehan kes hatin kuştin.


Bêjeyên Miftehî