1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Ev Binpêkirina Serweriyê ye
Ev Binpêkirina Serweriyê ye,ev,binpêkirina,serweriyê,ye

Ev Binpêkirina Serweriyê ye

A+ A-

HEWLÊR (PNA) - Dr. Kawa Mehmud Berdevkê Resmî yê Hukûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ji aliye Tirkiyeyê ve bombarankirina navçeyên sînor yên Herêma Kurdistanê, li gor yasayên navdewletî binpêkirina serweriya Iraqê.

Mehmud got; “Hikûmeta Herêma Kurdistanê digel berevanîkirina serweriya axa Iraqê ye, bombardûman û topbaranên Tirkiyeyê bo ser navçeyên sînor yên Herêma Kurdistanê li gor yasa û rêkevtinên Neteweyên Yekbûyî pêşelkarî (binpêkirin) e û destlêwerdan li serweriya axa Iraqê ye. Di nav axa Îran an jî Tirkiyeyê de arîşeyek rû da çi têkilî bi herêma Kurdistanê re nîne çimkî Herêma Kurdistanê wan arîşeyan wek arîşeyên navxwe yên wan herdu welatan dizane û çi têkiliyekê wan bi herêmê re nîne”.

Dr. Kawa Mehmud da zanîn ku li gor hikûmeta herêmê pêwîst e arîşeyên siyasî û navxwe yên welatên cîran,  bi rêya demokrasî û dîplomasî bên çareserîkirin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî piştgiriya her rêçareyeke dîplomatîk dike.

Navborî da zanîn ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê nuha di çarçoveya desthilata xwe de û bi rêya konsolxaneya xwe ji bo ragîrtina bombardûman û topbaranên Tirkiyeyê hewlên resmî dide.

Berdevkê Resmî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dawiya daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê jî kir ku hikûmeta Iraqê berpirs e ji berevanîkirina sînorên Iraqê lewra pêwîst e Bexda hewlên xwe çalak bike ji bo dîtina rêçareyeke guncan bo ragîrtina pêşelkariyên Tirkiye û Îranê.

Ji aliyekî din ve hate ragihadin ku duhî şev di encama bobmardûmana firokeyên Tirkiyeyê ya bo ser gundên devera Berwariya Bala de, çendîn bombe bi pira Baluka ketine û pir herifiye.

Ji bajarkê Kanîmasiyê rojnameger Ehmed Ednî got, “Ev çend roj in, firokeyên Tirkiyeyê gundên devera Berwarî Bala ya ser bi bajarkê Kanîmasiyê didin ber bombeyan û şeva borî di encama wê bombardûmanê de pira Baluka hatiye herifandin.”

Bi gotina Ednî dirêjahiya pira Baluka zêdetirî 100 m ye û devera Berwarî Bala bi devera Nêrweyê ve girêdide.


Bêjeyên Miftehî