Erdogan xwe bi xwe derewand
Erdogan di mijara PKK’ê de xwe bi xwe derewand
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di hefteya borî de bi daxuyaniyekê ragihand ku di mehekê de 500 gerîlayên PKK’ê hatine kuştin. Lê Erdogan bi xwe vê gotina xwe derewand û diyar kir ku ji serê salê ve 239 gerîla jiyana xwe ji dest dane.
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan beşdarî bernameya hevpar a Kanal 7 û Ulke TV bû û got; “Niha gava em li rewşa şehîdên xwe û terorîstan dinêrin, ji serê 2012 ve hejmara bûyeran 1926 e û hejmara şehîdên me 144 in. Hejmara leşkerên şehîd 107, polîsên şehîd 24, 13 cerdevan û 29 hemwelatiyên me. Her wiha, hejmara terorîstan jî 239 e. Em bi tabloyek wiha re rû bi rû ne.”
ERDOGAN BERÊ GOTIBÛ 500
Lê Erdogan di 17’ê Îlonê de, di dema vekirina dibistana Amedeyî ya Îmam Hatîp a bajarê Denîzlîyê de axivî û îdîa kiribû ku 500 PKK’yî hatine kuştin. Erdogan wiha gotibû; “Tenê di van 10 rojên dawiyê de li Colemêrgê 123 terorîst hatine bêbandorkirin. Di navbera mehên sibat û tebaxê de 373 û di vê meha dawiyê de jî 500 terorîst hatine bêbandorkirin. Em ê têkoşîna li dijî rêxistina terorê bidomînin.”
BÎLANÇOYA SERFERMANDARIYA TIRK CÛDA YE
Serfermandarê Artêşa Tirk Necdet Ozel ku weke Necdej Kîmyewî tê nasîn, jî di hevpeyvîna da rojnameya Turkiyeyê de bîlançoyek cûda da:
“Di navbera 1’ê çileya 2012 û 24’ê 2012 di encama têkoşîna me ya li dijî terorê de 110 şehîdên me çêbûne. 427 terorîst miri, 54 terorîst birîndar û bi saxî ketine dest, 117 terorîst jî bi xwe teslîm bûne. Hejmara terorîstên hatin bêbandorkirin 598 e.”
Serfermandariya Tirk di daxuyaniya beriya vê de dabû diyarkirin ku di sibat-tebaxê 373 PKKyî “hatine bêbandorkirin” û tenê 88 leşker hatine kuştin.
ERDOGAN QEBÛL KIR MODELA SRÎ LANKAYÊ NABE
Erdogan di wê bernameyê de serweriya gerîlayan a li Bakûrê Kurdistanê jî nirxand û diyar kir ku ji bo PKK’ê modela çareseriyê Srî Lanka qet nabe.
Serokwezîrê Tirk careke din xwe bi xwe derewand û got; “Rêxistina terorê beriya niha hedefên şexsî nîşan dabû. Niha jî hewl didin ku serweriya herêmê pêk bînin. Xwestin vê yekê li Şemizînan bikin, lê bi ser neketin. Ji wê li deverên din hewl wiha nedan. Hêzên me yên ewlekariyê li hemberî mayînên li ser rêyan hatine danîn dixebitin. Lê mirov nikare bêje a niha teror dê bi dawî bibe. Em çûn Spanya û Îngilîstanê me dît. Srî Lanka, wir giravek e, ew der wêran kirine. Ew dewleta huqûqê ne.”
ANF NEWS AGENCY
