1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Esed: Îstifa rev e
Esed: Îstifa rev e,esed,îstifa,rev,e

Esed: Îstifa rev e

Serokdewletê Sûriyê Beşar El Esed ku naxwaze heta hilbijartinên 2014'an ji desthilatdariyê dakeve, wiha got, "Îstifa tê wateya rev ê."

A+ A-

ANF - NAVENDA NÛÇEYAN

Serokdewletê Sûriyê Beşar Esed ji ajansa nûçeyan a Arjantînê Telam û rojnameya rojane Clarin re axivî û bersiv da bangên ji dest jê berdana deshilatdariyê. Esed der heqê Wezîrê Karên Derve yê DYE John Kerry ên li ser mijarê de got, "Îstifakirin rev e. Nizanim ka Kerry yan jî yekî din ji gelê Sûriyê maf girtiye ku li ser navê wan biaxive. Yê ku vê diyar bike, di hilbijartinên sala 2014'an de gelê Sûriyê ye."

Esed diyar kir ku ew danûstandinên navbera Washington û Moskowayê yê ji bo bidawîkirina şer erênî dibînin, lê di heman demê de bi guman nêz dibin. Esed ragihand ku ji têkçûna hemû hewldanên diyalogê, rojava û mûxalefet berpirsyar e.

LI GORÎ ESED WELATÊN ROJAVA ÇARESERIYÊ NAXWAZIN

Esed îddîa kir, ku gelek welatên rojavayî çareseriyê naxwazin û piştgiriyê didin "terorîstan." Esed der heqê tevlêbûna xwe ya li Konferansa 2. a Cenevreyê de, ku tê payîn Washington û Moskowa li hev bikin, daxuyanî neda. Ev konferansa navnetewî, weke dewama Deklarasyona Cenevre ya Hezîrana sala 2012'an tê dîtin. Di deklarasyonê de ji bo dawî li dijminahiyê bê anîn hukûmeteke derbasbûnê tê pêşniyarkirin û der heqê pêşeroja Esed tiştek nayê ravekirin. Ji xwe cihêkariya navbera Washington û Moskowayê jî, ji ber vê nuqteyê rû dide.

ÇEKÊN KÎMYEWÎ

Esed li ser sûcdariyên çekên kîmyewî got, "Dibêjin me li cihên mirov lê dijîn çekên kîmyewî bikar anîne. Eger ev çek li dijî bajarekî yan jî taxekê bihata bikaranîn, gelo wê hejmara qurbanan bi tenê 10 yan jî 20 bûya? Eger ev çek were bikaranîn, wê di nava çend deqeyan de bi hezaran an jî dehhezaran mirov jiyana xwe ji dest bidin. Eger tiştekî weha hebe, kî dikare vê veşêre?"

Di çarşema derbasbûyî de rayedarekî payebilind ê Emerîkî diyar kiribû, ku di şerên li Sûriyê de bi "rêjeyeke kêm" çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Wezîrê Karên Derve yê Emerîka John Kerry jî beriya niha dabû xuyakirin ku di warê bikaranîna çekên kîmyewî li Sûriyê de, di destê wan de "delîlên pê bawer" hene.


Bêjeyên Miftehî