1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. ‘Erka Lêvegera Siyasî têkoşîna ji bo civakê ye’
‘Erka Lêvegera Siyasî têkoşîna ji bo civakê ye’,erka,lêvegera,siyasî,têkoşîna,ji,bo,civakê,ye

‘Erka Lêvegera Siyasî têkoşîna ji bo civakê ye’

Endama Lêvegera Siaysî Mizgîn Ehmed derbarê civîna duyemîn a Lêvegera Siyasî de ji ANHA’yê re axivî

A+ A-

06.02.2015 14:08 Polîtîka, Sernûçe

QAMIŞLO - Endama Lêvegera Siyasî ya kurd Mizgîn Ehmed diyar kir ku di encama civîna duyemîn a Lêvgera Siyasî de ji bo şopandina pêşketinên ku gelê Kurd yê Rojavayê Kurdistanê têre derbas dibe û mekanîzmeya tevlêkirina Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di Rêveberiyê Xweser û hêzên leşkerî de, sê komîte hatine avakirin.

Derbarê civîna duyemîn a Lêvegera Siyasî ya ku di 5’ê sibatê de li bajarê Qamişlo pêk hat de Endama Lêvegera Siaysî Mizgîn Ehmed ji ANHA’yê re axivî. Mizgîn Ehmed diyar kir ku di encama civînê de sê komîte hatin avakirin lê tenê endamên komîteyekê hatin diyarkirin.

Ehmed got: “Dê rêziknameya Lêvegera Siyasî ya Kurd û mekanîzmeya karê wê, ji aliyê Komîteya yekemîn ku 9 endamên wên hatine diyarkirin ve bên danîn. Ev komîte her wiha dê berdevkê lêvegerê jî diyar bike. komîte dê erkên ku jê hatine xwestin di civîna sêyemîn ya ku dê di 12’ê sibatê de bê lidarxistin de pêşkêş bike.ˮ

Ehmed da zanîn ku komîteya duyemîn jî dê karên Rêveberiya Xweser bişopîne, ew komîte jî dê ji 9 kesan pêk bê ev kes jî dê di civîna sêyemîn de bên eşkerekirin. Ehmed destnîşan kir ku erkên vê komîteyê ewin ku sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, lêkolîn bike û mekanîzmeya tevlêkirina Encûmena Niştîmanî ya Rêveberiya Xwseriya Demokratîk deyîne.

Mizgîn Ehmed her wiha diyar kir ku komîteya sêyemîn jî dê karên leşkerî bişopîne û ev komîte jî dê ji 9 kesan pêk bê ev kes her wiha dê di civîna sêyemîn de bên eşkerekirin. Ehmed got ku ev komîte her wiha dê qanûna erka xweparastinê lêkolîn bike û mekanîzmeya tevlêbûna Encûmena Niştîmanî di nava hêzên leşkerî yên li Rojava de deyîne.

Derbarê sedema netevlêbûna Endamê Lêvegra Siayasî Nesiridîn Îbrahîm de jî Mizgîn Ehmed diyar kir ku wî ji ber rewşeke malbatî ya taybet lêborîna xwe xwestiyê û amede nebûye. Ehmed got ku neamedbûna wî ne ji ber tu sedemên siyasî bû, wî lêborînnameyek pêşkîş kir û ji aliyê endamên Lêvegera siaysî ve hat qebûlkirin.

Mizgîn Ehmed di dawiya axaftina xwe de got ku Lêvegara Siyasî ya kurd ji bo kurdên Rojava ye û da zanîn ku Lêvegera Siyasî nedesthilatdariyeke li ser civakê lê belê ew têkoşîna ji bo civakê ye.

(dm)

ANHA