1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Erdogan: Roboskî qeder e
Erdogan: Roboskî qeder e,erdogan,roboskî,qeder,e

Erdogan: Roboskî qeder e

Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, komkujiya Roboskiyê wekî qeder nirxand

A+ A-

Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, komkujiya Roboskiyê wekî qeder nirxand û wiha got: "Ligel hemû provokasyon û astengiyan em samîmî bi ser bûyerê de diçin. Em partiyekî baweriyê bi qederê tîn in." Erdogan piştî TUSÎAD'ê vê carê jî Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê hedef girt. Erdogan, der heqê rojnamegerên girtî yên darizandina wan berdewam dike jî hikûm da.

Serokwezîr Erdogan di civîna serokên bajaran de axivî û diyar kir ku ew dê sibê li Mêrdînê tevlî bernameya 8'ê Adarê bibe. Erdogan, anî ziman ku hevsera wî Emîne Erdogan duh çû Qilebanê û wiha axivî: "Welatiyên zarok û hevserên xwe winda kirin ziyaret kir û guhdariya pirsgirêkên wan kir." Erdogan di axaftina xwe de çaresereke din ser saxî li malbatan da lê ji bo kiryaran derxe holê tu tişt negotin. Erdogan, da zanîn ku ramana AKP'ê ya di pirsgirêka kurd û "terorê" de diyar e. Erdogan, bilêv kir ku di sala 2010'an de pêvajoya bi n avê "Projeya Biratî û Yektîtiya Netewyî" dan destpêkirin û wiha got: "Em ji bo vê yekê peywir jî gel girt. Niyeta me nîne ku em piştgiriya dan me heba bikin. Lê pirsgirêka kurd û an jî "pirsgirka terorê" gel pirsgirêkekî mezin e. Me mesafeyekî gelek cidî girt. Pirsgirê tenê bi rêxistina bi çekê têkoşînê dike re têkoşîn nîn e. Aliyên vê yên siyasî, dîplomatîk, ekonomîk, ewlehî û civakî hene. Aliyê wê yê îstîsmara navnetewyî û siyasî jî heye."

Li gorî Erdogan ji bilî AKP'ê tu kes çareseriyê pêk nayne!

Erdogan, destnîşan kir ku AKP dixwaze pirsgirêkê çareser bike lê hinek derdor çareseriyê naxwazin û wiha axivî: "Ji ber ku AKP dê çareser bike hinek kes naxwazin çareserî pêk bê. MHP'ê di vê pêvajoyê de piştgirî neda me. Di heman demê de CHP'ê jî tu tişt nekirin. Li gel vê yekê BDP'ê jî nexwast çareserî pêk bê."

Ji wekîlên BDP'ê re heqareta 'durû'

Erdogan, têkildarî komkujiya Roboskiyê de jî anî ziman ku ew azmûnekî gelek mezin bû û ji bilî wan tu kesî êşa wan kesan hîs nekir û BDP rexne kir û wiha pê de çû: "BDP'ê li wî gundê êş lê heyî bêwijdaniya siyasetê kir. Wekîlên BDP'ê li ber qemerayan bi dengê bilind keniyan û durûtiya xwe ya li dijî bûyerê nîşanda." Erdogan, da zanin ku ji bû tiştên li Roboskiyê bên zelalkirin xebat berdewam dikin û wiha got: "Ligel hemû provokasyon û astengiyan em samîmî bi ser bûyerê de diçin. Em partiyekî baweriyê bi qederê tîn in. Dema ecel hat ne saetek paş dikev ne jî pêş dikeve." Erdogan di axaftina xwe de rojnameya Tarafê jî rexne kir.

Şaredarên BDP'î rexen kir

Erdogan, anî ziman ku ew dixwaze çareke din bang li dayîkên kurd bike û da zanîn ku ew dixwazin pirsgirêkê çareser bikin lê tên astengkirin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ji keram xwe re vê yekê bibînin. Çawa zarokên we îstîsmar dikin bibînin. Zarokên we çawa di şikeftên 150 metre di bin erdê de dijîn bibînin." Erdogan, bilêv kir ku şaredariyên BDP'î naxebitin, dixwazin li gelek cihan balafirgehan çêbikin lê ev yekê ji aliyê BDP'iyan ve hate astengkirin.

Piştî TUSÎAD'ê hedef TGS

Erdogan di axaftina xwe de vê carê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) hedef git û wiha axivî: "Ev rojname li qada navneteweyî, nûçeyên rojnameger li Tirkiyeyê bê sedem hatin girtin çêdike û Tirkiyeyê reş dike. Serokê Giştî yê CHP'ê jî heman tiştî dike."

Erdogan, da zanîn ku wan lîsteya rojnanmegerên girtî yên ji aliyê Platforma Azadiya Rojnamegerên Girtî û TGS'ê ve hatin weşandin lêkolîn kirin û gelek ji wan rojnameger nîn in û wiha pê de çû: "25 kes hikumxwar in, 70 kes girtî, 5 kes xeyalî û 5 kes jî tahliyebûne. Ji 105 kesan tenê 6 kesan qartên zer ên çapemeniyê hene. Ev endezyar, hesabgir û belavkar in. Wan wekî rojnamegeran nîşan didin. Di vê lîsteyê de 65 kes bi PKK û KCK'ê ve tê girêdayan. 7 kes ji DHKP-C'ê, 11 kes Biryargeha Şoreşger û 4 kes jî bi MLKP'ê re tên girêdan. Sûçdariyên der heqên wan de tên kirin jî bi zanebûn alîkariyê didin PKK'ê û çekên bê ruxset peyda kirin, kesek revandin, di çalakiyên 'terorê' de nasnameyên sexte bikaranîn, li dijî wesayîtên polîsan êrîşên çekdar pêk anîn. Serokê Giştî yê CHP'ê wan diparêz e."

(bd)


Bêjeyên Miftehî