1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ev kesên têne kuştin û birîndarên wan tên veşartin kî ne?
Ev kesên têne kuştin û birîndarên wan tên veşartin kî ne?,ev,kesên,têne,kuştin,û,birîndarên,wan,tên,veşartin,kî,ne

Ev kesên têne kuştin û birîndarên wan tên veşartin kî ne?

A+ A-

COLEMÊRG (DÎHA) - Sercerdevanekî ku li taxên Geverê yên pevçûn tuneye nobetê digire û ji ber ewlehiyê nexwest navê wî bê aşkerakirin, diyar kir ku li taxên ku pevçûn lê zêdeye di yekîneyên pêş de tîmên ku baş tirkî nizanin tên bikaranîn. Sercerdevan anî ziman ku yên dimirin jî nayên aşkerakirin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ku beriya 36 rojan hate dorpêçkirin welatiyên ku li taxên pevçûn nîne dijîn diyar kiribûn ku kesên bi rûpoş û birih tevlî operasbonan dibin, ev kesên ku welatiyan wekî "bi dilqên DAIŞ'î" pênase dikin hin ji wan di dîmen û wêneyan de jî hatibûn dîtin. Sercerdevanekî ku li taxên operasyon berdewam dike û têketin û derketinên navçeyê de nobetê digire û ji ber ewlehiyê nexwest navê wî bê aşkerakirin diyar kir ku di operasyonan de tîmekî taybet tê bikaranîn. Sercerdevan têkîldarî ku ev kesên ku di nava tîmê de cih digirin tirkî baş nizanin, ev kesên ku bi zorê bi çend gotinên tirkî îfade dikin wiha got: "Dema ku ez diçûm tumenê çend caran dît. Li cem me helw didan zêde neaxivin. Lê dema ku diaxivîn tirkiyekî wan a nebaş hebû."

Ev kî ne?

Sercerdevan anî ziman ku ev kes kî ne yan jî kû derê anîne nizane û ev agahî da: "Dibe ku biyanî bin. Ji tirkên kakfaks. Dibe ku hêzên kontra bin. Ez di vî mijarî de tiştekî zelal nikarim bibêjim. Lê cilên Tevgera Taybet a Cendirmeyan li xwe din."

Wekî 'yekîneyên pêş' hatin bikaranîn

Sercerdevan diyar kir ku ev "tîma taybet" li taxên Orman, Eskî Kişla, Cumhuriyet û Gungorê dema ku pevçûnên dijwar diqewimin wekî "yekîneya pêş" tê bikaranîn û wiha axivî. "Yekîneya ku dikeve pevçûnan e ji ber vê yekê windahiyên wan jî nayên aşkerakirin. Hejmara wan nizanim lê ji hejmara ku tê aşkerakirin zêdetir windahî hene. Hin ji wan jî kesên ji yurdan in, bê kes in. Ez vî jî bibêjim piranî windahiyê POH'ê tên aşkerakirin lê yên koma JOH'ê tên veşartin. Jixwe nexweşxane jî ji ber vê yekê anî vî halî. "

'Kesên ku bawer nakin bila xwe nêzîkî beşa taybet a nexweşxaneyê bike'

Sercerdevan pirsa "Bi texmînî hejmara wan kesan çend e" jî bersiva "Çi hejmar. Ev nahêlin tu kes nêzîkî beşa taybet a nexweşxaneyê ku bibin. Heke yên bawer nakin hebin bila biçin nexweşxaneyê û bibînin. Kesekî nêzîkî wî beşê nakin. Ji 200'î zêdetir birîndarên wan hene em dizanin, dem bi dem di nava axaftinên xwe de dibêjin."

(sa)